Jin di konferansê de behsa aştiya mayînde û welatiya wekhev dikin
Di konferansa ku li Enqereyê bi dirûşma "‘Jin Li Kêleka Hev Pêşerojê Nîqaş Dikin’ hat lidarxistin de, jinan tekezî li ser pêwîstiya civakîbûna aştiya mayînde, misogerkirina hevwelatîbûna wekhev û beşdarbûna çalak a jinan di pêvajoyên biryardanê de kirin.
Enqere – Konferansek bi sernavê "Jin Pêşerojê Mil bi Mil Nîqaş Dikin" li Odeya Endezyarên Înşaetê ya TMMOBê tê lidarxistin. Armanca vê konferansê avakirina aştiyeke mayînde û berfirehkirina têkoşîneke kolektîf e. Axaftinên vekirinê ji aliyê hunermend Feryal Oney û Rugeş Filiz ve hatin kirin.
Di rûniştina yekem ku bi sernavê "Azadî, Demokrasî, Dadperwerî û Welattiyariya Wekhev" bû de, akademîsyen Ferîde Eralp û Fusun Ustel, siyasetmedar Gultan Kişanak û Zeynep Altiok Akatli, her wiha nivîskar Hîdayet Şefkatlî Tuksal wekî axaftvan cih girtin.
Di konferansê de Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEMê) Tülay Hatimoğulları, û her wiha nûnerên partiyên siyasî yên cuda û rêxistinên jinan amade bûn. Feryal Oney axaftina xwe ya vekirinê bi Tirkî kir, Rugeş Fîlîz jî bi Kurdî axivî. Axaftvanan destnîşan kirin ku mafên jinan heta niha bi dest xistine, niha hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê di bin êrîşê de ne. Her wiha ragihandin ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û avakirina aştiyê, derfeteke dîrokî derketiye holê. Jinan balkişandin ser dadperwerî û wekheviyê û gotin ku divê jin bibin xwediyê vê pêvajoyê, di rêza pêşîn de cih bigirin û di pêvajoyên biryardanê de rola xwe ya çalak bilîzin.
‘Pirsîn, perçeyekî bingehîn ê têkoşînê ye’
Moderator Cansu Çamlibel di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku em di serdemekê de dijîn ku qadên giştî teng dibin û heta avakirina hevokeke sade an jî pirsîna pirsekê jî bûye karekî zehmet. Cansu got: "Axaftin bi xwe êdî bûye têkoşîn. Û pirsîna pirsan perçeyeke neçarî ya vê têkoşînê ye. Em ê berdewam bin li ser pirsîna pirsan; divê hûn jî, wekî civak, berdewam bin li ser pirsîna wan.”
Cansu bal kişand ser wê yekê ku pirsa bingehîn a nîqaşê ew e ku di demekê mafên demokratîk tên sînorkirin de, çawa dikare aştiyeke mayînde û welatiyariya wekhev bê misogerkirin. Wê her wiha tekezî li ser girîngiya nîqaşkirina wateya rastîn a welatiya wekhev kir û ya ku divê di nav xwe de bihewîne, di demekê de ku desthilatdar diyar dikin ka kî xwediyê kîjan mafan e.
‘Welatiya wekhev û mafên zêde pêwîst in’
Di destpêka rûniştinê de, akademîsyen Fûsun Ustel axivî û bal kişand ser raporekê ku ji aliyê Partiya DEM’ê ve pêşkêşî komîsyoneke parlamentoyê hatiye kirin. Fûsun diyar kir ku avahiya dadmendiya veguhêz tedbîran dihewîne; tedbîrên ku dibe hewcedariya wan bi guhertinên destûrî hebe an jî tune be. Wê destnîşan kir ku nîqaşa li ser welatiya wekhev, nikare tenê di çarçoveya statuya yasayî de bê nirxandin.
Fûsun mijarên sereke yên vê nîqaşê yên wekî welatiya wekhev û azadiya baweriyê ji bo Elewiyan, reformên pêwîst di yasayên partiyên siyasî û hilbijartinan de, bikaranîna zimanê zikmakî di perwerdeyê de û her wiha xala 66’emîn a Destûrê ku welatiya Tirk pênase dike anîn ziman û got: “Daxwaza welatiya wekhev li vir, têgeheke bêalî ya têkiliya di navbera dewlet û kesî de nîşan dide. Lê belê, divê mirov li ser du xalan bifikire. Welatiyî nasnameyek e ku ji xwezaya xwe ve, hin kesan dihewîne û hinên din li derve dihêle. Sînorên wê yên xwerû hene. Ev aliyê dûrxistinê, bi taybetî di rewşa kesên bêwelat, koçber û kesên ku di bin xetereya windakirina welatiyêya xwe de ne de, bi zelalî tê dîtin. Her wiha, sînorên navxweyî jî hene. Welatiya wekhev a li gorî yasayê, bi awayekî otomatîk nayê wê wateyê ku mirov di pratîkê de jî wekhev e. Hiyerarşiyên çînî û cureyên din ên hiyerarşiyê, vê wekheviyê vedişêrin. Di hawîrdorekê ku azadî û maf hatine sînorkirin, rêyên lêgerîna dadmendiyê winda bûne, qada giştî teng bûye û cureyên nû yên dûrxistinê derketine holê de, gelo welatiya wekhev têr dike? Ya ku bi rastî pêwîst e, welatiya wekhev ligel mafên zêde ye.”
