Jin azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dixwazin

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mala Jin a bajarê Til Temirê daxuyanî da.

Til Temir – Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an di girtîgeha Îmralî de di şert û mercên dijwar de, girtî ye. Mala Jin a bajarê Til Temirê ya Kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da.

Rêvebera Mala Jin Hedla Yûnis daxuyanî bi zimanê Erebî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em tecrîda giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan bi tundî şermezar dikin û em hemû cureyên zext û binpêkirinên mafên wî yên mirovî û yasayî red dikin. Ji welatê aştiyê, em peyama xwe ji Rêberê aştiyê re dişînin, bi baweriya ku her çend laş girtî be jî, ramana azad nikare were sînordarkirin an jî di pişt hesinan de were girtin.

Dengê Rêber Abdullah Ocalan dîwarên girtîgehê derbas kiriye û astengiyên tecrîdê qul kiriye. Bi raman û felsefeya xwe, nirxên azadî, demokrasî û aştiyê hilgirtiye gihîştiye hemû gelên cîhanê. Têkoşîna wî îspat kiriye ku zindan ronahiya rastiyê venamirîne, lê belê wan vediguherîne dibistana berxwedanê û navenda ronakbîriyê ji bo têgihîştin, formulekirin û pêşkêşkirina azadiyê ji bo hemû mirovahiyê.

Serkeftina pêvajoyê bi azadiya fîzîkî ya Ocalan pêkan e

Em, jinên Rojava ji ramana Rêber Abdullah Ocalan hêza îradeyê û sebirê digirin. Em piştrast dikin ku têkoşîna jinan ji bo azadî û edaletê di felsefeya wî de bingehek zexm ji bo rizgariyê û avakirina civakek demokratîk û exlaqî, dîtiye. Ji vê perspektîfê em bi awayekî zelal û bê guman daxwaza azadiya wî ya fîzîkî û rakirina tecrîdê dikin. Wiha ji nû ve vekirina pencereyek derfetê bo berdewamiya pêvajoya aştiyê ya rastîn û dadperwerane, gengaz dibe.

Em ê nesekinin

Di vê çarçoveyê de, em piştrast dikin ku em ê paşve gav neavêjin, nesekinin heya ku em Rêber Abdullah Ocalan li derveyî girtîgeha Îmraliyê azad, kelepçe şikestî û dîwarên tecrîdê hilweşandî nebînin. Da ku aştî ji bo rêberê aştiyê serdest bibe û asoyek nû ji bo çareserî û diyalogê vebe, ku xizmeta gelên herêmê û tevahiya mirovahiyê bike.”