Qêrîna malbata Rojîn: Sûcdar bibînin, bendewarî pir zor e

Mirina Rojîn Kabaîşa ku li gorî mînakên DNA’yên du mêran ên li ser bedena wê hatine dîtin tê gotin ku destdirêrî lê hatiye kirin û piştre hatiye kuştin, hîn jî li benda zelalkirinê ye. Dayîka wê, bi gotina "bendewarî pir zor e", dixwaze ku sûcdar neyên pa

MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN

Wan - Li Tirkiyeyê mirinên gumanbar ên jinan her roj zêdetir dibin. Daneyên ku mehane ji aliyê rêxistinên jinan ve têne weşandin, nîşan didin ku di hin mehan de hejmara mirinên gumanbar ên jinan, ji hejmara jinên kuştî zêdetir e.

Li gorî daneyên rêxistinên jinan, ji sala 2017’an vir ve hezar û 494 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirine. Tenê di navbera Mijdara 2024’an û Cotmeha 2025’an de, 218 jin di bin şert û mercên gumanbar de mirine. Her çiqas dozên mirinên gumanbar ên jinan di destpêkê de ji ber gelek sedeman wekî "xwekuştin" têne tomarkirin jî, di hin rewşan de piştî zexta rêxistinên jinan ji nû ve têne vekirin û derdikeve holê ku ev jin hatine kuştin.

Mirina Rojîn Kabaîş

Yek ji sedan jinên ku di şert û mercên gumanbar de li Tirkiyeyê mirine Rojîn Kabaîş a 21 salî ye. Rojîn Kabaîş, xwendekara Beşa Pêşketina Zarokan a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê (YYÜ), tenê du roj piştî destpêkirina zanîngehê winda bû. Wê di 27’ê Îlona 2024’an de ji wargeha dewletê ya ku lê dima derket û careke din jê agahî nehat girtin. Cenazeyê wê 18 roj şûnda di 15ê Cotmehê de, li peravên Gola Wanê hate dîtin. Piştî dîtina cesedê Rojînê, Waliyê Wanê berî ku lêpirsînek dadwerî were kirin ji bavê wê Nizamettin Kabaîş re got, "Binhêre, keça te xwe kuşt"  û fermana nepenîtiyê danîn ser dosyaya dozê.

Di rapora otopsiyê de mînakên du mêran hat eşkerekirin

Otopsiya destpêkê li ser stû û pişta Rojînê şopên birînan eşkere kir. Lê belê, rapora otopsiyê bi parêzeran re nehat parvekirin. Mehek şûnda, parêzeran raporek bijîşkiya dadwerî wergirtin ku tê de digot sedema mirina Rojînê “fetisandin” bûye. Daxuyaniya destpêkê ya Walî û rapora Tiba Edlî fikra ‘Rojîn Kabaîş xwe kuştiye’ afirand. Rapora otopsiyê ya berfireh ku di 6’ê Mijdara 2024’an de hat weşandin, hebûna du mînakên DNA yên cuda eşkere kir. Daxuyaniyên paşê zelal kirin ku ev mînakên DNA’yê, tu "têgerên" du mêran tê de tunebûne.

Zincîreke xemsariyê

Dosyaya ku derbarê mirina Rojîn Kabaîş de hatiye vekirin gelek mînakên xemsariyê dihewîne. Rastiya ku Rojîn rojek şûnda hate agahdarkirin ku venegeriyaye wargehê, destpêkirina lêgerînê ya derengmayî û nebaş, têgihîştina "xwekuştinê" ya ku ji hêla rapora Saziya Tiba Dadwerî ve bêyî ku daxuyaniya Walî û otopsiya pêşîn were hesibandin, bikaranîna fermana nepenîtiyê li dijî dozê û derketina bilez a hevala wê ya odeyê ku ji odeyê derketiye û valakirina odeya wê. Hemû pêşketinên ji mirina Rojînê ve, gumanên destdirêjî û kuştinê xurt dikin.

‘Telefon hîn tê lêkolînkirin’

Parêzer Zeynep Demîra ku ji Baroya Wanê doza Rojînê temsîl dike, diyar kir ku rastiya li pişt mirina Rojînê hîn jî ji ber xemsarî û pêşveçûna hêdî ya lêpirsînê, nehatiye eşkerekirin. Zeynep Demîr bi bîr xist ku telefona Rojîn tevî salek hewldanan jî nehatiye vekirin û bi înîsiyatîfa Wezareta Dadê, ji bo laboratuarek krîmînal a li Îspanyayê hatiye şandin, lê hê jî tu encam nehatiye wergirtin.

