Jinên ciwan ên Şengalê li ser kesayeta sosyalîst atolyeyek li dar xistin

Jinên Ciwan ên Şengalê li navenda Şengalê bi sernavê “Pêwist e kesayeta sosyalîst çawa be” atolyeyek li dar xistin û di atolyeyê de li ser kesayetên sosyalîst nîqaşên berfireh hatin meşandin

Şengal – Yekitiya Jinên Ciwan ên Şengalê li navenda Şengalê atolyeyek bi navê “Pêwist e kesayeta sosyalîst çawa be” li dar xistin. Nêzî 30 jinên ciwan tevlî atolyeyê bûn û li ser kesayeta sosyalîst nîqaşên berfireh dan meşandin. Her wiha di atolyeyê de nameya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku ji bo civaka Êzidî şandibû hat xwendin, nirxandinên Ocalan ên li ser jineolojiyê hatin nîqaşkirin. Di atolyeyê de jinên ciwan diyar kirin ku bi ronesansa Şengalê dê bersiva herî xurt bidin fermanan. Her wiha piştî nîqaşan der barê mijarê de li sînevîzyonê hat temaşekirin.

Jinên ciwan ên ku tevlî atolyeyê bibûn nêrîn û nirxandinên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Yek jê beşdara  atolyeyê endama ragihandina jinan a Şengalê Hêvî Ezda diyar kir ku di komxebatê de gelek mijarên girîng hatine nirxandin û wiha got: “Em weke ragihandina jinan a Şengalê tevlî atolyeya jinên ciwan bûn. Di vê atolyeyê de gelek mijarên girîng hatin nirxandin. Nameya Rêber Apo ya ji bo civaka Êzidî şandibû hat xwendin. Bi taybetî nirxandinên Rêber Apo yên li ser jineolojiyê ku gotibû ew projeya min a nîvcomayî wê bi jineolojiyê were temamkirin, ji aliyê jinan ve bi eleqeyek mezin hat pêşwazîkirin. Em gelek girîngî didin nameya Rêber Apo û pîroz dibînin. Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde dikin.”

‘Divê bi name û peyamên Rêber Apo vejînek çêbibe’

Hêvî Ezda destnîşan kir ku divê bi name û peyamên Ocalan vejînek li Şengalê çêbibe û ev nirxandin kir: “Ev atolye ji bo me weke perwerde bû. Divê beriya her kesê ciwan xwe perwerde bikin, ji ber ku ew pêşengên vê civakê ne. Ji bo ku fikir û felsefeya Rêber Apo li her derê cîhanê belav bikin. Bi taybetî jî li Şengalê ji bo ronesans pêk were pêwistî bi peşengiya ciwanan heye. Ancax bi vî awayî bersiva 74 fermanan wê bê dayîn. Heta em ciwan hebin em ê xwe perwerde bikin ji bo ku fermaneke din bi ser civaka me de neyê. Beriya fermanê em nikaribûn xwe perwerde bikin lê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe bi rêxistin kir. Bi taybetî jî jinan xwe di gelek waran de bi rêxistin kirin. Êdî dijmin nikare hêza jinan bişkîne û tune bike. Ji bo em têkoşîna xwe mezintir bikin çi ji destên me were em ê bikin. Rêber Apo jî dibêje ev pêvajo ji bo Şengalê jî vejînek e. Divê ku her kes xwe li ser vê fikir û felsefeyê perwerde bike heta vejîn li nav civaka me de çêbibe. Pêwist e em careke din rê nedin weke 3’yê Tebaxa 2014’an ferman li ser civaka me çêbibe. Weke ragihandina jin, bi kar û xebatên xwe yên ku em dimeşînin, em ê nehêlin ew keç û jinên Êzidî werin jibîrkirin. Jinên ciwan ên Êzidî wê tola fermanan bistînin.”

‘Em ciwan pêşengên vê civakê ne’

Endama Jinên Ciwan ên Şengalê Ruweyda Sedî jî di nirxandina xwe de bang li ciwanan kir ku têkoşîna xwe mezintir bikin û ev tişt got: “Me weke jinên ciwan atolyeyek li dar xist. Nêzî 30 jinên ciwan cihê xwe di vê atolyeyê de girtin. Ji bo ku em bibin jinên sosyalîst û civaka xwe bi rê ve bibin divê her ciwanek Êzidî tevlî kar û xebatên me bibe. Heke em xwe perwerde bikin kes nikare me bişkîne. Bangawaziya min ji her ciwanek re ew e ku xwe birêxistin bike. Em ciwan pêşengên vê civakê ne û erka li ser milên me ew e ku em civaka xwe azad bikin û azad bijîn.”