Di êrîşên Îsraîlê yên 24 saetên dawî de bi dehan Filistînî hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yên ku ji duh ve li dijî herêmên cuda yên Zîvala Xezayê didomin de zêdetirî 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan heta niha bênavber didomin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, di êrîşên Îsraîlê yên ku duh ji saetên serê sibehê ve dest pê kirin de, di nav de jin û zarok, zêdeyî 100 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku di êrîşan de kon û dibistan hatine hedefgirtin. Li aliyê din agahiyên ku gule li sivîlên li benda alîkariyê dimînin hatine barandin jî hatin parvekirin.

‘Kamasiya pêwistiyên avê ji sedî 76 derbas kir’

Şaredariya Xezayê hişyarî da ku hilweşîna sîstema avê nêz e û kêmasiya pêwistiyên avê gihîştiye ji sedî 76, ragihand ku kombûna bi hev re ya bi sedhezaran mirovên ji cihên xwe bûne, xetera nexweşiyên şewbê zêde kiriye. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Bajarê Xezayê di asta felaketê de ye, rûbirûyî pirsgirêka avê ye û ger demildest neyê mudaxelekirin dibe ku sîstema avê bi temamî hilweşe.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li bajarê Xeza ji 96 birîn avê, tenê 19 jê aktivîn, Îsraîl 56 bîr aniye halê neyê bikaranîn, 14 bîr jî ji ber êrîşên artêşa Îsraîlê xwegihandina wan zore û li herêmên ku bê ewlene mane.

Ji ber êrîşên Îsraîl yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha didome, felaketa mirovî tê jiyîn, li Xeza 2 milyon kes ji cihên xwebûne û zêdeyî 57 hezar kesan jî jiyana xwe ji dest dane.