‘Jin li Başurê Kurdistanê hewl didin mafên xwe bidest bixin’

Çalakvana mafê jinan Seywan Rustem got: “Di sala 2024’an de jin li Rojavayê Kurdistan li dijî dagirkeriyê parastina xaka xwe û jinan kirin, bi riya berxwedanê hişmendiya paşverû ku jinan di pileya dûyem de dibîne hilweşand.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li Rojhilata Navî qeyran û şerê heye heta sala 2024’an ji bo pêşketinên jinan bû asteng. Gelê Kurd rastî gelek êrişên dewletên dagirker hatin. Din av van êrişan de jin rastî tundiya fîzîkî, derûnî û gelek binpêkirinan hatin. Hişmeniya paşverû û sîstema sermayedar di sedsala 21’an de jin berbi tundî û qetikirinê ve bir. Li gor daneyên di çapemeniyê de hatin belavkirin, di sala 2024’an de 69 jin an hatin qetilkirin an hişmendiya baviksalar kir ku jin ber bi xwekuştinê biçin. Her sal şêwazên nû di tundiyê de derdikeve, guherîna Zagona Rewşa Kesane ya 188 ya sala 1959’an a Iraqê, hewlek ji bo encamdana tundî û qirkirina jinan li Iraqê ye. Li başûrê Kurdistanê, bi taybet jin li bajarê Silêmanî, ji ber xeteriya guherîna zagona Rewşa Kesane li ser herêma Kurdistanê, bi riya hevpeymaniyan, çalakvan, jin û çapemenî hewla rêgiriyê li vê guherîna dikin. Çalakiyên jinan di sala 2024’an de ji bo daxwaza mafê jinan berdewam kir.

Guherîna Zagona Rewşa Kesane ya 188’an

Çalakvana mafê jinan Seywan Rustem behsa rewşa jinan û çalakiyên jinan di sala 2024’an de kir û wiha got: “Li Başûrê Kurdistan di her rewşê de jin li dijî zagonên mafê jinan binpêdikin û hişmendiya paşverû têdikoşin. Lê belê guherîna Zagona Rewşa Kesane ya 188’an a sala 1959’an a Iraqê, ji mere dibêje zagon jî parastina jinan nake. Çalakî û yekîtiya jinan li başûrê Kurdistan encama wê rastiya ku ku jin bi hevre dikarin mfê xwe bi dest bixin e. Tevahî jinan bi riya Hevpeymaniya 188’an û gelek çalakî li darxistin, rêxistinên jinan hertim ji bo bi destxistina mafê jinan hewl dida. Ji ber hişmendiya ku di nava civakê de heye, jin rastî tundiyê tên. Lê belê jin bi riya rêxistin, ragihandin, semîner, panelan li dijî tundî û guherîna Zagona Rewşa Kesane derdikevin. Jin wê çalakiyên xwe bidomînin. Di sala 2024’an de li gor daneyên di çapemeniyê de hatine berhevkirin 69 jin ji aliyê kesên herî nêz ve hatin qetilkirin, yan jî ber bi xwekuştinê ve hatine birin. Ji derveyî vê hejmara di çapemeniyê de teyisî ye, hejmara jinên hatine qetilkirin gelek zêdetir e.”

‘Dewleta Tirk dijminê dengê azad e’

Seywan Rustem da zanîn ku dewleta Tirk bi  êrişên balefirên bê mirov jinên rojnamevan û azadîxwaz dikin hedef û bibîr xist ku di 23’ê tebaxa 2024’an dû jinên rojamevan Gulistan Tara û Hêrû Bahadîn di dema erkê xwe ên rojnamevantiyê pêkdianî de hatine qetilkirin. Seywan Rustem her wiha bibîr xist ku di 19’ê kanûnê de li Rojavayê Kurdistanê di dema şopandina şerê li Bedava Teşrinê de rojnamevan Cîhan Bîlgîn hatiye qetilkirin û wiha got:

“Ji dîrokê ve dewleta Tirk dijminê dengê azad e. Di nav de hertim rojnamevanên azad dike hedef. Îsal li gora salên bûrî ji sedî 60’ê şehîdkirina rojnamevanan zêde bûye. Bi armanca rêgirîkirina li heqîqeta bûyeran, rojnamevan bi êrişên hewayî tên qetilkirin. Tevî şehîdkirina jinên azadîxwaz, li Rojhilatê Kurdistanê jî hewal ji bo darvekirin û girtinan didin. Di serdema rejîma Baas de li başûr jin û zarok hatin qetilkirin. Dijmin ji serdemên kevîn heta niha hewla tinekirina gelê Kurd dide. Di sala 2024’an de me girtîgeha Sednaya li Sûriye dît ku jin çawa rastî qetilkirin û destdirêjiyê hatin e. Her wiha li girtîgehên Rojhilat jinên azadîxwaz hertim li benda darvekirinê ne. Jin di sedsala 21’an de dijîn, tu hêz nikarin dengê azadiyê qut bikin. Em dibînin jin li Rojavayê Kurdistan li dijî dagirkeriyê radibin û parastina jin û xaka xwe dikin, bi riya berxwedanê hişmendiya paşverû ku jinan weke pileya dû dibînin hilweşand.”

‘Divê jin ji bo mafên xwe têbikoşin’

Seywan Rustem destnîşan kir ku hebûna hişmendiya paşverû di tevahî qadên jiyanê de xwe dide der û ev jî zagon û dadgehan de eşker tê dîtin û wiha got: “Ji ber hebûna hîşmendiya paşverû di dadgehan de, îsal jinek li dadgeha Silêmanî hewl da li ber çavê zagonê li dijî biryarên ne tendûrist ya dadgehê xwe xwe bikuje. Ji berê vê yekê pêwîstiya zagon û dadgehê bi çareseriyên bingehîn heye. Lê belê jin bi riya çalakiyên li dijî zagon û hişmendiya paşverû hewl ji bo guherînê didin. Tevî astengî û rêgiriyên li ber pêşketina hêza jinan,  jin hertim bi çalakiyan daxwaza mafê xwe dikin. Her wiha jinên nivîskar bi riya lêkolîn û nivîsên xwe hewl ji bo hişyarkirina jinan û kesên civakê didin. Jin bi riya xweperwerdekirinê bi xwe dikarin hewla bidestxistina mafê xwe bidin.”