Li Îranê berfirehbûna cezayên dadgehan û berxwedana girtiyan di greva birçîbûnê de

Ji çalakvanên sivîl û jinan heta kolberên li ser sînoran, daraza Îranê girtin û darvekirinê wekî amûrekî kontrolê bi kar tîne. Li dijî van cezayên hovane girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne û xwendekar jî derketin qadan.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê cezayên girtinê û darvekirinê yên li dijî welatî, çalakvanên sivîl û kesayetên siyasî bê rawestan berdewam dikin. Di nav dozên dawî de gelek jin, rojnamevan û ciwan hene. Zêdebûna van cezayan fikarên rêxistinên mafên mirovan ên li ser tundiya dewletê gihandiye asta herî jor.

Di çarçoveya zextên dawî de; Kewkeb Bedxî Bîxa çalakvana Sendîkaya Karkerên Ferhengiyan li Xuzistanê û Forozan Ensarî salek cezayê girtîgehê xwarin. Ji çalakvanan Tara Farhengiyan re cezayê girtîgehê, 31 qamçî û sirgûnkirin hat birîn. Rojnamevana Kurd Şîfa Zerayî bi cezayê pereyan hate mehkûmkirin. Cezayê 10 sal girtîgehê yê Elî Sanî hate pejirandin, Yûnis Nebî Zadeh bi 10 sal û rojekê û li Kohdeştê jî Abdullah Mahmodî bi 3 sal û 6 mehan hatin cezakirin.

Her wiha çar welatiyên Ereb bi tohmeta çalakiyên olî û Mihemmed Mûradî jî li Mahabadê hatin girtin.

Pêla darvekirinê digihîje ciwanan

Li gel girtinan, pêkanîna cezayên darvekirinê jî zêde dibe. Hatiye ragihandin ku Erfan Îsfandiyarî 19 salî û Gol Mihemed Mihemedî 23 salî di doza “Meydana Elîxanî” de li girtîgeha Dastjerdê ya Îsfahanê hatine darvekirin.

Her wiha cezayên darvekirinê yên Emîn Xudrî Mîrqad Şûştar, Ezam Geramiyê Dayîka 3 zarokan li girtîgeha Yasuj û Îraj Îbrahîm Zade li girtîgeha Îlam hatin bicîhkirin. Li Zahedanê girtiyekî din û girtiyê Belûcî Meysam Îrancanî ku di 14 saliya xwe de hatibû girtin, hatin darvekirin.

Dadgeha Şoreşê ya Şîrazê jî ji ber ku di xwepêşandanên Çile de alîkariya bijîşkî dane birîndaran, cezayê darvekirinê da Mojtaba Dehbendî û Kiyanoş Hemzeh Kazerûnî. Cezayên darvekirinê yên Mehnam Nawab Sefewî, Emîr Hesen Ekberî Ferd 27 salî û Mehdî Zerîf jî hatin pejirandin.

Berxwedana li girtîgehan û nerazîbûna civakê

Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku Komara Îslamî li şûna bersivdayîna daxwazên civakê, tedbîrên hovane yên kontrolkirinê bikar tîne.

Li dijî vê siyasetê, girtiyên li girtîgeha Qizil Hesarê zêdetirî deh rojan e ku di greva birçîbûnê de ne. Zêdetirî 300 rêxistin, sazî û çalakvanan bi daxuyaniyeke hevbeş piştgirî dan vê grevê û daxwaza rakirina cezayê darvekirinê kirin. Her wiha xwendekarên Zanîngeha Allameh Tabatabaî jî biryarên îdamê şermezar kirin.

Kolber û ciwan li sînoran tên kuştin

Zextên dewletê li herêmên sînorî jî bi kuştina sivîlan berdewam dikin. Li herêma sînor a Pawehê Soheyîl Ferdewsî yê 16 salî bi guleyan hate kuştin. Li nêzî Xoyê jî kolberê 21 salî û bavê du zarokan Resûl Qelandarî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate kuştin.