Jinên Bamyanê bi hêvî û berxwedanê Newrozê pîroz kirin
Tevî astengiyên Talîbanê jî jinên Efgan, bi rêbazên xwe Newrozê pîroz kirin. Jinên ku çûn ziyaretgeh û cihên ji gel re vekirî, demek kêm be jî kêliyên bi hêvî û bextewar jiyan.

BAHARAN LEHÎB
Bamyan – Talîbana ku rêveberiya Efganistanê desteser kir, bi armanca ku serweriya xwe nîşan bide, cejna Newrozê û cejnên olî Remezan û Qurbanê bi merasimên fermî li gor biryarên xwe li dar dixe. Li dijî van pêkanînan gel bertek nîşan dide lewre welatiyên Efgan dixwazin van rojên taybet li gorî salnameya navneteweyî pîroz bikin. Îsal jî diviyabû Newroz roja Pêncşemê bûya lê bi biryara Talîbanê roja Înê ango weke roja destpêka sala 2025’an hat îlankirin.
Tevî vê yekê jî jinan derfetên xwe bi kar anîn, bêyî ku guh bidin îtirazên Talîbanê, cilên nû li xwe kirin, bi zarokên xwe re berê xwe dan cihên ku diyar kiribûn. Yek ji ziyaretgehên li bajarê Bamyanê wê rojê bû cihê serdana gelek jinan.
‘Talîban her tişt ji bo jinan heram dibîne’
Fozîa Safa ya 21 salî, bi kenê li ser rûyê xwe, wiha behsa biryara pîrozkirina Nawrozê dike: “Talîban, Newrozê, perwerde û xebata jinan heram dibîne lê ez û hevalê xwe bi biryarên tiştên ku me bextewar dikin bikin. Em rastî zextan jî werin em ê bidomînin.”
Hinek li pêş, Şîma Vasika ku zarokên xwe girtiye bin milên xwe wiha dibêje: “Min xwest îro bi zarokên xwe re bê fikar derbas bikim. Ez hêvî dikim îsal jiyana me azadtir û baştir be.”
Di nava ziyaretgahê de Fozia Nur û keça wê ya ciwan bi hev re rûniştîne. Ji rûyê wan xizanî xuya dike. Dema em çûn ba wan, me bi dilgermî pêşwazî kirin û destûr dan em li ba wan rûnên. Fozia Nur bi van gotinan behsa zoriyên ku kişandine dike: “Em peyatî hatin vê derê lewre pereyê rê bi me re tunebû. Li ba me di serê salê de dîtina hêşînahiyan û destdana wan kevneşopiyek e, ruhê me nû dike. Ji bo em vê rojê pîroz bikin ez bi keça xwe re ji malê derketim hatim vê derê.”
Kurê min di dema hikumeta beriya niha de li Kabîlê dixebitî, di êrîşeke xwekuj de jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê ve ez û keça xwe di mercên pir zor ên aborî de ji bo jiyanê têdikoşin. Ez di nava zeviyan de dixebitim, dîtina kar pir zor e. Her kes di heman rewşê de ye. Mirov hewl didin bi çandina zeviyên xwe pariya nanê xwe derxin. Hewldana min tenê ew e ku ez ji bo keça xwe derfetên baş ji bo pêşerojê ava bikim.”
Îsal jî Newroz, di bin astengî û zextan de derbas bû lê jinên Efgan, derfetên herî biçûk bi kar tînin û hewl didin jiyana xwe û zarokên xwe xweş û bextewar bikin.