Jinên Êzidî: Em ji Rêber Apo bawer in
Jinên Êzidî bi kêfxweşiyeke mezin dîtina dîmen û bihîstina dengê Ocalan, pîroz kirin û diyar kirin ku piştî 26 salan bi dîtin û bihîstina dengê Ocalan gelek kêfxweş bûne, hêvî dikin ku di demek nêz de Ocalan azad bibe û wî bi zindî bibînin.

Şengal – Piştî 26 salan dîmen û dengê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9’ê Tîrmehê de hat weşandin li navenda Şengal û navçeya Xanesorê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) û meclisên gel ve şahiyek hat lidarxistin.
Destpêkê li dîmenê Abdullah Ocalan hat temaşekirin û qonaxa nû hat nîqaşkirin. Piştî temaşekirina dîmen û nîqaşan, gel bi coşa dîtina Ocalan a piştî 26 salan govend gerand. Şahiya gel heta derengiya şevê berdewam kir.
Di şahiyê de jinên ku piştî 26 salan dîmen û dengê Ocalan temaşe û guhdar kirin, kêfxweşiya xwe bi ajansa me re parve kirin.
Endama Meclisa Jinan a Sibayê Nesrîn Huseyîn diyar kir ku piştî 26 salan cara yekem e deng û dîmenê Ocalan dibînin û wiha got: “Em gelekî kêfxweş û bi kelecan in. Me dît tenduristiya wî jî baş e, kêfxweşî û kelecanek gelek mezin ji me re çêbû. Nirxandin û axaftina Rêber Apo ji bo civaka me ya Êzidî gelekî bi wate ye. Em ê heta dawiyê li ser fikrên Rêber Apo bin û xwe mezin bikin.”
Nesrîn Huseyîn di axaftina xwe de peyama Ocalan weke qonaxa nû nirxand û ev tişt anî ziman: “Di bangawaziya Rêber Apo de biryara çekdanînê û êdî di warê fikrî û siyasî de meşandina têkoşînê hebû. Bi vî awayî em nabêjin barê me sivik bûye, berovajî barê me girantir bûye. Pêwist e em bêhtir kar û xebatê bidin meşandin.”
‘Em dixwazin ne tenê bi dîmen Rêber Apo zindî jî bibînin’
Endama Meclisa Gel a Sibayê Zehrê Şemo destnîşan kir ku çend sal in bi hêviya dîtina Ocalan in û wiha pêde çû: “Piştî 26 salan dîtina dîmen û bihîstina dengê Rêber Apo gelek kêfxweş bûn. Me bawer nedikir ku em ê rojekê dîmenê Rêber Apo wisa bibînin. Em dixwazin rojekê ne bi dîmen zindî jî Rêber Apo bibînin. Em hêvî dikin di demek nêz de Rêber Apo azad bibe û were nava civaka me em wî bibînin.”
‘Bi dîtina dîmen û bihîstina dengê Rêber Apo em ji nû ve hatin dinyayê’
Berdevka Meclîsa Tilezêrê Firuz Şingalî jî kelecana xwe ya di nava rojê de jiyaye weke ji nû ve hatina dinyayê pênase kir û wiha got: “Ne tenê vê rojê em her dem li hêviya dîtina Rêber Apo ne. Em civaka Êzidî gelekî kêfxweş bûn bi dîtina wî û bihîstina dengê wî. Dema me dîmenê Rêber Apo dît û dengê wî bihîst, me hîs kir ku em nû hatine dinyayê.”
Di nirxandina xwe de Firuz Şingalî bal kişand ser gavên girîng ên ji hêla Ocalan ve hatine avêtin û wiha domand: “Di vê pêvajoyê de Rêber Apo gavên girîng avêtin lê dewletê hê jî gavên berbiçav navêtiye. Di axaftina xwe de Rêber Apo dibêje ‘ez tenê azadiya xwe yê şexsî nafikirim, dema hemû gelên bindest û gelê me azad bibe jixwe ez ê jî azad bibim.” Rêber Apo dibêje bila gerîla çek daynin. Heke dewlet jî dilxwazê vê pêvajoyê ye pêwist e ew jî şert û mercên vê pêvajoyê bi cih bîne. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Weke civaka Êzidî em jî dixwazin Rêber Apo bibînin.”
‘Ji 7 salî heta 70 salî em gelek kêfxweş in’
Berdevka Meclîsa Gel a Şengalê Emşê Korkorkî jî bi van hevokan hestên xwe û gavên divê bên avêtin anî ziman: “Piştî 26 salan me deng, dîmen û rengê Rêber Apo dît û ev rojeke dîrokî ye. Em gelekî kêfxweş bûne. Ji 7 salî heta 70 salî civaka me îro gelekî kêfxweş e.
Her wiha di peyama Rêber Apo de biryara çekdanînê hebû lê divê êdî dewlet jî gavên pêwist biavêje. Em di wê hêvî û baweriyê de ne ku ev pêvajo bibe wesîleya çareserkirina hemû pirsgirêkan. Fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelan in. Em civaka Êzidî 11 sal in li ser fikrên Rêber Apo xwe bi rê ve dibin û axa xwe diparêzin. Her çar parçeyên Kurdistanê bi wan fikran xwe bi rê ve dibin. Em ji Rêber Apo bawer in. Em hêvî dikin piştî vê pêvajoyê serkeftin wê ya me be û ji bo hemû cîhanê bibe çareserî.”