Jina Êzidî ya ji DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin: HTŞ’ê û DAIŞ yek in
Jina Êzidî Berfîn a ku di fermana 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji Şengalê hatibû revandin û piştre hat rizgarkirin, da zanîn ku ji ber anîna DAIŞ’iyan a Iraqê bi fikar in û got: “Em ditirsin ku tiştên me berê dîtin, dîsa bibînin.”
FARAŞÎN MERWAN
Şengal – Di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de bi Fermana 74’an çeteyên DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kirin. 7 hezar kes qetil kirin û 5 hezar jinên êzidî bi destê çeteyên DAIŞ’ê hatin revandin. Di heman demê de bi hezaran jinên êzidî yên ku hatibûn revandin ji aliyê şervanên YPG-YPJ, gerîlayên HPG û YJA-Starê ve hatibûn rizgarkirin. Lê belê îro jî çarenûsa piranî ji van jinên êzidî yê ku hatibûn revandin hê nediyar e.
Berfîn revandin û ji malbata wê veqetandin
Jina êzidî ya bi navê Berfîn Şivan Emo ji gundê Koço jî yek ji wan jinên êzidî ye ku di 16 saliya xwe de di 3’yê Tebaxê de tevî malbata xwe dikeve destê çeteyên DAIŞ’ê. Heman roja ku jina êzidî Berfîn û malbata wê dikevin destê çeteyên DAIŞ’ê, zilamên malbata wan 2 birayên wê û apên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tên qetilkirin û ew jî şahidiya vê yekê dike. Her wiha çeteyên DAIŞ’ê dema ku wê û dayîk û xwişkên wê direvînin û dibin wan li herema Şengalê, Til Eferê û Misûlê di nav şer de li gel xwe digirin. Piştre jî Berfîn û malbata wê hemû ji hev vediqetînin.
Çîroka Cîlana berxwedêr
Jina êzidî Berfîn di vegotinên xwe de da zanîn ku ji bo jinên ku revandine ji nav destê çeteyan nerevin dermanên tahma wan nexweş û her bihêle ku mirov nikaribe serê xwe ji erdê rake kirine nav xwarin û vexwarina wan. Cîlan, jinek din a êzidî ye ku bi Berfîn re li heman cihê dimîne. Di nav civaka êzidî de ji bo parastina ola xwe û ji bo ku di destê DAIŞ’ê de nemîne, dawî li jiyana xwe aniye. Ji ber vê sedemê jî di nav civaka êzidî de pir behsa Cîlan tê kirin û cîhek taybet didin wê. Dema ku Cîlan dawî li jiyana xwe tîne jina êzidî Berfîn jî li heman derê ye. Berfîn bi van gotinan qala Cîlan kir: “Cîlan bi zorê li pêş çavên me birin û kirin hemamê. Lê Cîlan ji bo ku di nav destê wan çeteyan de nemîne dawî li jiyana xwe anî. Di wê kêliyê de min guleyek bixwara xwîn ji laşê min nediçû, emrê min biçûk bû û ez gelek tirsiyam.”
Nêzî 70 kes ji malbata wê hatine qetilkirin, wendakirin û revandin
Berfîn di peşkavêtinê de ji çeteyek DAIŞ’ê re derdikeve û bi darê zorê tê zewicandin. Ev çete ji ber ku li Şengalê di nav şer de cîhê xwe digre, Berfîn her li gel xwe digire û Berfîn bi piranî li heremên Iraqê dimîne. Berfîn dijwariya jiyana xwe ya bi wî çeteyê DAIŞ’ê re bi gotinên “Yekî ku tu zanibî birayên te kuştiye û çeteyek DAIŞ’ê ye,mirov dikare jiyanek çawa pê re bijî?” anî ziman. Bi vê ve girêdayî jî dema ku me pirsa rewşa malbata wê jê kir Berfîn da zanîn ku nêzî 70 kes ji malbata wê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine qetilkirin, wendakirin û revandin.
‘Çeteyên DAIŞ’ê qîmet nadin jinê’
Berfîn diyar kir ku dema di destê wan de bûye her şeva ku razaye xwe li mala xwe xeyal kiriye lê her tim bi kabûsek hişyar bûye. Her wiha dema ku behsa hovitiya çeteyên DAIŞ’ê ya ku li beranber jinan dihat kirin dikir, di çavên wê de ew tiştên ku di nav du salan de jiyayi û dîtiye, bi zehmetiyekî ku gotin di qirika wê de asê diman, vegot. Her wiha Berfîn anî ziman ku li gel çeteyên DAIŞ’ê tu carî qîmeta jinê neditiye, berovajî wê, ji nêrîna ku jinan wek kole dibîne û zilmê li jinê dike cûdatir tiştek neditiye.
‘HTŞ’a ku êrîşî Rojava kir û DAIŞ yek in’
Berfîn piştî ku du salan di destê çeteyên DAIŞ’ê de dimîne rizgar dibe û vedigere Şengalê û niha li Şengalê dijî. Bi êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava re, jina êzidî Berfîn wan rojên wek kabûsek bûn, bi bîr tîne. Berfîn da zanîn ku ew heman çeteyên DAIŞ’ê ne ku bi navê olê, civakek di komkujiyan re derbas dikin û jinan direvînin. Berfîn wiha got: “Fermana ku di sala 2014’an de ji bo civaka êzidî hatiye dayîn, heman tiştin îro li Rojava pêk tînin. Dema ku min êrîşên wan çeteyan dît, min heman hêsta ku wê demê ez ketibûm destê wan çeteyan jiyan kir. Tiştên ku dema ez li gel wan bûm min dît wekî kuştin, talan û êrîşên li ser jinan bû, îro li wir jî heman kiryarên DAIŞ’ê ne. Ez naxwazim tiştên ku me dît, bê serê kesek dîn jî.”
‘Anîna çeteyên DAIŞ’ê ya Iraqê metirsiyek mezin li ser Şengalê ye’
Berfîn vegûhestina çeteyên ku di zîndanan de bûn û anîn Iraqê jî, wek metirsiyek li ser jinên êzidî û civaka êzidî bi nav kir. Berfîn diyar kir ku wek jinek êzidî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye revandin, tirsek di wê de çêkiriye û wiha got: “Bi veghestina çeteyên DAIŞ’ê ji bo Iraqê re ez ji xwe re dibêjim tiştên ku min jiyan kir dibe ku dîsa dûbare bibe.Ji ber vê jî tirsek mezin di min de ava bûye. Ez nizanin çi çêbibe lê gelek zehmet û bi êş e. Ez wek jinek êzidiya ku esîr ketim destê çeteyan, anîna wan a Iraqê û bicîhkirina wan a li nêzî Şengalê qebûl nakim. Ji ber wê jî ez îro di wê zanebûna xweparastinê de me ku dizanim êrîşek li ser Şengalê ger dûbare çêbibe ez ê wek jinek êzidî bi parastina xwe ve rabim û ez ê liberxwe bidim.”