Jin li pişt ekranên telefonên destan çawa rastî gef û tacîzê tên?

Jin bi rêya amûrên ragihandinê, ji gotinên neguncaw bigre heta gefan rastî tundiya devkî tên. ; ev Parêzer Rezan Şêx Dilêr dibêje: “Divê jin ji gilîkirinê netirsin û kesên ku van kiryaran dikin, bên cezakirin.”

DERÎN REHÎM

Silêmanî - Bi berfirehbûna bikaranîna amûrên ragihandinê û torên civakî, tundiya sîber a li dijî jinan bûye diyardeyeke civakî ya hesas. Di vê çarçoveyê de, gelek jin rastî gef, heqaret, eşkerekirina agahiyên kesane û razên xwe tên. Binpêkirina nepeniya kesane, bi cezayê girtîgehê (ji 6 mehan heta 5 salan) û cezayê pereyan, an jî yek ji van her du cezayan tê cezakirin.

Lê tevî hebûna vê çarçoveya yasayî, ev pirs derdikeve holê: Gelo jin bi temamî ji mafên xwe yên yasayî agahdar in? Ger ku agahdar bin, çi dibe sedem ku ew di gilîkirinê de dudil bin û li hemberî vî cureyê tundiyê bêdeng bimînin?

Dikare bibe sedema binpêkirina nepeniyê, têkdana aramiyê û zirarê dide jiyan û rûmeta jinan

Tundiya sîber tenê bi gef an heqaretan bi dawî nabe. Dikare bibe sedema binpêkirina nepeniyê, têkdana aramiyê û zirarê dide jiyan û rûmeta jinan. Her çend Yasaya Hejmar 6 a sala 2008’an ji bo van cureyên sûcan cezayan diyar dike jî, hîn jî pirsên girîng derbarê hişyariya yasayî û civakî ya jinan, baweriya wan a bi saziyên têkildar û asta parastina qurbaniyan de hene. Parêzer û çalakvan Rezan Şêx Dilêr ji ajansa me re got ku divê jin mafên xwe bizanibin, divê piştgirî bidin qurbaniyan û divê saziyên têkildar bi cidiyet û berpirsyarî nêzîkî gilî û gazincên wan bibin.

‘Divê jin bêyî tirs gilî û gazincan tomar bikin’

Rezan Şêx Dilêr diyar kir ku hişyariya yasayî di nav jinan de ji bo têkoşîna li dijî tundiyê, yek ji faktorên herî girîng e lê tenê hişyarî têr nake ku dawî li vê diyardeyê bîne. Divê jin, hem di nava malbatê de û hem jî li derveyî wê, mafên xwe yên yasayî bizanibin. Lê ev agahdarî hîn negihîştiye hemû jinan. Her wiha, wê  amaje pê kir ku pêvajoya dirêj a gilîkirinê, dayîna îfadeyan û hin awayên muameleya xirab a li hember jinên ku bûne qurbanî, dibin sedem ku jin ji bo gilîkirinê dudil bin. Rezan ragihand ku di hin rewşan de, dema jin biryara gilîkirinê didin, piştgiriya pêwîst ji malbatên xwe distînin.

‘Hişyariya yasayî ji bo jinan gelekî girîng e’

Wê behsa xala 2’yemîn a têkildarî tundiya sîber kir û bal kişand ser wê yekê ku her çend saziyên ewlekarî û dadwerî xwedî kapasîteya teknîkî bin jî, di mijarên tundiya nav malbatê de, veguhestina dosyayan di navbera saziyên cûda de û kêmasiya amûr û kapasîteya teknîkî ya li hin saziyan, dibe asteng. Rezan Şêx Dilêr ev agahî dan: “Hişyariya yasayî di nav jinan de gelekî girîng e. Ji ber ku eger jinek îro gilî bike, ew gilî dê bi rêya polîs û beşên têkildar bighîje dadgehê. Lê belê, pirsgirêka sereke ew e ku gelek jin nizanin çawa mafên xwe biparêzin. Mixabin, carna heta jinên ku di rêxistinên civaka sivîl de çalak in jî, tevî ku ji bo vê armancê xetên telefonê yên taybet û pergalên gilîkirinê hatine avakirin jî, bi temamî ji yasayên heyî û mekanîzmayên parastina mafên jinan agahdar nînin. Ev rewşeke civakî ya dijwar e, ku dibe sedem hin jin di nîvê rê de ji giliya xwe poşman bibin û dev ji daxwaza mafên xwe berdin.”