‘Daxwaza welatiya wekhev ji bo jinan têr nake’
Fûsun Ustel bal kişand ser wê yekê ku divê nîqaşên kûrtir li ser wê mijarê bên kirin ka têgeha welatiyêya wekhev heta çi astê jinan dihewîne. Wê diyar kir ku têgihiştina heyî ya welatiyê, xwe dispêre normên mêrane û hiyerarşiyên baviksalarî. Wê anî ziman ku mafên welatiyê yên jinan di dîrokê de her tim hatine sînorkirin. Wê destnîşan kir ku di rewşeke wiha ku rejîmeke zayendî ya dualî tê ferzkirin û normên malbatî di nava sîstema dewletê de hatine bicihkirin de, daxwaza welatiya wekhev ji bo jinan têr nake.
Fûsun Ustel bal kişand ser wê yekê ku divê ev nîqaş di polîtîkayên budceyê de jî xwe nîşan bidin. Wê girîngiya însiyatîfa Meclîsa Jinan a Partiya DEM’ê ya bi navê “Budceyek ji bo Wekhevî, Azadî û Aşitiyê” destnîşan kir û tekez kir ku divê pêdivî û daxwazên jinan di nav polîtîkayên budceyê de bên dîtin û eşkerekirin.
‘Bêyî dadmendiya ji bo jinan, aştiyeke pêkan nîne’
Ferîde Eralp di destpêka axaftina xwe de bi bal kişandina ser wêneyekî Îpek Er. Ferîde diyar kir ku tundiya mêran a li dijî jinan ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê berdewam dike û wiha domand: “Kesên ku İpek Er û hemû jinên din ên hatine kuştin qetil kirine, nayên cezakirin. Ji ber ku ew leşker, polîs, burokrat an jî kurên Waliyan in; ew ji aliyê piştgirên xwedî hêz ve tên parastin. Gelo bêyî dadmendiya ji bo hemû jinan, aştî çawa pêkan e? Şer di jiyana rojane de, bi awayê tundiya mêran a li dijî beden û jiyana jinan, berdewam dike. Mêrên ku xwe dispêrin dewletê û kesên xwedî desthilat, bi awayekî bêperwa tevdigerin; ji ber ku ew baş dizanin ku tu encamên kirinên wan tune ne.”
Ferîde bal kişand ser wê yekê ku nîqaşa li ser hemwelatiya wekhev ji polîtîkayên malbatê nayê veqetandin û wiha lê zêde kir: “Îro, wekheviya zayendî wekî tabûyekê tê dîtin; ev yek bûye hincetek ji bo rewakirina vekişîna ji Hevpeymana Stenbolê. Divê em bizanibin ku rejîm ne tenê li ser bingehên siyasî û aborî, her wiha li ser hevalbendiyeke baviksalarî (patriyarkal) hatine avakirin. Malbat, wekî mekanîzmayekê kar dike ku desthilat tê de tê avakirin û civak tê de ji nû ve tê teşekirin. Niha, di bin navê ‘Sala Malbatê’ û polîtîkayên cihêreng ên nifûsê de, bedenên jinan tenê wekî amûrekê ji bo zêdekirina nifûsê tên dîtin.”
‘Divê em ji bîr nekin ku aştî çandek e’
Zeynep Altiok Akatli anî ziman ku aştî ne tenê armanceke siyasî ye, di heman demê de mijareke çand û ziman e. Zeynep da zanîn ku çanda aştiyê ji aliyê çanda tundiyê ve hatiye xirabkirin. Zeynep bal kişand ku ji bo avakirina aştiyê divê civak hev nas bikin, hem travmayên borî û hem jî têkoşîna ji bo welatiyariya wekhev li ber çavan bigirin û wiha pê de çû: “Ez bawer dikim ku em dikarin bi rêya aliyên hev ên nenas an jî bi rêya ramanên ku em li ser li hev nakin jî, bipêş bikevin û ji hev fêr bibin. Her çend em di dema nîqaşkirina aştiyê de bi coşeke mezin xwedî lê derkevin jî, divê em li ser zimanê ku bi me dane hînkirin û zimanê ku me bêyî ku em pê bihesin girtiye ser xwe, bifikirin. Di nîqaşên navxweyî yên opozîsyonê de jî, bikaranîna zimanê tund ê desthilatdariyê û retorîka şerxwaz, dibe sedem ku em ji bîr bikin ku aştî, di rastiyê de, çandek e.”
