Nivîskara Filistînî Ala Al-Qetrawî êşê bi wêjeyê der dike
Nivîskara Filistînî Ala El-Qetrawî, tiştên li Xezayê tên jiyîn bi helbest û pirtûkên ku dinivîsîne belge dike, berxwedana jinên Filistînî yên di nava şer, pevçûn û hilweşînê de bi riya nivîsê vedibêje.
REFIF ÎSLÎM
Xeza- Nivîskara Filistînî Ala El-Qetrawî, bi êrîşên li ser Xezayê re karê xwe yê nivîsandinê zêdetir kir, tiştên ku jiyaye, bi pirtûk û helbestan belge kir. Ala El-Qetrawî bi nivîsên xwe peyama; “li vê derê ez di nava felaketê de dijîm” da, li ser evîn, jiyan, hêvî, têkoşîn, mirin û hestên cuda yên mirovan dinivîsîne.
Nivîskar û helbestvan Ala El-Qetrawî, diyar kir ku piştî ji zanîngehek Filistînê ji beşa zimanê Erebî mezûn bûye, dest bi rêwîtiya wêjeyî kiriye, li UNRWA’yê mamosteyî kiriye. Ala El-Qetrawî pirtûka xwe ya yekemîn “Dema hewa dilerizî” di sala 2012’an de çap kir, gelek berhemên ku rola jinan pêşeng bû nivîsand.
Ala El-Qetrawî gelek xelat girtin. Di sala 2022’yan de pirtûka wê ya helbestan “Çerxa avê ya ku hewl dide stranê bibêje” hat çapkirin û di kategoriya ciwanan de Xelata Al-Baltinê girt. Dûre pirtûka “Çûk navê min didizin” di sala 2025’an de layîqê Xelata Helbestan Fadwa Touqan hat dîtin. “Perperoka min a ku namire” ket lîsteya dirêj a Xelata Şêx Zayed, herî dawî “Koneke li asîman” Xelata Afrîneriya Filistînê Suad Al-Sabah girt.
Nivîskar, diyar dike ku bi pirtûkên helbestan re lîstikek şanoyê ya helbestî bi navê “Orkîda” û “Kenan bi min re diaxive” nivîsandiye. Ala El-Qetrawî diyar dike ku di vê pirtûkê de, bi zarokê xwe yê ku di dema êrîşan de jiyana xwe ji dest daye re diyalogek xeyalî çêkiriye û got ku mirin, hesta herî giran e ji bo mirov û got: “Ji bo vê êşê ji cîhanê re vebêjim û hovîtiya êrîşên Îsraîlê nîşan bidim min nivîsand.”
‘Dem cuda be jî êş heman e’
Ala El Qetrawî da zanîn ku dema Xelata Helbestê ya Fadwa Touqan girtiye wisa hîs kiriye ku ji helbestvanek mezin a Filistînî alê dewr girtiye û got: “Filistîn berpirsyariya vegotina êşan dide ser milên jinên nivîskar. Her çendî di demên cuda de be jî, tişta ku jinên Filstînî tîne ba hev, heman xeyal, azadî û hêviya avakirina dewleta azad e.”
Ala El-Qetrawî di gelek pirtûkên xwe yên weke “Reqasa Venus Baleyê” “Naqosa dêran, minare û qube” bi fîgurên dayîk, keç û xwişk, behsa jinên Filistînê dike. Dema ku behsa çîrokên jinên hatine kuştin, birîndar bûne, hevjînên wan hatine kuştin an jî zarokên wan hatine kuştin dike, balê dikşîne ku tevî hemû tarîtiyê jî jinên Filistînî hewl didin di dilê xwe de xweşikbûna jiyanê biparêzin. Li gorî wê di helbestên wê de jiyan dikeve pêşiya mirinê, hêvî ji mirinê diafire.
Di helbestek xwe de wiha dibêje: “Ger bimrim, li ber navê min wêneyê perperokek xêz bike… Ez ji perperokan hez dikim lê min li asîman balkonek ku mirov jê bifire medît. Stêrkek bi kêla gora min ve daliqîne da ku di tunebûna xwe de hatibim derpêçkirin jî bikaribim bibêjim ku ez hewl didim bigihîjim te.”
Weke çûka sîmurx
Ala El-Qetrawî diyar dike ku van risteyan nivîsandibe jî naxwaze bimre û dibêje ku weke jineke Filistînî jiyan, hezkirin û berhemdariyê heq dike û xwe dişibîne çûka sîmurx a ku xwe ji xweliya xwe diafirîne, hewl dide bijî.
Ala El-Qetrawî dide zanîn ku ji ber êrîşan terzê nivîsandinê jî guheriye û wiha got: “Weke dayîkek ku çar zarokên wê mirine, zêdetir bi doza Filistînê ve hatim girêdan. Li cîhanê di êrîşan de zêdetir jin û zarok dibin hedef. Divê mirov li ser her jina Filistînî binivîsîne. Jinên ku di bin xirbeyan de li zarokên xwe digerin, ên kefen li zarokên xwe dipêçin û wan defin dikin, ên birçî dimînin û birînên xwe bi destên xwe dibêçin… Jinên Filistînî ji ala 1948’yan ji Neqbayê ve heta niha êşeke ku nifş bi nifş didome dijîn û her yek ji wan divê bibe mijara helbest û romanek.”
Ala El-Qetrawî gotinên xwe wiha bi dawî dike: “Nivîsandin baskê mirov çêdike. Armanc ew e ku mirov tiştên dijî ji bîr neke. Dema dinivîsînim hîs dikim ku bi ser ketime. Ger ez bimrim dê pirtûkên min bimînin û tiştên kum in xwest bibêjim dê bigihîjin cîhanê ev yek ji bo min bes e.”