Jinên bê nasname rastî her cure êrîşan tên
Jinên bê nav û bêdeng, her çendî di navbera du welatan de cih biguherînin jî li tu cihan ji bo jiyanê cih nedîtine. Jinên bê nasname, ji mafên xwe bêpar tên hiştin û nikarin li dijî tundî û cudakariya li hemberî wan tê kirin dengê xwe derbixin.

NESÎM AHMEDÎ
Kirmaşan – Yên vedigerin (Ma‘âvudîn) bi wateyeke din ‘ên bê nasname’ ne tenê navbûnek teknîkî ku li komek hatiye dayîn e, bi hêviya jiyana baştir koçî welatek din kirine, çîroka dirêj a yên bê nasname ku piştre rastî xişkandin, dûrxistin û cudakariyê hatine nêzî nîv sedsal e hê di nava nediyariyê de jiyana xwe didomînin. Vê çarenûsê ne tenê yên dikevin rêwîtiya koçberiyê, bandorê li nifşên piştre jî kiriye.
Vegera neçarî
Di sala 1970’an de bi dehhezaran koçberên Îranê, bi taybetî ji bajarên Îlam û Kirmanşanê yên Rojhilat bi hêviya kar û jiyana baş berê xwe dan Iraqê lê belê van koçberan di destpêka 1970’an de bi zorê vegerandin Îranê. Beşek jê dikaribûn nasnameya Îranê bigrin lê belê beşek girîng jî bi temamî bê nasname man, yan jî bi belgeya serlêdana nasnameyê neçar man bijîn.
Piştî ku demek li Îranê man, bi taybetî piştî Şoreşa 1979’an, piraniya van kesan, careke din vegeriyan Iraqê. Vê carê ne tenê ji bo kar, bi hêviya reva ji şer û mirinê lê belê di vê pêvajoyê de careke din ên herî zêde ziyan dîtine jin in.
Meryema ku bi kaxezekî mezin bûye bênav e
Meryem a 38 salî ku li Îlamê dijî çîroka xwe ya bê nasnamebûnê wiha dibêje: “Bavê min beriya şoreşê, ji Iraqê vegeriya Îranê. Piştî şoreşê careke din vegeriya Iraqê, li Ramadî dijiya. Ez li wê derê hatim dinyayê. Dema di sala 1991’ê de em vegeriyan Îranê, 4 salî bûm. Wê salê serlêdana nasnameyê hat kirin lê belê ji ber dayik û bavê min li Iraqê zewicîbûn û li Îranê zewaca wan a fermî nebû destpêkê li vê derê zewicîn. Lê belê midurê nifusê got beriya zewacê zarok çêbûye nasname neda min. Bi salan em pê ve mijûl bûn, tenê dikaribûm belgeya serlêdana nasnameyê bigrim. Tenê 5 salan di navenda perwerdeya gel de dikaribûm bixwînim. Ehliyeta min nîn e, qerta min a banqayê nîn e. Çûyîna nexweşxaneyê jî pirsgirêkek mezin e.”
Bê nasnamebûn bêparbûna ji mafê perwerde tenduristî û jiyanê ye
Pirsgirêkên ku jinên nasnameyên wan tunene dijîn, tenê bi ehliyet û qeyda dibistanê re ne sînordar e. Ji ber nikarin zewaca fermî çêbikin, zewac tenê bi belgeyên ne derbasdar û bi nivîsa dest dibe. Ev jî jinan bê parastin dihêle.
Piraniya van jinan li gundên xizan ên Îlam û Kirmaşanê dijîn. Piranî bêyî bibin 15 salî neçarî zewacê tên kirin. Zewac tenê li ber mezinên gundan, bi belgeyên bi dest hatine nivîsîn tên kirin. Di aliyê zagonî de derbasdar nîn e.
Encam
Mêr dikarin bi jinek din re bizewicin, jina ku hevjîna wan a yekem e bêyî maf bidinê, dest jê diberdin, jinên ku nasnameya wan nîn e şansa wan a lêgerîna mafê hiqûqî jî nîn e.
Bi kurtasî bê nasnamebûna jinan, bûye amûrek ku kêfa mêran rewa dike.
Jin bi zorê hatine bêdengkirin
Jineke 30 salî ya li navçeya Serpol Zehab a Kirmaşanê dijî wiha dibêje: “Ji ber pirsgirêkên nasnameya dayîk û bavê min, min qet nasname ne girt. Bi belgeya ku miduriyeta nifusê daye min, tenê dikaribûm heta pola yekem a dibistana navîn bixwînin. Piştre ez bi mirovê xwe re zewicîm. Piştî salan fêr bûm ku ew bi jineke din re zewiciye. Dema min ev jê re got, ji min re got ‘Jixwe bi zagonî tu ne hevjîna min î, xwe bêdeng bike û rezîl nebe.’ Ne ez dikarim bixwînim, ne jî bixebitim. Ne jî şansê min heye bi kesek din re bizewicim. Mecbûr min pejirand.”
Jinên nasnameyên wan hene jî tên dûrxistin
Jinên ku nasnameyên wan hene jî zoriyan dikşînin. Ji ber di nasnemayên wan de cihê lê hatine dinyayê ‘Iraq’ dinivîsîne, li hemberî wan pêşdaraziyê ava dike.
Mandana ya 40 salî wiha dibêje: “Di nasnameya min de cihê ku ez lê ji dayîk bûme Iraq dinivîsîne. Min di tu fîrmayan de kar negirt. Her karê ku min serlêdan kiriye ji ber vê ez hatim avêtin. Gelek kesên kar didin li gorî wan ez Iraqî me. Heta vî temenê xwe ez di tu karan de nexebitîm.”
Jinên bênav bêdeng û bê parastin hebûna wan jî tê redkirin
Li Kirmaşan û Îlamê jinên ku vê rewşê dijîn, li gorî jinên din jiyana wan gelek zortir e. Dema jin bê nasname bin di rewşên tundî, destavêtin û zextan de şansê wan tune ye dengê xwe derbixin. Rastî tundiya di nava malê de werin jî ji wan re dibêjin ‘jixwe di qeydan de navê we nîn e.’
Hemû jin rastî tundiya civakî tên lê belê ev jin hem ji ber jin in, hem jî ‘di qeydên fermî de navê wan nîn e’ rastî tundiya girantir tên. Mixabin ev rewş, li malê, li kolanan, li cihên kar û her cihî zemîn ji êş, dûrxistin û destavêtinê re çêdike.