Pergala tenduristiyê ya Îranê û astengiyên li hember daxwazên hemşîreyan

Sekreterê Giştî yê Komeleya Hemşîreyên Îranê Mihemed Şerîfî Muqedem destnîşan kir ku bandora dewletê ya li ser saziyên pîşeyî, mercên xebatê û mûçeyên kêm dibin sedema zêdebona kêmbûna karmendan û koçberiya hemşîreyan.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê, kêmbûna karmendan, zêdebûna koçberiyê û pirsgirêkên aborî di nav pirsgirêkên sereke yên pîşeya hemşîretiyê de cih digre. Sekreterê Giştî yê Komeleya Hemşîreyên Îranê Mihemed Şerîfî Muqedem, di daxuyaniya daye medyaya herêmî de pergala tenduristiyê û karê rêxistinên pîşeyî rexne kir.

Sekreter îdia kir ku Saziya Pergala Hemşîretiyê bi temamî ketiye bin kontrola dewletê, ev yek bûye sedem ku rêxistina pîşeyî serxwebûna xwe winda bike û li şûna parastina mafê hemşîreyan, di gelek rewşan de astengî li pêşiya daxwazên wan çêkirine.

Sekreter, anî ziman ku dema hemşîreyan nerazîbûn û daxwazên xwe yên derbarê şert û mercên kar anîne ziman, saziya pîşeyî li şûna ku van daxwazan ji rayedaran re ragihîne helwesteke astengî nîşan daye û diyar kir ku daneyên fermî rastiyê na teyîsînin.

Îstîfakirina bi milyonan hemşîreyan

Sekreter bi bîr xist ku Daîreya Hemşîretiyê ya Wezareta Tenduristiyê ragihandiye ku nêzîkî hezar û 700 hemşîreyan ji karên xwe derketine û destnîşan kir ku ev hejmar tenê karmendên daîmî digire nav xwe û gelek hemşîreyên ku wek taşeron dixebitin daxilî îstatîstîkan nehatine kirin.

Metirsiya gendeliyê û paşguhkirina hemşîreyan

Sekreter destnîşan kir ku hin komên di nav pergala tenduristiyê li ser rêveberî, çavkaniyên darayî û mekanîzmayên çavdêriyê bi bandorin û diyar kir ku kombûna hêz û kontrolê di yek destî de metirsiya gendeliyê zêde dike.

Sekreter diyar kir ku ev pergal hemşîre û xebatkarên din ên tenduristiyê paşguh dike û got ku pisporên tenduristiyê tenê wek amûrek ji bo xizmetkirina hewcedariyên hin komên berjewendiyê têne dîtin.

Mûçeyên kêm û rêjeya bilind a koçberiyê

Sekreter da zanîn ku hemşîre di nav komên ku di nav karmendên giştî de mûçeyên sabît ên herî kêm werdigirin de ne û her wiha rêjeya koçberiyê ya herî bilind di nav xebatkarên tenduristiyê de di hemşîreyan de tê dîtin.

Xwepêşandanên hemşîreyan û destwerdana hêzên ewlehiyê

Li gelek bajarên Îranê, di mehên dawî de hemşîreyan bi berdewamî bi daxwaza başkirina mûçe û mafê civakî û jiholêrakirina newekheviyên di pîvanên mûçeyan de xwepêşandan li dar xistine.

Her çend hemşîre daxwaza zêdekirina mûçe dikin jî, ev daxwaz nehatine bicîhanîn û hin xwepêşandan bi destwerdana hêzên ewlehiyê re rû bi rû mane.