Jinan bi keziyên xwe bersiv dan hovîtiya çeteyên HTŞ’ê

Duh bişev bi sedan jinên Kurd di platforêmên medyaya dijîtal de li dijî hovitiya çeteyên HTŞ, DAIŞ û dewleta Tirk a li hember şervanên jin, keziyên xwe hunandin û piştgirî dan berxwedana şervanên jin.

Navenda Nûçeyan- Çeteyên hov yên HTŞ-DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker li Rojavayê Kurdistanê êrîşî mirovahiyê dikin. Çeteyên hov bi taybetî jinan dikin hedef û dixwazin îradeya gelê Kurd bi kiryarên xwe yên qirêj bişkînin. Lê berxwedana jinên Kurd a li hember çeteyan, tirsek mezin xistiye dilê wan. Piştî ku di torên civakî de çeteyan hinek dîmenên li dijî jinan belav kirin, jinên Kurd yekser helwesta xwe nîşan dan û kiryarên qirêj şermezar kirin.
Duh bişev bi sedan jinan li dijî hovitiya çeteyan piştgirî dan şervanên jin. Jinan di platformên medyaya dijîtal de bi belavkirina dîmenan, keziyên xwe hunandin û piştgirî dan berxwedana şervanên jin.
Jinan di medyaya dijîtal de tevî hunandina keziyên xwe peyam dan û ragihandin ku ger keziyek were birîn, wê bi hezaran keziyên din werin.
Her wiha jinan bang li hemû jinan kirin ku bi hunandina keziyên xwe tevlî berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin.