Jinên Êzidî: Em di sala nû de dixwazin Rêber Apo bibînin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekê daxwaza xwe ya dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî anî ziman.

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ber bi sala nû ve daxuyaniyek da. TAJÊ di daxuyaniya xwe daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman.

Daxuyaniya TAJÊ wiha ye:

“Sala 2025 em xilas dikin, em derbasî salek nû dibin. Em salek li pey xwe dihêlin, em sala 2026 li Rêbertî, şervanên Rêbertî pîroz dikin. Ev 27 sale Rêbertî di nav tecrîdek pir giran de tê ragirtin. Pêvajoya aştî û civaka demokratîk salek li pey xwe dihêle. Bi israra Rêber Apo ev pêvajo hat destpê kirin. Ev pêvajo ji bo ku aşîtiyek mayînde li heremê û hemû cîhanê pêk were hat destpêkirin. Tevgera azadiyê jî xwe tevlî vê pêvajoyê kir. Gelek gavên dîrokî avêt. Fesîxa PKK, şewitandina çekan û vekişîna gerîla ji bakûrê Kurdistanê  hemû jî gavên pir dîrokî bûn. Ev bi xwe re aliyek hêstiyarî jî ava kir.

‘Heya ku Rêber Apo fîzîkî azad nebe û em wî nebînin em narawestin’

Ji bo ku ev pêvajo bi ser bikeve Rêbertî kedek pir mezin dide. Lê belê li gel vê pêvajoyê jî derfet û îmkanên ku tên xwestin nadin Rêbertî tenê şandeyên diçe li gel wî hene. Ev ne têrker e. Ev îmkan nehatiye çêkirin. Bi hemle ya em dixwazin Rêber Apo bibînin re em dûbare dibêjin. Em dixwazin Rêbertî bibînin. Çareseriya hemû pirsgirêkan Rêber Apo ye. Ger ev pêvajo bi serbikeve û azadiya fîzîkî ya Rêber apo pêk were yê hemû herem û Rojhilata Navîn yê çareseriyek demokratîk bijîn. Em dixwazin Rêbertî azad bibe û wî bibînin. Mafê me ye ku em Rêberê xwe, mamostê xwe û şêwra xwe bibînin. Ev mafê me ye ku ew perspektifa bide me. Çawa ku Rêbertî di nameya xwe de gotiye ‘ew cilên ku we diyarî ji min re şandiye ez ê pê werim Çiyayên Şengalê’. Em jî soz didin heya ku Rêbertî azad nebe, em wî li çiyayên Şengalê bi wan cilan wê ne bînin em ê tu carî nerawestin. Em ê heya dawiyê ji bo fikra azad a Rêber Apo û rêxistinkirina jinên êzidî heya dawî yê em e karê xwe bidin meşandin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.