Ji WFA’yê NY’yê re name: Pêvajoya siyasî ya li Efganistanê bêyî jinan nabe

Rêxistina "Jinan ji bo Efganistanê" di nameyek vekirî de ji Sekreterê Giştî yê NY’yê û Konseya Ewlekariyê re daxwaz kir ku tevlêbûna watedar a jinan di pêvajoya siyasî de bê lezdan û xebatên UNAMA’yê jî ji ber kêmasiya şefafiyetê rexne kir.

Navenda Nûçeyan – Jinên ji bo Efganistanê (WFA) nameyek vekirî ji Sekreterê Giştî yê NY

Antonio Guterres, endamên Konseya Ewlekariyê û Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê (UNAMA) re şandiye û daxwaz kir ku serxwebûna nirxandina NY bê parastin û pêkanîna pêvajoyek siyasî ya pêbawer û berfireh a li ser bingeha beşdariya watedar a hemû welatiyan, bi taybetî jinên Efganî, leztir bibe.

Nameya ku bi şêwirmendiya komek jinên Efganî yên di hundir û derveyî welêt û bi piştgiriya 30 çalakvan û rêxistinên mafê mirovan ên Efganî hatiye amadekirin, diyar dike ku aştiya mayînde, aramî û rewatiya li Efganistanê tenê bi rêya peymanek siyasî ya berfireh, diyaloga neteweyî û beşdariya temamî ya jinan dê gengaz bibe.

Gelek pêşniyar nehatine bi cihanîn

Nivîskaran biryarên 2593 (2021) û 2721 (2023) yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û nirxandina serbixwe bi bîr xistin û destnîşan dikin ku, hema bêje sê sal piştî weşandina nirxandinê, gelek ji pêşniyarên sereke hîn nehatine bicîhanîn.

Name di çarçoveya ‘stûna sêyemîn’ a mîsyona wê ji bo hêsankirina diyaloga siyasî, performansa Mîsyona Neteweyên Yekbûyî li Efganistanê (UNAMA) di pêşvebirina mîsyona wê rexne dike  û destnîşan dike ku mîsyon heta niha di avakirina mekanîzmayek hevgirtî, birêkûpêk û bi rastî jî berfireh de ji bo têkiliya bi hemû aliyên peywendîdar ên Efganistanê re têk çûye. Nivîskar her wiha li ser nebûna şefaftî û berpirsiyariyê di pêşxistin û bicîhanîna ‘Nêzîkatiya Mozaîk’ de bi fikarin.

Di nameyê de, rêxistina Jinan ji bo Efganistanê (WFA) sê pêşniyarên taybet ji NY re kirin: Avakirina mekanîzmayek birêkûpêk ji bo têkiliyê bi jinên Efganî, hêzên demokratîk û civaka sivîl re; destnîşankirina Nûnerê Taybet ê NY ji bo Efganistanê bi erkê birêvebirina dîplomasiyê di navbera hemû aliyên peywendîdar de û pêşxistina nîşaneyên zelal û demkî ji bo nirxandina pêşketina pêvajoya siyasî û nirxandina wê ji hêla Konseya Ewlekariyê ve daxwaz kirin.

Îmzavanan xwest ku van pabendbûnan veguherînin çalakiyên pratîkî

Her wiha îmzevanan ji Sekreterê Giştî yê NY, Mîsyona NY li Efganistanê (UNAMA) û endamên Konseya Ewlekariyê xwestin ku pabendbûna xwe ya ji bo nirxandinek serbixwe û pêşvebirina pêvajoyek siyasî ya berfireh ji nû ve piştrast bikin û van pabendbûnan veguherînin çalakiyên  pratîkî.

Di dawiya nameyê de tê gotin ku gel û jinên Efganistanê ji Neteweyên Yekbûyî hêvî dikin ku rola xwe wek saziyek bêalî, prensîb û berpirsiyar bidomîne û piştgiriyê bide beşdariya rasteqîn a welatiyên Efganî di pêvajoyên biryardayînê yên derbarê paşeroja welat de.