Jin ji bo bihêzbûnê bi dewreya perwerdê ya Şehîd Zenda hatin ba hev
Akademiya Şehîd Zeyneb Sarûxan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê ya nû bi navê “Şehîd Zenda" vekir. Jinan ji bo xurtbûna li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bi dewreya perwerdê ya Şehîd Zenda hatin ba hev.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di 25’ê Cotmeha 2025’an de, Akademiya Şehîd Zeyneb Sarûxan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyeke perwerdeyê ya nû bi navê “Şehîd Zenda" vekir. Perwerde bi beşdariya 21 endamên Encumena Perwerdeyê, saziyên civaka sivîl, berdevk û hevserokên komîn û meclîsan hat vekirin.
Kongra Star di çarçoveya hewldanên xwe yên berdewam de ji bo hişyarkirina civakê û xurtkirina rola jin û ciwanan di avakirina civakek demokratîk de ku li ser bingeha edalet û wekheviyê ye, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewreyek perwerdeyê li dar xist. Dewreya perwerdeyê li ser analîzkirina manîfestoya Abdullah Ocalan ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" û zelalkirina mekanîzmayên pêkanîna wan di rastiya civakî û siyasî de sekinî.
Jinên ku beşdarî dewreya Şehîd Zenda bûn ji ajansa me re behsa xalên girîng ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di Manîfestoyê de aniye ziman kirin.
‘Rexnekirina netew dewleta ku xwe li ser înkara civakê ava kiriye’
Endama Komîteya Sûka Civakî ya Qamişloyê Hêzil Mehmûd tekez kir ku armanc bi tevlîbûna dewreya perwerdeyê nasîna bendên Manîfestoyê ye û wiha anî ziman: “Manîfestoya Rêber Abdullah Ocalan li ser çend mekanên bingehîn hatiye avakirin ku têgehên siyasî, civakî û hebûnî ji kokên wan ve ji nû ve pênase dike. Ya yekem rexneyek li netew dewletê û modernîteya kapîtalîst e wekî pergalên otorîter ku li ser înkara civakê û kontrola wê bi riya amûrên mêraniyê, desthilatdariyê û aboriya yekdestdariyê ava bûne.
‘Bi riya komunan vegerandina civakê ya li xwezaya xwe’
Hêzil Mehmûd di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Xeta duyem li ser vegerandina civakê wekî aktorek dîrokî û exlaqî û pêwistiya avakirina pergaleke demokratîk a bingehîn li ser bingeha komîn û encumenan, girêdana siyaset û jiyanê û vegerandina civakê li rola wê ya xwezayî wekî çavkaniya wate û rêxistinê disekine. “
Rizgariya jinan
Hêzil destnîşan kir ku xeta sêyem a manîfestoyê xwe li ser rizgariya jinan ava dike û wiha got: “Xeta sêyem rizgariya jinan e ku wekî şertek ji bo rizgariya civakê bi tevahî tê temsîlkirin. Rêber Ocalan bawer dike ku hemû cureyên koletiyê bi koletiya jinan dest pê dikin lewma bi guhertina hişmendiyê em ê bikaribin rê li ber koletiyê bigrin û civakek zana û polîtîk bi pêşengiya jinan bidin avakirin.”
‘Di dîrokê de şoreşa yekem a jinan e’
Rêvebera Kampa Newroz Nûra Ebdo tekez kir ku Rêber Ocalan banga ji nû ve avakirina têkiliya di navbera mirov û xwezayê de dike, ji ber ku jihevketina modernîteyê di navbera mirov û gerdûnê de kûrtir kiriye û bûye sedema krîzên karesatbar ên jîngehî û exlaqî. Nûra wiha domand: "Rêber Apo di manîfestoyê de jinan wekî qurbanî nîşan nade. Ew bawer dike ku şoreşa yekem di dîrokê de şoreşa jinan bûye. Jin berî derketina holê ya dewletan û sîstemên baviksalar di dilê civaka xwezayî de bûn, bi şikandina pozîsyona wan a navendî di civakê de, hevsengiya mirovahiyê xirab bû.”
‘Em ê çanda aştî û civaka demokratîk bi pêş bixin’
Newroz Nûra Ebdo li ser pêwistiya belavkirina ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ragihandina manîfestoyê ji cîhanê re wiha got: "Divê em felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê bi cih bînin û têgeh û ramanên wî belav bikin da ku civakek li ser bingeha edalet, wekhevî û demokrasiyê were damezrandine v yek jî bi pêşengiya jinan dê pêk were “
Nûra di dawiya axaftina xwe de bang li civakê kir ku manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bixwînin û nas bikin da ku bikaribin pêşerojek azad û demokratîk bidin avakirin.
Dewreya perwerdeyê ya Şehîd Zenda dê heyvekê bidome.