Ji tevger û çalakvanên Kurd peyamên piştgiriyên bi Leyla Xalid re
Tevgera Rizgariya Jinên Kurdistanê, Berdevka TJA’ê Ayşe Gokan û jinên girtî yên li Girtîgeha Sicnanê, ji çalakvana Filistînî Leyla Xalid re peyam şandin û diyar kirin ku têkoşîna wê ji bo jinên Rojhilata Navîn çavkaniya îlhamê ye.
Navenda Nûçeyan – Tevgera Rizgariya Jinên Kurdistanê, ji ber xirabûna rewşa tenduristî ya çalakvana Filistînî Leyla Xalid, peyamek piştgiriyê weşand. Di heman demê de Ayşe Gokan, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) û jinên ku li Girtîgeha Sicnanê girtî ne jî bi rêya peyaman hevgirtina xwe bi Leyla Xalid re nîşan dan. Jinên girtî tekez kirin ku têkoşîna Leyla Xalid dê bibe çavkaniya îlhamê ji bo jinên li Filistûn, Kurdistan û Rojhilata Navîn.
Di nava peyaman de hate diyarkirin ku têkoşîna Leyla Xalid mîna pirekê ye ku têkoşîna jinên Kurd û Filistînî yên li dijî dagirkerî, zilm û zîhniyeta baviksalar bi hev ve girêdide.
‘Helbesteke berxwedanê ku sînoran nas make”
Peyama Tevgera Rizgariya Jinên Kurdistanê wiha ye:
Di destpêka peyamê de ev hat bilêv kirin: “Ji bo jina berxwedêr û delal Leyla Xalid; navê te ne tenê navek e di dîroka têkoşînê de, lê helbestek û sirûdek e ku ji hêla berxwedêrên jin ên li Rojhilata Navîn ve tê gotin. Dema ku te balafir revandin, te dilê mirovên azad ên cîhanê girt û di me hemûyan de baweriya ku jinek tenê bi hêzek wiha bêdawî dikare textên neheqiyê bihejîne, çand.”
‘Di destekî de tifing, stranek li ser lêvên jiyanê’
Di dewama peyamê de ev hat gotin: “Em jinên Kurd pir baş dizanin ku jinek li dijî rejîman radiweste, tê çi wateyê. Em dizanin ku hilgirtina tifingê di destekî de û zarokek di destê din de, stranbêjiya ji bo jiyanê tevî guleyên mirinê tê çi wateyê. Ji bo me, tu ne tenê sembolekî Filistînî yî; tu mîna berdewamiya berxwedana her jinekê yî ku li çiyayên Kurdistanê, li kampên Lubnanê û di girtîgehên dagirkeriyê de serî radike.”
‘Laşekî tijî êş bi hêza ciwaniyê şer dike’
Peyama tevgerê bal kişand ser rewşa tenduristî ya Leyla û wiha pê de çû: “Îro, em dibihîzin ku tenduristiya te xirab bûye û tu bi nexweşiyek giran re şer dikî. Laşê te, ku ewqas salan li ber xwe daye... Ev beden, tijî êş, jan û hêviyê, niha bi qasî ciwaniya xwe bi tundî şer dike.”
‘Germahiya Qendîlê û suayên dayîkên Kurd ji te re’
Peyama tevgerê wiha dewam kir: “Di gotinên me de li peyvên ku dilê te rehet bike negere; ji ber ku hemû gotinên me kêmasî ne. Tevî fedakariyên te yên mezin, ji kûrahiya dilê xwe em germahiya jinên Çiyayê Qendîlê û daxwazên herî germ ên dayîkên Kurd ji te re dişînin. Em ji bo başbûna te ya bilez daxwazên xwe yên herî baş dişînin. Bila her roja ku derbas dibe, serkeftinek li dîroka te ya zêrîn zêde bibe. Jina ku textên zaliman dihejîne, heta di nexweşiya xwe de jî xurt e. Em di her lêdana dil û di her duayekê de ku ji gundên Kurdistanê ber bi ezmanan ve hildikişe, bi te re ne.”
‘Ji zindanan ber bi sînorên azadiyê ve: Dengê jinên girtî’
Peyama Berdevka TJA’ê Ayşe Gokan û jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê wiha ye:
“Me bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya têkoşîna we ya li dijî nexweşiyeke wiha giran wergirt. Hûn sembola têkoşîn û berxwedanê ya li dijî pergalekê ku bûye mîna nexweşiyeke xirab in. We li dijî teslîmiyet û zîhniyeta baviksalar şer kir, we li dijî dagirkerî û qirkirina li ser gelê Filistînî, jinan û baweriya wan li ber xwe da. Tu nexweşî an hêz nikare we ji têkoşînê dûr bixe û em bawer in ku hûn ê bi berxwedan û têkoşîna xwe hemû zehmetiyan derbas bikin.
Em bi tevahî ji têkoşîn û berxwedana Leyla Xalid, Leyla Qasim, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Leyla Agrî û bi hezaran jinên li welatên Rojhilata Navîn haydar in.
Bi milyonan jinên Kurd û Filistînî li dijî polîtîka, zîhniyet û zayendperestiya rejîmên dagirker şer dikin û rêya ku we vekiriye dişopînin.
Em, jinên girtî yên di zindanan de, bi hestên xwe yên herî kûr we hembêz dikin. Em baweriya xwe bi we tînin û ji we re şifayek bilez û tenduristiyek baş dixwazin.”