Jin dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin

Jinên Ermen û Kurd yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan kampanyaya “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” û tekez kirin ku fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hêviyê dide hemû jinan.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Pêngava “Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” ku di destpêka Hezîranê de ji aliyê Forûma Azadî û Aşîtiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatiye destpêkirin, berdewama pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî ye” ye. Jinên Ermen û Kurd piştgiriya xwe ji pengava “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” re anîn ziman û gotin ku bi saya fikr û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her netewek di bin projeya Netewa Demokratîk de xwe birêxistin dike û xwedî li ziman, dîrok û nasnameya xwe derdikeve.

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan emê tekoşîna xwe bilindtir bikin’

Losnak Kavoriyan ku Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermen e, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi fikr û ramanêz xwe yên azad jinan birêxistin kiriye û rêya jiyana wan ronî kiriye. Losnak wiha got: “Pêngava “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” gavekî pîroz û ber bi pêkanîna wekhevî, edalet û demokrasiyê ve ye. Em piştgirî didin vê kampanyayê ji ber ku dîtina Rêber Ocalan ji bo me hêvî û xeyalek bi salan e û dem hatiye em hêviya xwe pêk bînin. Banga Rêber Ocalan bangeke dîrokî ye, armanca wê jî, aşîtî û wekhevî li tevahiya herêmê pêk were û rê li ber qirkirin û şeran bê girtin e. Banga Rêber Apo wê hemû pirsgirêk û krîzên ku cîhan tê re derbas dibe çareser bike. Em wekî jinên Ermen dixwazin Rêber Apo ji girava Îmraliyê derkeve, ev jî wê bi tekoşîn û keda jinan pêk were û emê xwedî li banga wî ya dîrokî derkevin.”

‘Felsefeya Ocalan civakan ji bişaftinê rizgar kir’

Losnak Kavoriyan di dawiya axaftina xwe de balkişand ser ked û têkoşîna jina Ermen û nêrîna xwe wiha anî ziman: “Jina Ermen piştî ku civaka wê rastî komkujî û bişaftinê hat, bi saya fikr û ramanên Rêber Ocalan civaka xwe carek din birêxistin kir û komî ser hev kir. Di heman demê de jina Êzidî û Suryan jî. Lewma banga me ji tevahî rengên jinan re heye ku piştgirî bidin pêngavê heya ku em bighên azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.”

‘Em dixwazin Rêber Ocalan bibînin û lê guhdar bikin’

Mamosteya Zimanê  Kurdî Gulîstan Haco destnîşan kir ku fikr û ramanên Ocalan nasnameya gelan parastiye û wiha got: “Sîstemên desthilatdar di bin projeya netew-dewlet de ziman û nasnameya civakan winda kir. Lê bi saya fikr û ramanên Rêbertî îro her netewek di bin projeya Netewa Demokratîk de xwe birêxistin dike û xwedî li ziman, dîrok û nasnameya xwe derdikeve. Îro erkek wijdanî û ehlaqî ye ku her ferdek piştgirî bide pêngava “Ez dixwazim hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re bikim.” Ji ber ev pêngav pêngavek dîrokî ye û xewn û xeyala me ew e ku em serokê xwe bibînin û lê guhdar bikin.”

‘Xeta berxwedaniyê wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bibe’

Sebah Cuma, yek ji jinên Kurd ên ku li kampa Waşokanî dijîn e, destnîşan kir ku xeta berxwedaniyê ya ku li ser fikr û ramanên Ocalan destpê kirine, wê bi azadiya fîzîkî ya Ocalan mîsoger bibe û wiha got: “Xeta berxwedaniyê ya ku me bijartiye, emê bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsoger bikin. Em dixwazin Rêber Apo ji girava Îmraliyê derkeve. Êdî bes e! Temenê wî jî tu zagon qebûl nake ku di zîndanê de di bin şert û mercên dijwar de jiyana xwe bidomîne. Mafê hêviyê mafek rewa ye û gerek vî mafî bidin Rêbertiyê. Em piştgirî didin pêngavê û emê tekoşîn û berxwedana xwe bidomînin heya ku em bighên azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan.”