Jin di navenda pevçûnan de ne: Êşa duqat û têkoşîna domdar
Êşa jinan ku di dilê pevçûnan de dijîn, ne mijarek duyemîn e; ezmûnekî rastîn a pabendbûna cîhanê ya bi mafên mirovan re ye. Di hawîrdorekî ku jin ne xwedî hêza beşdarbûna bi rûmet, edalet û pêvajoyên biryargirtinê ne de, aştî ne pêkan e.
MAHASEN ABDURRAHMAN MADALLA
Di bin siya pevçûnên zêde yên li herêma Ereb û Rojhilata Navîn de, êşa jinan mîna yek ji qeyranên mirovî yên herî giran û tevlihev derdikeve pêş. Şer û pevçûnên çekdarî, êdî ne tenê pevçûnên leşkerî yên sînordarkirî ne; veguherî qeyranên berfireh ku dikevin nav kûrahiyên civakan, avahiya civakî û aborî perçe dikin û rolên kesan a di nav malbat û civakê de ji nû ve şêwe dikin.
Di nava beşên ku bedela herî giran a van veguherînên tund didin, jin tên. Di demên pevçûnan de, jin tenê bi gefa rasterast a tundiyê re rû bi rû namînin, di heman demê de encamên mîna hilweşîna dewletê, nebûna qanûnê, kêmbûna xizmetên bingehîn û hilweşîna pergalên parastina civakî jî hildigrin. Gelek caran vediguherîn yekane çavkaniya debara malbatê û di nava tirs, bêîstîqrarî û nezelaliyê de berpirsiyariya jiyanê hildigrin.
Ne pêkane êşên ku jinan di şeran de dijîn, ji çarçoveya siyasî, civakî û aborî ya ev şeran dihilberînin serbixwetir bê nirxandin. Şer bi qalîbên dîrokî yên newekhevî û cudakariyê re rû bi rû dimînin; bi taybetî jî di civakên ku mafên jinan beriya şer jî qels bûn de, jinan ji binpêkirin, vederkirin û kedxwariyê re bêtir vekiritir dihêle.
Şerên nûjen, şêweyên nû yên tundiyê ku di navbera sivîl û şervanan de cudahî nakin derxist holê; tevahiya civakan veguherîn deverên pevçûnên vekirî. Jin jî di navenda vê hedefgirtina piralî de cihdigrin û jin rastî binpêkirinên fîzîkî, derûnî û civakî yên wekî tundiya li ser bingeha zayendî ya civakî, kedxwarî, zext û bêparkirina ji azadî û rûmetê tên.
Piranî caran, bedenên jinan mîna qada şer, amûrek zext, tolhildan an jî şermezarkirinê tên bikar anîn; ev yek binpêkirinek eşkere ya nirxên mirovan û qanûna mirovî ya navneteweyî ye. Ev sûcan ne tenê li ser mexdûran, di heman demê de li ser malbat û civakê bi tevahî birînên kûr diafirînin û çerxên bêdengiyê, tirsê diafirînin û bandorên wan ên derûnî û civakî bi salan didomîn.
Ji cih û warbûna bi darê zorê yek ji encamên herî berbiçav ên pevçûnên çekdarî ye. Bi mîlyonan jin neçar mane ji ber ewlehiyê malên xwe biterikînin. Di rêwîtiyên koçberiyê yên dirêj û xeternak de, bi zehmetiyên giran ên mîna windakirina stargehê, nebûna nepenîtiyê, nebûna xurek û ava paqij û gihîştina nebaş a xizmetên tenduristiyê yên bi taybetî têkildarî tenduristiya zêdebûnê re rû bi rû man.
Rewşa mirovî ya kesên koçber û kampên penaberan hêj xirabtir dibe. Jin ji bêyî şert û mercên jiyanekî mirovî, di hawîrdorên qelebalix û kêmasiya çavkaniyan de dijîn û bi xizmetên qels û nebûna parastina qanûnî re rû bi rû dimînin. Gelek jinên ku hevjîn an jî kesê ku debara malê dikin windakirine, neçar in ku di bin derfetên kar ên sînorkirî û astengiyên giran ên civakî û aborî de debara malbatê hilgirin. Şer û pevçûnan, ji ber windakirina dahatê, zêdebûna rêjeyên bêkariyê û kêmbûna derfetên ji bo xebata baş, diyardeya "jinbûna xizaniyê" kûrtir kiriye. Gelek jin neçar mane ku di bin şert û mercên ne ewle û bêyî parastina qanûnî an civakî de di sektora nefermî de bixebitin.
Di vê çarçoveyê de, xizanî tenê bi aliyê madî re sînordar nîne; nebûna gihîştina derfetan, perwerdehiyê, lênihêrîna tenduristiyê û parastina yasayî jî barê jinan zêde dike û şiyana wan a berxwedan, başbûn û avakirina pêşerojek aram jî sînordar dike.
