Jinên Êzidî: Em bi fikrên Rêber Apo bi azadiyê hesiyan
Jinên Êzidî der barê pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de axivîn, diyar kirin ku ew piştî zanîna fikrên Ocalan ketine ferqa azadiyê û gotin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê her dem li ser piyan bin.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ
Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 26’ê Çileyê de bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi dirûşma ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ pêngav dabû destpêkirin. Ji roja ku pêngav hatiye destpêkirin ve heta niha jinên Êzidî bi çalakiyên cur be cur li ser piyan in û diyar dikin ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê dê nesekinin û her dem li ser piyan bin.
Di çarçoveya pêngavê de heta niha TAJÊ gelek civîn, semîner û meş li dar xistine û jinên ku tevlî wan çalakiyan dibin diyar dikin ku ew piştî naskirina fikrên Ocalan ketine ferqa ku divê jin azad bibin.
Der barê pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de jinên Êzidî nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
‘Heta em Rêber Apo bi fîzîkî rizgar nekin em ê rûnenin’
Jina bi navê Wetha Hecî diyar kir ku ji roja naskirina fikrên Ocalan ve ew xwe birêxistin dikin û wiha got: “Em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dixwazin. Ji bo azadiya wî, em her cure çalakiyan li dar dixin. Çi ji destên me tê em dikin. Dema hatina çeteyên DAIŞ’ê ku bi taybetî bi ser civaka Êzidî ve hatibûn şandin, me bawer nedikir hêzek were me xilas bike lê gerîla hatin me rizgar kirin, ji bo me rizgar bikin gelek şehîd dan. Li ser vê esasî heta em rêbertî bi fîzîkî rizgar nekin em rûnanin û her dem li ser piyan in. Ez hêvî dikim jin û civaka Êzidî xwe li ser fikrên Rêber Apo birêxistin bikin.”
Wetha Hecî herî dawî bang li hemû jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan rabin ser piyan.
‘Em ketin ferqa azadiyê’
Jina bi navê Semîra Şengalî jî destnîşan kir ku jinên Êzidî li ser xeta azadiya jinan û bi fikrên Ocalan xwe bi rêxistin kirine, bi pêş xistine û ev nirxandin kir: “Divê her jin xwe perwerde û birêxistin bike. Piştî naskirina fikrên Rêber Apo em ketin ferqa ku divê em azad bibin û ji bo vê fikrê em spasiya Rêber Apo dikin.”
‘Divê civak li ser fikrên Rêber Apo xwe birêxistin bike’
Semîra Şengalî bal kişand ser nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji civaka Êzidî re şandiye û ev tişt anî ziman: “Nameya Rêber Apo ku ji me re şand vejîneke nû ye. Ji ber vê piştî naskirina fikrên Rêber Apo divê jin û civaka Êzidî êdî nebêjin em tu tişt nizanin û belengaz in. Divê em dîroka xwe ji bîr nekin û li ser vê rastiyê xwe ji nû ve birêxistin bikin.”
Ji bo azadiya Rêber Apo em ê di nav çalakiyan de bin
Di dawiya axaftina xwe de Semîra Şengalî destnîşan kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan weke jin dixwazin gelek çalakî û hemleyên cur be cur li dar bixin û got ku ew bi hêvî û bawer in dê bi çalakiyên wan azadiya fîzîkî ya Ocalan di demeke nêz de pêk were.