Xemsariya rêveberiya wargehê nayê dîtin

Xemsariyek din a ku Zeynep Demîr destnîşan kir, rêveberiya wargehê ye. Zeynep Demîr ragihand ku ji ber xemsarî, nebûna agahdarkirinê û destwerdana nebaş a rêveberên wargehê û karmendên ewlehiyê, lêpirsîn xwestine û wiha domand: “Em bawer dikin ku van kesan rayeyên xwe bi awayekî xirab bikar anîne. Piştî daxwaza me, Walîtiya Wanê biryarek ji me re şand ku tê de diyar kir ku karmendên wargehê û karmendên ewlehiyê erkên xwe di çarçoveya qanûnê de bicîh anîne û destûra lêpirsînê nehatiye dayîn.”

Zeynep da zanîn ku wan li dijî biryarê îtîraz kiriye û wiha pê de çû: “Divê mecbûriyeta agahdarkirinê di şeva ku Rojîn venegeriya malê de saet di 11:00’ê şevê de bicîh bihata anîn, ne roja din. Divê di wê dem û dîrokê de agahdarî bihata kirin û mekanîzmayeke çavdêriyê bihata çalakkirin. Ev kêmasiyeke cidî ya ewlehiyê ye. Me serlêdana îtirazê li Dadgeha Îdarî ya Herêma Erziromê kir.  'Buroya Lêpirsîna Sûcên Fermî' ya Serdozgeriya Komarê ya Wanê, bi heman awayî biryar wekî bê bingeh pêşkêş kir. Dozgeriyê jî îtîraz li vê biryarê kir."

Zeynep Demîr tekez kir ku vekirina lêpirsînê li dijî kesên berpirsiyarê xemsariyê ji bo dozê girîng e û got “Em hêvî dikin ku Dadgeha Îdarî ya Herêma Erziromê bi berçavgirtina îtîrazên parêzerên têkildar û Serdozgeriya Giştî ya Wanê, biryara nedayîna destûra lêpirsînê betal bike.”

‘Pêvajoya berawirdkirina DNA’yan berdewam dike'

Zeynep Demîr diyar kir ku ji gelek kesên ku dibe ku gumanbar bin û li cihên gengaz amade bûn, mînakên DNA’yê hatine girtin û ev agahî dan: “Lê hîn lihevhatina DNA’yê bi mînakên DNA’yê yên ji laşê Rojîn Kabaîş hatine wergirtin nehatiye dîtin. Pêvajoya berawirdkirina DNA’yê berdewam dike. Ji destpêka dozê ve xemsariyên cidî hene, lê niha dozgerî pêvajoyek lêpirsînê ya berfirehtir dimeşîne. Divê ev bi lezgînî were kirin. Divê tavilê bersiva banga telefonê were dayîn û lêpirsînên din jî bi lez û bez û berfireh werin kirin. Xemsariyên ku çêbûne, dikarin bibin sedema ku gelek delîl werin paşguhkirin.”

Tekoşînek ji bo Rojîn û hemû jinên bi guman mirine

Malbata Rojînê, ku ji roja ku winda bûye û laşê wê hatiye dîtin ve bawer nekiriye ku wê xwe kuştiye. Malbat û bawer dike ku piştî destdirêjiyê hatiye kuştin, bi têkoşîna xwe hem ji bo jinan û hem jî ji bo malbatên ku keçên wan di bin şert û mercên gumanbar de mirine, bûne çavkaniya hêviyê. Dayîk, bav û xwişka Rojînê bi xwe beşdarî xwepêşandanên ji bo Rojînê yên li gelek bajarên Tirkiyeyê bûn û nîşan dan ku hevgirtin û rêxistinbûna jinan ji bo jiyana jinan çiqas girîng e.

Dayîka Rojîn: Kê diparêzin?

Dayîka Rojînê Aygul Kabaîş ji bo zelalkirina mirina keça xwe û eşkerekirina sûcdaran têdikoşe. Aygul Kabaîş ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji mirina keça xwe ve ew di nav êşê de dijî. Aygul Kabaîş hestên xwe bi van gotinan anî ziman: “Ne roja me roj e ne jî şeva me şev e. Kî berpirsyar be divê eşkere bikin. Çima vedişêrin, kê diparêzin? Em heta sibehê ranazên, çavên me her tim li telefonê ne û li benda nûçeyan in.”

‘Bendewarî pir dijwar e’

Dayîka Rojînê Aygul Kabaîş li hember angaşta ‘xwekuştinê’ bi bîr xist ku keça wê dixwest bibe mamoste û da zanîn ku tenê du roj di ser destpêkirina zanîngehê re derbas bûye, Rojîn wenda bûye. Aygul Kabaîş wiha got: “Gelo keçek ku li zanîngehê bi karê xwe ve mijûl dibe dê xwe bikuje? Kes tiştek nabêje. Dema ku em herî dawî axivîn, baş bû. Moralê wê baş bû, got ku diçe marketê û paşê me careke din dengê wê nebihîst. Dilê me dişewite. Ger kesek dizane, ji kerema xwe ji me re bêje, îro nebe wê sibê bê guman derkeve holê. Bendewarî pir dijwar e. Çima aşkera nakin? Kî berpirsyar be, ji kerema xwe ji me re bêjin.”