‘Jin ji bo malbatên xwe li ber tundiyê radibin’

Wê diyar kir ku gelek jin, bi taybetî di nava malbatê de, hewl didin ku malbatên xwe ji hev belav nekin, ji ber ku malbat ji bo wan xwedî cihek û girîngiyeke taybet e û wiha domand: “Ji ber vê yekê, her çend jin rastî tundiyê were jî, ew pir caran hewl dide ku bi rewşê re mijûl bibe û di nava malbatê de çareseriyekê bibîne. Ew tenê dema ku êdî tu rêyeke din namîne, neçar dimîne ku serî li gilîkirinê bide. Ev rewş dikare pêvajoya bidestxistina mafan zehmettir bike. Hin jin ditirsin ku eger serî li dadgehê bidin, dê dîsa bi hevjîn an endamên malbata xwe re rûbirûyê pirsgirêkan bibin, an jî têkiliyên malbatî dê aloztir bibin. Lê belê, divê jin bizanibin ku serlêdana saziyên yasayî ne tenê ji bo cezakirinê ye, her wiha ji bo parastina mafên wan û dîtina çareseriyên guncaw e. Di heman demê de, sazî û komîteyên lihevanînê jî dikarin roleke girîng bilîzin. Ji ber vê yekê, belavkirina hişyariya yasayî û civakî, danasîna rêyên gilîkirinê û agahdarkirina jinan derbarê mafên wan de,  ji bo ku tu jin ji ber nebûna zanîna yasayî an jî ji ber tirsê, mafên xwe winda neke, gaveke girîng e.”

‘Bêdengî û gilînekirin dikare pirsgirêkê kûrtir bike’

Her wiha Rezan bi bîr xist ku xetên telefonê yên 106, 104 û 119 xetên rewşên awarte ne û ev agahî dan: “Welatî dikarin bêyî hewcedariya tomarkirina giliyeke fermî ya pêşwext telefon bikin û di demek herî kurt de bersiv digirin. Lê divê welatî haydar bin ku tenê dema ku bi rastî rewşeke awarte hebe telefonî van hejmaran bikin. Carna mirov di rewşeke awarte de nînin lê dîsa jî telefon dikin, ev jî dibe sedema tevliheviyê û têkelbûna agahiyên rast û şaş. Eger kesek were tehdîtkirin, daxwaza pereyan jê bê kirin, an jî bi eşkerekirina agahiyên taybet bê tehdîdkirin, divê ew gilî bike û pêvajoya yasayî bide destpêkirin. Bêdengî û negilîkirin dikare pirsgirêkê kûrtir bike û dibe ku qurbanî neçar bimîne ku bedêlekê bide. Divê mirov ji bo gilîkirina li qereqolên polîsan an dadgehan dudil nebin, ji ber ku gilîkirin yek ji gavên herî girîng e ji bo parastina mafan û girtina sûcdaran.”

‘Gilî û serlêdana yasayê, mafên rewa ne’

Wê zêde kir ku ji ber pêşketina amûr û teknolojiya lêpirsînê di dezgehên ewlehiyê de, şopandin û destnîşankirina kesên ku gef û sûc dikin hêsantir bûye, hetta di hin rewşan de ku telefonên wan ên desta girtî ne. Rezan Şêx Dilêr dawiyê ragihand ku dema malbatek biryar dide ku gilî bike, divê ji hêla saziyên têkildar ve bê lêkolînkirin û wiha got: “Di Rêveberiya Lêkolîna Tundiya Malbatê de, cîhek taybet ji bo nîqaşkirin û çareserkirina pirsgirêkên malbatê hatiye veqetandin. Hişyariya yasayî û civakî hebe û bizanin ku ne hemû pirsgirêkên malbatê bi navbeynkarî û piştgiriya xizman dikarin bên çareserkirin. Ji ber ku pir caran malbat ji ber piştgiriya dê û bav û xizmên her du aliyan nikarin çareseriyek adil bibînin. Gilî û serlêdana yasayê, mafên rewa ne û divê ji bo parastina maf û parastina kesan werin bikaranîn. Ez hêvî dikim ku hemû dezgehên medyayê û rêxistinên civakî bi hev re û bi berdewamî rolek di hişyarkirina jin û mêran de bilîzin.”