Ji pênûsa jinek wêrek banga ‘Bila jinên Kurd binvîsin’
Nivîskara Kurd Krîstîn Ozbey xwest ku jinên Kurd bi zimanê xwe dinvîsin, destnîşan kir ku xwendina pirtûkên Kurdî kêm e û banga “Jinên Kurd, dayîkên Kurd, bila li zimanê xwe xwedî derkevin” li jinan kir.
BINEVŞ STÊRK
Amed – Her jinek, di nav xwe de cîhanek dihewîne. Jinên Kurd jî, bi taybetî di salên dawî de hest, hêvî, şikestin, bendewarî û xemgîniyên xwe bi berhemên cur bi cur tînin ziman. Yek ji van jina jî, Krîstîn Ozbey e. Hem dayîk, hem nivîskar, hem helbestvan hem jî karmendek e. Krîstîn Ozbey heta niha çar pirtûk nivîsandiye; Sağanak Yalnızlık (Tenêtiya Xunavî), Şevdank, Sorxêlî, Keştiya Tijî Xem.
Destpêkê bi helbestên xwe hewl daye reng û dengê jinê nîşan bide. Pirtûka wê ya yekem, bi Tirkî bûye, piştre dest bi nivîsandina bi zimanê dayîka xwe, bi Kurdî kiriye. Krîstîna ku dil û cîhana xwe ya hestan ji bo me vekir, li bajarê dengbêjan li Mûşê jidayîk bûye, piştre malbata wê hatine Farqînê. Krîstîn diyar kir ku dema li Farqînê jidayîk bûye, bavê wê navê karakterek navdar a şanoya radyoyê lê kiriye, piştre karmendên dewletê gotine ‘ev navê gawiran e, em nanvîsin’ û navê ‘Kîbar’ di nasnameya wê de nivîsandine. Lê Krîstîn tu car navê din li xwe dananiye.
‘Zimanê min mala min e’
Krîstîn piştî ku dibistana seretayî li Farqînê xwend. Dû re dibistana hemşîretiyê qedand. Ev 27 sal in hemşîretiyê dike. Bi karê xwe yê hemşîretiyê re, nivîskarî jî dike. Krîstîn got ku “Min destpêkê bi Tirkî nivîsand. Piştre min xwest bi Kurdî binvîsim. Ji ber ku zimanê min wek mala min bû. Min di Tirkî de xwe li mala xwe hîs nedikir. Min xwe wekî ku li derve me hîs dikir. Niha bi Kurdî dinvîsim û hîs dikim ku li mala xwe me.”
Hem dayîk hem karmend hem nivîskar
Li gel helbestan, Krîstîn mîzah jî nivîsiye. Salên dirêj hem gelek malperan de nivîsên wê yên mîzahî hatine weşandin. Krîstîn hem jî di şanoyê de skecên mîzahî nivîsiye. Di rêzefîlmê ‘Ax û Jiyan’ a mîzahî de senaryo nivîsiye. Krîstîn balkişand ser zor û zehmetiyên nivîskariya jin û wiha got: “Mîna ku Fatmagul Berktay jî gotiye jinbûn û nivîsandin gelek zehmet e. Ji ber ku berpirsyariyên me gelek zêde ne. Ez bi xwe hem dayîk im, hem karekî gelek zor ê fermî dikim. Hem nivîs hem xwendin. Bê xwendin, nivîs qet nabe. Bi hev re rêvebirina van hemûyan, gelek zor e. Di vir de, ferqa me û nivîskarên mêr derdikeve holê. Dema em dinvîsin, em difikirin ka di kîjan navbera karên malê de, karê zarok de, an jî di karên din de navberê bibînin ku binvîsin, an bixwînin.”