‘Em bi çandeke tundiyê re rûbirû ne’
Zeynep destnîşan kir ku divê aştî ji bo her kesî be, bal kişand ser berdana sûcdarên Komkujiya Sêwazê û mijara berfirehtir a bêcezahiştina sûcên li dijî mirovahiyê. Zeynep anî ziman ku bêyî rûbirûbûna travmayên borî û çareserkirina pratîkên ku li dijî gotara aştiyê ne, avakirina aştiyeke mayinde ne pêkan e û got: "Tiştekî bi navê 'aşitiya kesekî din' tune ye. Heke aştî ji bo me hemûyan nebe, avakirina aştiyê ne pêkan e. Gava hûn nasnameyên cihêreng wekî jinbûn, Kurdbûn, Elewîbûn, karkerbûn, tenêbûn an jî berdayîbûn li hev tînin, hûn rastî çandeke tundiyê tên ku tê de hemû van taybetmendiyan wekî hincetekê ji bo sûcdarkirinê bi kar tînin."
'Pêşerojeke hevpar bi rêya piralîbûnê dikare bê avakirin'
Gultan Kişanak jî tekez kir ku azadî ne tiştek e ku mirov bi benda destûra kesên din bimîne û bi dest bixe, belkî qadeke ku mirov bi îradeya xwe diafirîne ye. Wê got: "Azadî bi me dest pê dike û bi me bi dawî dibe. Ne tiştek e ku kesên di desthilatdariyê de ango mêr, mezinên civakê an jî rayedar destûra wê bidin. Heke hûn bi xwe gav navêjin, ew pêk nayê." Gultan diyar kir ku demokrasî ne tenê ji nûnertî û hilbijartinan pêk tê, her wiha dikare bi guhdarîkirina hewcedariyên rojane yên jinan û misogerkirina beşdariya wan di pêvajoyên biryardanê de bê avakirin. Wê her wiha got: "Ez fêr bûm ku demokrasî tenê bi rêya beşdariyê, di asta herêmî de û bi xebata hevbeş dikare pêk bê."
Gultan bal kişand ser wê yekê ku welatiya wekhev tenê bi rêya yasayan nayê bidestxistin û got: "Bêyî guhertina pergalên baviksalar, kapîtalîst û kolonyalîst, ne mimkun e ku em bibin welatiyên wekhev." Gultan her wiha anî ziman ku nasnameyên cihêreng dikarin li ser zemîneke hevpar a têkoşînê bên cem hev û destnîşan kir ku pêşerojeke hevpar dikare bi rêya piralîbûnê bê avakirin.
‘Divê ciwan rêyên xwe bi xwe bibînin’
Gultan Kişanak diyar kir ku divê ciwan ji bo paşerojê berpirsyariyê bigirin ser milên xwe û potansiyela xwe derxin holê. Gultan axaftina xwe wiha domand: “Em nikarin ji bo wan rêyekê diyar bikin. Ciwan rêyên xwe bi xwe dibînin, divê ew rêyên xwe bi xwe bibînin. Lê hêviya min ew e ku ew nebin kesên ku tenê daxwazan dikin, li benda tiştan dimînin, gilî û gazincan dikin, an jî ji ber ku tişt li gorî dilê wan naçin, xwe ji pêvajoyê vedikişînin.”
Gultan bal kişand ser wê yekê ku têkoşîn pêvajoyeke berdewam e ku nifşan li xwe digire. Wê destnîşan kir ku her çend divê kes di qada giştî de li gorî pêşengiyên xwe tevbigerin jî, divê di heman demê de li dora mijarên hevpar bên cem hev.
‘Aştî bi rêya lihevkirineke civakî pêk tê’
Gultan bal kişand ser wê yekê ku li Tirkiyeyê, nehatina naskirina nasname û zimanê Kurdan dibe sedema gurbûna pevçûnan û got: “Her carê ku pevçûnek ji nû ve derdikeve holê, ew gelek tiştan ji jiyana me hemûyan distîne, azadiyên me û xeyalên me yên ji bo avakirina paşerojeke baştir. Divê em niha vê girêkê vekin.” Gultan mînaka Efrîkaya Başûr ku li wir naskirina zimanên pirjimar pêkan bû anî ziman û wiha domand: “Ev ne tenê pirsgirêkeke Kurdan e; ev pirsgirêka me hemûyan e. Zanîn, bi xwe re berpirsyariyê tîne. Em îro li vir axivîn û êdî em dizanin. Ev rewşa zanînê, berpirsyariyan dide ser milên me.” Gultan anî ziman ku aştî bi rêya lihevkirineke civakî pêk tê û wiha lê zêde kir: “Heke lihevkirineke civakî bê avakirin, tu hikûmet nikare bibe asteng li pêşiya wê. Ez bawer im ku em ê aştiyê pêk bînin.”
