Tevgera Şemiya Mor: Divê ji ber binpêkirinên li dijî jinan ji Talîbanê hesab bê xwestin
Tevgera Şemiya Mor bi daxuyaniyekê anî ziman ku fermanên girtinê yên ku Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî li dijî serokê Talîbanê Heybatullah Akhundzadeh û Serokê Dadgeha Bilind Abdulhekîm Xakaniyan ve biriye girîng e.

Kabîl – Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ve li dijî serokê Talîbanê Heybatullah Akhundzadeh û Serokê Dadgeha Bilind Abdulhekîm Xakaniyan biryara girtinê da. Ev biryar wek pêşketineke girîng di bidawîkirina çanda bêcezatîyê û misogerkirina edaletê de tê hesibandin.
Tevgera bi navê "Şemiyên Mor" daxuyaniyek da û vê biryarê wekî derfeteke dîrokî bi nav kir. Lê belê, hişyarî da ku ger ev biryar tenê sembolîk an dîplomatîk bimîne, binpêkirinên mafên mirovan li welêt dikarin zêdetir bibin. Tevgerê tekez kir ku Talîban dê bi awayekî sîstematîk li ser tepeserkirina jinan, komên etnîkî û komên din ên lawaz berdewam bike heya ku hesab neyên xwestin.
Piştgiriya raportora NY’yê û çavdêriya mafên mirovan
Raportorê Taybet ê NY yê ji bo Efganistanê Richard Bennett, biryarê wekî "gaveke mezin ber bi edaletê ve, nemaze ji bo jinan" bi nav kir. Richard diyar kir ku ev biryar peyama rejîmên ku mafên nîvê nifûsa xwe nas nakin, divê rewatiya navneteweyî bi dest nexin daye. Richard diyar kir ku serdema bêcezatiyê ji bo sûcdarên şer bi dawî bûye.
Lîz Onsen ku rêvebira cîbicîkar a Human Rights Watch e, got ku rêberên Talîbanê ji ber kiryarên wan ên zordar li dijî jin û kêmnetewên zayendî tên darizandin. Wî bang li civaka navnetewî kir ku piştgiriyek tam bidin darizandina vê dozê. Richard bi mînaka Rodrigo Duterte li Fîlîpînan, got ku "Ger edalet were xurtkirin, qurbanî dikarin rojekê dengê xwe li dadgehê bi cîhanê bidin bihîstin."
Daxwaza lêkolînên zêdetir
Lîz tekez kir ku divê dadgeh lêkolîna binpêkirinên mafên mirovan ên ku ji bilî Talîbanê ji hêla hemî aliyan ve hatine kirin, di nav de DAIŞ-Xorasan, hêzên ewlehiyê yên berê yên Efganistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, bidomîne. Lîz diyar kir ku edalet tenê bi gihîştina wekhev ji hemî kesên ku bi binpêkirinan re rû bi rû hatine dikare were bidestxistin.
Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê berê
Wezîrê Karên Derve yê berê yê Efganistanê Rangîn Dadfar Spanta jî biryar wekî "berhemê têkoşîna jinan û parêzvanên mafên mirovan" nirxand. Rangîn got ku her çend ev kes neyên girtin jî, biryara Dadgehê ji bo naskirina qanûnî ya sûcên wan pir girîng e.
Naveroka Biryara Dadgehê
Dadgeha Cezaya Navneteweyî roja Sêşemê ragihand ku li gorî madeya 7’an a Peymana Romayê, ji bo rêberên Talîbanê Akhundzadeh û Khagani ji ber sûcên li dijî mirovahiyê - bi taybetî cudakarî û tundûtûjiya li dijî jin û kêmneteweyên zayendî û binpêkirina mafên bingehîn - di çarçoveya rewşa li Efganistanê de fermana girtinê daye.
Dadgehê diyar kir ku kiryarên van kesan ji dozên tundûtûjiyê yên takekesî wêdetir çûne û beşek ji pergaleke sazûmanî û avahîsazî ya cudakariyê ne.
Wekî din, Dadgehê destnîşan kir ku van rêberan ji 15ê Tebaxa 2021’an vir ve, ji dema ku Talîban Efganistanê birêve dibe de bi awayekî sîstematîk jinan ji mafên wan ên bingehîn (perwerde, kar, azadiya derbirînê û hebûna li qadên giştî) bêpar kirine, di heman demê de kesên ku li dijî wan derdikevin, bi taybetî ji ber meyla zayendî an nasnameyê, rastî zext û muameleya xerab tên.