Ji xwîn û tarîtiyê ber bi xweseriyê ve: Çîroka berxwedana jinên Yakawlangê
Tevî ku navçeya Yakawlangê ya Bamyanê di sala 2018’an de şahidiya komkujiyeke hovane ya Talîbanê kir jî; jinên herêmê piştî xebatên bi salan û tevî vegera Talîbanê careke din bi avakirina Bazara Jinan karê xwe didomînin.
BAHARAN LEHÎB
Bamyan – Yakawlang yek ji navçeyên parêzgeha Bamyanê ye; herî zêde li wê navçeyê eşîrên Sedat û Hazara niştecih bûn. Di salên destpêkê yên desthilatdariya Talîbanê de, vê navçeyê şahidiya yek ji bûyerên herî xwînî yên dîroka Efganistanê kir, zêdetirî 350 kes hatin kuştin. Welatiyên din, ji bo ku jiyana xwe rizgar bikin, xwe spartin çiyayên bi berfê nixumandî. Hinek ji wan ji ber sermayê mirin, hinek jî piştî vegera xwe hatin gulebarankirin. Ev komkujiya ku ji aliyê Talîbanê ve hatibû kirin, di 29’ê Çileya 2018’an de qewimî û piraniya kesên hatibûn hedefgirtin xort û ciwanên navçeyê bûn.
Damezirandina partiya El-Wehde
Çîrokên dilşikestî yên wê serdemê hê jî tên vegotin. Jin bi zarokên xwe re bi rojan li çiyayan penaber bûn. Di wê demê de, şer di navbera Talîban û Hizb El-Wehde de li navçeyên Bamyan û Yakawlangê didomiya. Hizb El-Wehde partiyeke şiî bû, di dema berxwedana li dijî Sovyetê de bi piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê hatibû damezrandin û di nava civaka şiî ya li Efganistanê de bandoreke wê ya mezin hebû. Piştî hilweşîna hikûmeta Necîbullah û destpêkirina şerê navxweyî (1992–1996), gelek partiyên şiî ku wekî "Heşt Partî" tên zanîn, bûn yek da ku di bin serokatiya Ebdul Elî Mezarî de Hizb El-Wehde (Partiya Yekîtiyê) ava bikin. Di dema şerê navxweyî de, hêzên girêdayî komên cuda yên ku beşdarî pevçûnê bûn, di nav de Hizb El-Wehde jî bi binpêkirina mafên mirovan û sûcên din ên li dijî sivîlan hatin tawanbarkirin. Rêberên navdar ên vê partiyê Mihemed Kerîm Xelîlî û Mihemed Muhaqîq bûn, ku di du dehsalên pêş de di hikûmetê de astên bilind girtin.
Piştî komkujiyê, Talîbanê sê rojan rê li ber veşartina cenazeyan girt. Di dawiyê de, bi navbeynkariya mezinên eşîran, cenaze ji cihê komkujiyê û deverên din ên herêmê hatin berhevkirin û veşartin. Ji wê rojê ve, ev bûyer wekî birîneke kûr a gelê Yakawlangê maye.
Di dema şerê navbera Talîban û Hizb El-Wehde de li Bamyan û Yakawlangê, dema ku hêzên Hizb El-Wehde herêmê kontrol dikirin, wan hejmarek xanî şewitandin û vê yekê bi îdiaya ku niştecihan bi Talîbanê re hevkariyê kirine rewa kirin. Lê belê di nav van pevçûnan de, êşa diya Mîr Elî –ku kurê wê bi awayekî trajîk ji aliyê Talîbanê ve hatibû kuştin û êşa bi sedan jin û zarokên din hat paşguhkirin.
Tevî zordarî û koçberiyê jin neçarî kar û xwedîkirina malbatê bûn
Piştî hilweşîna hikûmeta yekem a Talîbanê, niştecih ku piraniya wan jin û zarok bûn vegeriyan herêmê û bêyî derfetên berê jiyana xwe ji nû ve dan destpêkirin. Ji ber ku piraniya mêran di komkujiyê de hatibûn kuştin, jinan fêm kir ku divê ew bixebitin da ku debara xwe û malbatên xwe bikin.
Yekemîn gava ku gelek malbatan avêt, destpêkirina perwerdekirina jinan bû. Piştî qedandina xwendina xwe, jin wekî mamoste, hîndekarên zanîngehê û karmendên hikûmetê xebitîn. Ji bilî bidestxistina jêhatiyên xwendin û nivîsandinê, bi hewldaneke mezin di bîst salên borî de dikaribûn di bazarên cuda yên civakî û aborî de bixebitin.
Dema ku Talîban vegeriya ser desthilatdariyê, xelkê Bamyanê mat ma û ket nava fikaran. Ji ber ku wan komkujiyên ji aliyê wê tevgerê ve hatibûn kirin û wêrankirina şûnwarên dîrokî yên li Bamyanê ji bîr nekiribûn. Bi demê re, rewş hêdî hêdî aramtir bû.
Piştî salên dirêj ên xebatê jin ji karên saziyan hatin dûrxistin
Piştî vegera Talîbanê, hemû jinên ku bîst salan ji bo xwendina zanîngehê û avakirina pêşerojeke zêdêtir xebitîn, ji karên xwe hatin avêtin. Ev jinên li navçeya Yakawlangê debara malbatên xwe dikirin û windakirina karên wan, jiyana wan pir dijwar kir.
Tevî vegera Talîbanê jî jinên Yakawlangê di têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê de bi israr bûn. Wan di bazara herêmî de beşek bi navê “Bazara Jinan” ava kir. Di destpêkê de, li vê bazarê tenê çend dikan hebûn, lê bi demê re berfireh bû û naha hejmareke mezin a jinên Yakawlangê li wir dixebitin û bi dahata xwe ya kêm hewl didin malbatên xwe xwedî bikin.
Bazara Jinan
Nûçegihana me serdana vê bazarê kir da ku rewşa jinên li wir dixebitin ji nêz ve bişopîne. Nûçegihana me bi Besma Rezayî ya karsazeke li Yakawlangê ye re, axivî. Besma behsa karên jinên karsaz ên di wê bazarê de dike her wiha nîşan dide ku tevî zextên civakî yên jinan jî ew karê xwe dikin û projeyan bi pêş dixin.
Besma wiha tîne ziman: “Ez xwediyê dikaneke hunerên destan û cil û bergan im. Nêzî deh salan e li bazara jinan dixebitim. Karsaziya me di salên berê de geş dibû lê îsal em di dayîna kiriyê de gelek zehmetiyan dikşînin.”
Der barê damezrandina vê bazarê de, Besma wiha zêde kir: “Me li cihekî din dikan vekiribû. Piştre me ji şaredariyê xwest ji bo me bazarek ava bike da ku em jin bikaribin bi hev re bixebitin. Piraniya xerîdarên me ji vê herêmê ne. Di salên berê de, geştiyar/biyanî dihatin bazara me da ku tiştekî jê bikirin.”
Besma her wiha li ser çalakiyên xwe yên di bazarên din de jî got: “Ez di beşa neqşên li ser cilan de li saziyek dixebitim.”
Besma peyamek ji jinên Efgan re şand û bi van gotinan axaftina xwe qedand: “Peyama min ji jinên Efgan re ev e ku ji bo xweseriya xwe her dem di nava hewldanan de bin. Bi keda xwe, bêyî xwe bidin aliyekî, debara xwe bikin û di warê avakirina cihekî kar ê serkeftî de bixebitin.”