Di êrîşa li dijî gundek Nîjeryayê de 8 jê zarok 30 kes hatin qetilkirin
Komek çekdar êrîşî gundek li Nîjeryayê kir. Di êrîşê de 8 jê zarok, herî kêm 30 kes hatin qetilkirin. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.
Navenda Nûçeyan – Komên çekdar êrîşî gundê Naridonê yê eyaleta Kaduna ya li bakurê rojavayê Nîjeryayê kir.
Hate ragihandin ku di êrîşê de herî kêm 30 kes mirine. 8 ji van kesên ku hatine qetilkirin, zarok in. Koma ku bêserûber gule reşand, piştre avahî dan ber agir. Heta niha kesî berpirsyariya êrîşa ku jin, zarok û extiyar hedef girtine, negirtiye ser xwe.
Li bakur-rojava û navenda Nîjeryayê, komên çekdar gundan dikin hedef, ji bo fîdyeyê mirovan direvînin, talan dikin û ji ber nakokiyên erdê, êrîşan pêk tînin. Li bakur-rojhilatê welat, êrîşên Boko Haram û Dewleta Îslamî ya Efrîqaya Rojava didomin.