‘Me kelecana xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê winda kiriye’
Nivîskar Hîdayet Şefkatlî Tuksal, bi bal kişandina ser bêhêvîtiyên ku ji ber pêvajoyên aştiyê yên berê çêbûne û nebaweriya ku di nava civakê de zêde dibe û got: “Gelo çend pêvajoyên aştiyê yên wiha çêbûne? Me çend caran hewl daye? Bi ya min, min qet bala xwe nedaye vê pêvajoya heyî jî. Çima? Ji ber ku ne diyar e dê çi biqewime. Jixwe kes ji me nêrîna me napirse; tişt li pişt perdê tên amadekirin û em tenê li bendê dimînin ka dê encam çi be. Hewl tên dayîn, paşê her tişt têk diçe û di dawiyê de mirov tên girtin.”
Hîdayet anî ziman ku di dirêjahiya pêvajoyê de dijminahî hatiye gurkirin û got ku her çend hikûmet jî ji pêwîstiya aştiyê bê qanîkirin, ji ber dijminahiya kûr a ku di nava civakê de kok daye, qanîkirina raya giştî her ku diçe zehmettir dibe.
‘Divê her kes bi modela xwe beşdariyê bike’
Hîdayet diyar kir ku ji bo aştiyê bikin karekî civakî, divê rêbazên cihêreng bên pêşxistin û wiha pê de çû: “Ez bawer nakim ku mirov bikaribe bi lihevkirina li ser her mijarekê pêş ve biçe. Ji bo hinek kesan, mijara mafên LGBTI+’yan hîn jî pir hesas e. Tam mîna ku pirsgirêka Kurd demeke dirêj wisa bû. Ji ber vê yekê, divê modelên cuda bên afirandin. Divê em ji mirovan bipirsin: ‘Hûn çawa dikarin beşdarî pêvajoya aştiyê bibin? Hûn dikarin çi bikin?’”
Hîdayet tekez kir ku divê her kes li gorî derfet û pêşîniyên xwe berpirsyariyê bigre ser milê xwe û wiha lê zêde kir: “Divê em bi însiyatîfên biçûk û nêzîkatiyên nû pêş ve biçin. Divê her kes bifikire ka dikare çi bike. Divê modelên cihêreng derkevin holê û her kes bi modela xwe ya taybet beşdariya xwe pêşkêş bike.” Hîdayet behsa civînekê li Amedê kir ku tê de jinên xwedî nêrînên siyasî yên cuda hatibûn cem hev. Wê vegot ku beşdaran dema ku helaw çêdikirin behsa travmayên xwe yên kesane û serpêhatiyên xwe yên marjînalîzekirinê (ji derve hiştinê) kirine. Wê diyar kir ku ev ezmûna hevpar, ji bo têgihiştina hevdu qadeke watedar ava kiriye.
‘Divê em dest bi kiryarê bikin’
Hîdayet bi gotina ku parastina aştiyê tenê bi gotinan nabe û divê di jiyana rojane de gavên berbiçav bên avêtin, mînakek ji ezmûna xwe anî ziman: “Ji bo protestokirina pirsgirêka ziman li Tirkiyeyê, min hîs kir ku divê ez fêrî Kurdî bibim. Min li Mêrdînê pirtûk kirîn û beşdarî dersan bûm. Divê em dest bi kiryarê bikin. Gotina rastiya tam dibe ku hin cureyên hişyariyê şiyar bike, lê gelo di pratîkê de em dikarin çiqas tiştan biguherînin? Em gelek tiştan dizanin, lê gelo em çiqas ji van tiştan di jiyana xwe de diguherînin? Divê em girîngiyê bidin berpirsyariya kesane. Divê em balê bikişînin ser wê yekê ku çawa gavên biçûk û berbiçav dikarin bên avêtin. Werin em modelan pêş bixin, şêwirînê bikin û van fikran nîqaş bikin. Bi vî awayî em dikarin aştiyê bikin perçeyek ji civakê.”
Rûniştina ku di du qonaxan de hat lidarxistin, beşdarbûn û pirsên beşdaran jî li xwe girt.