Perwerde yek ji sektorên ku herî zêde li deverên şer bandor bûye ye. Wêrankirina dibistanan û hilweşîna binesaziya perwerdehiyê, bi mîlyonan zarokên keç ji mafê wan ê perwerdeyê bêpar kir. Ji ber xizanî, zewaca zû û zêdebûna berpirsiyariyên malbatê rêjeyên devjêberdana dibistanê bilindtir kir. Ev yek ji nû ve hilberandina newekhevî û vederkirinê ya bi nifşan didome re tevkarî kir.
Jin di sektora tenduristiyê de jî, ji ber hilweşîna pergalên tenduristiyê, kêmbûna personelên bijîşkî û kêmbûna dabînkirina derman û amûrên bingehîn, bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû dimînin. Xizmetên tenduristiya zêdebûnê, bû yek ji deverên ku herî zêde zirar dibîne û ev yek jî bû sedema zêdebûna mirina dayikan û kûrbûna pirsgirêkên tenduristiyê yên demdirêj.
Tevî mezinbûna van hemû êşan jî, jin ne tenê rastî pasîfbûne hatin; di xebatên mirovî û civakî de rolên sereke lîstin. Jin piştgirî dan malbatên bandorbûn, înîsiyatîfên herêmî birêxsitin kirin û di rewşên ku saziyên fermî qels bûne de hevgirtina civakî xurt kirin.
Lêbelê, ev rol gelek caran tê paşguhkirin û di mekanîzmayên biryardanê de xuya nabe. Jinan, bi taybetî di pêvajoyên pevçûn û piştî pevçûnê de, bi vederkirina siyasî, serdestiya avahiyên baviksalar û qelsiya rêziknameyên qanûnî yên ku piştgiriyê didin wekheviyê re rû bi rû dimînin.
Di gelek pêvajoyên aştiyê û danûstandinên siyasî de jin an bi tevahî tên vederkirin an jî tenê bi sembolîk beşdarî pêvajoyê tên kirin. Lêbelê, tecrûbeyên navneteweyî nîşan dide ku beşdariya rastîn û bi bandor a jinan ji bo avakirina aştiyek berfireh û mayîndetir tevkarî dide û ji nû ve avabûna tundiyê kêm dike.
Êşên ku jinên Sûrî dijîn, mînakekî rewşa jinên li herêma Ereb e. Jinên Sûriyeyê, tecrûbeyên dijwar ên mîna şer, koçberî, windakirina hezkiriyên xwe û hilweşîna malbatan jiyan kirin û di bin şert û mercên mirovî yên pir dijwar de barê jiyanê hilgirtin.
Tevî aydiyetên siyasî, olî û etnîkî cuda bin jî, li hemberê rastiyên dijwar ên ji ber salên pevçûnê hatine ferzkirin, êşek hevpar parve dikin. Tevî vê yekê jî, di mijarên parastina malbatê, piştgiriya civakê û avakirina hêviyê de mîna hêzek berxwedêr û bibandor derketine pêş û bi rêya xebatên mirovî, hewildanên perwerdehiyê û çalakiyên sivîl rolên girîng girtine ser milê xwe.
Ne pêkane ku bêyî çareserkirina edaleta veguhêz, li ser pêşeroja piştî şer nîqaş bikin. Edaleta veguhêz, ji bo çareserkirina binpêkirinan, vegerandina mafên mirovan û pêşîgirtina li dubarebûnê, deriyek bingehîn e. Bêyî ku pirsgirêkên jinan di navenda van pêvajoyan de werin danîn, edaleta rastîn nayê bidestxistin. Ji nû ve avakirin jî ne tenê ji nû ve avakirina kevir e, ji nû ve avakirina mirovan û civakê jî di nav xwe de dihewîne. Beşdarbûna jinan a ji bo van pêvajoyan, ji bo bidestxistina pêşveçûnek berfireh û domdar û avakirina civakên dadperwertir û hevsengtir, şertek bingehîn e.
Dive civaka navneteweyî, ne tenê li hemberê jinên li herêmên şer re mîsogerkirina alîkariya mirovî re sînor bimîne, ew xwedî berpirsiyariyek exlaqî û mirovî ye ku parastina mafên wan, piştgirîkirina beşdariya wan a siyasî û xurtkirina hesabdayîn û edaletê vedihewîne mîsoger bike ye.
Êşa jinan ku di dilê pevçûnan de dijîn, ne mijarek duyemîn e; ezmûnekî rastîn a pabendbûna cîhanê ya bi mafên mirovan re ye. Di hawîrdorekî ku jin ne xwedî hêza beşdarbûna bi rûmet, edalet û pêvajoyên biryargirtinê ne de, aştî ne pêkan e.
Jinan di cîhanekî ku roj bi roj bêîstîqrar dibe de, tevî hemû êş û windahiyan jî hêj hebûna xwe ya mîna hêzek ajotinê ya hêviyê diafirînin û hewl didin ku birînên rabirdûyê derbas bikin û ji bo nifşên pêşerojê pêşerojek bi rûmettir û aramtir ava bikin, didomînin.
*Endama Jineolojiyê ya li Lubnanê