Jin di nava komînan de bişev û roj parastinê dikin
Jinên li bajarê Hesekê ku di nav komînan de bişev û roj taxên xwe diparêzin, dibêjin ku êrîşên li ser axa wan armanc dikin ku sîstema komînan a li ser jiyana hevbeş hatiye avakirin, bi dawî bikin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Herêmên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rastî êrîşên hovane yên çeteyên HTŞ’a cîhadîst û çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk hatin. Ji bo parastina herêmê rêveberiya xweser seferberî raghand. Li ser banga seferberiyê, jinên di nav komînan de bişev û roj taxên xwe diparêzin û piştgiriyê didin hêzên xwe yên leşkerî. Jinan bi riya ajansa me helwesta xwe ya li hember van êrîşan nîşan dan.
‘Armanca êrîşan hilweşandin û perçekirina civakê ye’
Cîhan Emîn piştgiriya xwe ji bo hêzên leşkerî anî ziman û balkişand ser girîngiya erka komînan a di vê serdema hesas de. Cîhan destnîşan kir ku pêdivî bi parastinê heye û wiha domand: “Armanca van êrîşan hilweşandin û perçekirina civakê ye û gefê li jiyana komunal dixe. Ji ber vê yekê wekî gelên herêmê, erkê me ye ku em ax û gelê xwe ji hemû êrîşan biparêzin.”
Cîhan Emîn, bal kişand ser rola jinan a di parastina destkeftiyên şoreşa Rojava de û bang li hemû jinan kir ku ji bo Rojava û çarenûsa gelê Kurd ên li Rojava, rabin ser piyan.
‘Me gavên girîng avêtin’
Ezîza Ebdulah a 50 salî ye, her roj çek hildigre û beşdarî parastina taxa xwe dibe. Ezîza nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Di van êrîşan de me gaveke mezin ber bi yekîtiya Kurdan ve avêtine. Kes nikare li pêşiya yekîtiya gelê Kurd bisekine.”
Ezîza Şîrîn jî kêfxweşiya xwe ya ji ber berxwedana gelê Kurd a li dijî êrîşên hovane anî ziman û got ku divê hemû Kurdên li cîhanê têkoşîna xwe ji bo xwişk û birayên xwe xurttir bikin. Ezîza Şîrîn wiha got: “Îro, ew dixwazin hebûna gelê kurd bi dawî bikin û em peyamek dişînin: Gelê Kurd xwedî îdeolojî û felsefeyek xurt e û ew dikarin her astengiyê derbas bikin. Îro em bi riya komînan taxên xwe diparêzin û bi erkê xwe yê wicdanî radibin û piştgirî didin hêza xwe.”