Jinên Êzidî: Em ê têkoşîna xwe di sala nû de mezintir bikin
Jinên Êzidî ku sala 2025’an bi têkoşîn û berxwedanê derbas kirin, bi hêvî û baweriyek mezin sala nû pêşwazî dikin. Jinan diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe di sala nû de mezintir bikin.
Şengal – Bi nêzbûna sala 2026’an jinên Êzidî amadekariya sala nû dikin. Di sala 2025’an de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî(TAJÊ) di serî de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rêxistinkirina jinên Êzidî her dem di nava çalakî û tevgerê de bûn. Di sala nû de jinên Êzidî bi biryar in ku wê têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin.
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel û endama Meclîsa Xweser a Şengalê Xalîde Cemal hêvî û daxwazên xwe yên sala 2026’an ji ajansa me re anîn ziman.
‘Di sala nû de em dixwazin Rêber Apo di navbera xwe de bibînin’
Endama Meclîsa Xweser a Şengalê Xalîde Cemal sala nû li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û wiha axivî: “Ez destpêkê vê sala nû li Rêber Apo, hemû jinên cîhanê, civaka Êzidî û hemû gelan pîroz dikim. Hêvî dikim saleke xêr û xweşî be. Wekî Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) me di sala 2025’an de gelek kar û xebat dan meşandin. Girêdayî hemleya azadiya Rêber Apo û ji bo pêşîgirtina qetlîamên li ser jinan me gelek çalakî li dar xistin, daxuyanî dan. Hêvî û daxwaza me, di sala nû de ew e ku Rêber Apo ji zindanê derkeve û em wî di navbera xwe de bibînin. Wekî civaka Êzidî me gelek ferman û komkujî dîtin lê me tu carî terka bawerî û rê û resmên xwe nekir. Em dixwazin di sala nû de civaka me bi awayekî zêdetir xwedî li çand û baweriya xwe derkeve. Îsal di nava aramiyê de me cejn û rojên xwe yên pîroz pêşwazi kirin. Bi saya têkoşîna me her diçe Şengal xweştir dibe. Bila gelê kesên ku hê di kampan de dimînin, bi dilekî rehet vegerin cih û warên xwe da ku em bi hev re di aramiyê de bijîn.”
‘Armanca me di sala nû de ew e ku em xwe bigihîjînin hemû jinên Şengalê’
Xalîde Cemal li ser sala nû de hedef û armancên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) wiha anîn ziman: “Armanca me di sala 2026’an de ew e ku em xwe bigihîjînin tevahî jinên ku heta niha fikrên Rêber Apo nas nekirine. Em dixwazin fikrên Rêber Apo bi hemû jinan bidin naskirin ku hemû jin li derdora fikrên Rêber Apo xwe perwerde û bi rêxistin bikin.”
‘Em dixwazin sala nû bibe sala wekhevî û azadiya gelan’
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel sala nû li Rêber Apo û Tevgera jinan pîroz kir û wiha got: “Di serî de ez sala nû li Rêber Apo û hemû jinên cîhanê pîroz dikim. Bila sala 2026’an ji gelê me û rêxistina me xêr û xweşî be. Em ji Xwedê û Tawisê Melek bi hêvî ne, ev sala nû bibe azadiya fizîkî ya Rêberê me, azadiya gelê me û azadiya hemû mirovên bindest. Em dixwazin sala nû bibe sala wekhevî û azadiya gelan, salek bi edalet û bi heqî, da ku ev xwîn û qetlîam bisekine, aştî çêbibe. Her wiha Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo daye destpêkirin li Rojhilata Navîn û li cîhanê bi ser bikeve.”
‘Sala 2025 saleke bi têkoşîn û berxwedan bû’
Neam Bedel anî ziman ku di sala 2025’an de wan ji Rêber Apo gelek peyam û name girtine û wiha got: “Sala 2025’an saleke hem xweş hem jî bi êş bû. Salek tije têkoşîn û berxwedan bû. Di encama êrîşên dijmin de me gelek şehîd dan. Dîsa gelek şehîdên salên borî ku li vir û li çiyayên azad şehîd ketibûn hatin îlankirin. Em wan şehîdan bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin, ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazin. Me gelek bedelên giran dan. Ji aliyê din ve jî me ji Rêber Apo agahî girt. Rêber Apo ji civakê û jinên Êzidî re gelek peyam, name û diyarî şandin. Me jî hewl da peyamên Rêber Apo fêm bikin, ji bo wê jî me li ser van peyam û nameyan nîqaş meşandin.”
‘Divê sala 2026’an bibe sala azadiya jinan’
Neam Bedel bal kişand ku çend roj başê dikevin sala nû, hêvî û daxwazên civaka Êzidî, hedef û armancên xwe wiha anîn ziman: “Em bi hêvî ne civaka me di vê sala nû de zêdetir xwe bi rêxistin bike û têkoşîna xwe mezintir bike da ku li hemberî her rewşê bikaribe li ber xwe bide. Em dixwazin ev sal bibe sala xêr û xweşiyê û tifaqa navbera gelê me. Hedef û armanca me ya sala nû ew e ku em di vê salê de jinên ku hê jî fikrên Rêber Apo nas nekirine, rêxistina me nas nekirine em xwe bigihîjînin wan û Rêber Apo bi wan bidin naskirin. Da ku ew jî bikaribin xwe ji zordariyê, zilmê û ji qetlîaman rizgar bikin. Li ser van esasan xwe bi rêxistin bikin, li ber xwe bidin. Hêviya me ew e ku sala 2026’an bibe sala azadiya jinan. Bila êdî jin neyên kuştin. Em ji civaka xwe jî vê dixwazin bila pêşiya xwekuştina jin û ciwanan bê girtin. Dîsa bila rê nedin zewacên di temenê biçûk de, keçên temenê wan zarok nedin zewicandin.”
‘Şengal ji berê xweştir bûye’
Herî dawî Neam Bedel bang li civaka Êzidî kir ku vegerin Şengalê û wiha got: “Em her den bang li civaka xwe dikin ku vegerin ser cih û warên xwe. Em hêvî dikin îsal kesên ji civaka me yên ku hê jî venegeriyane Şengalê, vegerin. Şengal cihê wan e û ji berê xweştir bûye. Di roja me ya îro de zêdetir Êzidî li Şengalê bi cih bûne. Li gund û komelgehên ku hatibûn dagirkirin de îro Êzidiyên ku vegeriyane bi aramî dijîn. Hemû pêwistiyên civakê hatine pêşwazîkirin. Beriya ku di cihê li dimînin de tiştek bê serê wan pêwist e hemû vegerin.”