‘Em di vî warî de kêm dimînin û dîsa qad ji mêran re dimîne’
Krîstîn anî ziman ku ji ber wî, nivîsandina jinan gelek hêja ye û sedema vê nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman: “Nivîskarên jin ên Kurd, di vê qadê de gelek bi tenê ne, gelek bi tena serê xwe ne. Ji ber ku mêr, behsa xebatên hevdu dikin. Mêr di gelek ciyan de ne. Berpirsyariyên jinan gelek zêde ne. Berpirsyariyên mêran kêmtir in, li dervebûna wan, enerjiya wan ji ya me zêdetir e. Wek ku em qet nanvîsin, an tiştên ku em dinvîsin dibe ku wek qet ne hêjayî xwendinê ne tên zanîn. Ji ber ku li ser xebatên jinan axlemîn jî jinên di van salên dawî de dinvîsin, li ser xebatên wan tiştek nayê gotin, nirxandinek berbiçav, nirxandinek baş nayê kirin. Ji ber vê yekê jî jin di vê qadê de mixabin bi tenê ne. Lewma jî li ser milê me dimîne. Ji ber ku li ser milê me gelek tişt hene, em di vî warî de kêm dimînin û dîsa qad ji mêran re dimîne.”
Sorxêlî: Yekem pirtûka wê ya bi Kurdî
Krîstîn derbarê pirtûkên xwe de axivî û ragihand ku ya yekem bi Tirkî bûye û wiha domand: “Navê wê ‘Sağanak Yalnızlık’ (Tenêbûna Xunavî) bû. Dû re Şevdank derket. Şevdank, ji helbestên min ên Kurdî pêk dihat. Her çiqas ji bo min gelek kêmasiyên wê hebin jî, helbestên min ên ku bi Kurdî cara ewil derketin bûn. Dû re ‘Sorxêlî’ hat. Pirtûka çîrokan bû. Kurteçîrok bûn. Pirtûka min a dawî ‘Keştiya Tijî Xem’ jî ji kurteçîrokan pêk tê. Min di ciwaniya xwe de bi piranî çîrokên jinan ên ji aliyê mêran ve hatine nivîsandin xwend. Ji min re wek kêmasiyek bû. Min dixwest ku çîrokan bi çavê jinê bixwînim, axlemîn jî çîrokên jinên Kurd, min xwest bi Kurdî binvîsim. Ji ber wî, min biryar da ku çîrokên xwe, bi Kurdî binvîsim.”
‘Çand, bi jinê, bi dayîkê, bi xwişkê derbasî zarokan dibe’
Krîstîn destnîşan kir ku wek nivîskarên jin ên Kurd bi zimanê xwe dinvîsin, lê xwendina pirtûkên Kurdî kêm e. Krîstîn bang li jinan kir û wiha got: “Em tenê tiştek dixwazin. Jinên Kurd, dayîkên Kurd, bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Belê, mêrên Kurd jî bila li zimanê xwe xwedî derkevin. Lê jinên Kurd zêdetir li zimanê xwe xwedî derkevin. Ji ber ku çand, bi jinê, bi dayîkê, bi xwişkê derbasî zarokan dibe. Em niha binvîsin, kes nexwîne an jî kes van tiştan nizanibe, wek ku me ji valahiyê re nivîsandibe. Tu kes naxwaze ev tişt bibe. Ji ber wî jî, çiqas di nav civaka me Kurdan de Kurdî zêde be, ewê motîvasyona xwedina jinên Kurd çêbibe. Ji ber ku her nivîskar, ji bo xwendinê dinvîse. Ger ku bizanibe ewê neyê xwendin, ewê nenvîse. Tenê daxwaza min ew e ku herkes bi zimanê dayîka xwe biaxive.”
Banga li jinên Kurd
Krîstîn tiştek ku pir bala wê dikşîne anî ziman û bi van gotinan vegot: “Çi li beşên Kurdolojiyê, çi li zanîngehên Avrûpayê yan li deverên din, xebatên li ser jinan, xebat, çîrok û romanan gelek kêm in. Ez dinhêrim bi piranî li ser milê jinan e. Heta, ne weşanxaneya min be kes behsa xebatên min nake. Ev tişt mixabin jinê, xebata jinê vedişêre.” Krîstîn pirsa me ya “Di çîrokek te de stranek Şivan Perwer ‘Xanima Min’ derbas dibe. Te xwest çi bêjî?”, wiha bersivand: “Vê strana pir bandorê li min kiriye. Jinek ku xwe venabêje, lê ez mudaxaleyî wan peyvan dikim, ez derdê xwe di ser wê re dibêjim û ez gotina xwe dibêjim. Ji nifşên niha re pêşniyar dikim ku bi zimanê xwe binvîsin. Belê, hûn dikarin pir xweş binvîsin. Potansiyelek gelek xweş di jinên Kurd de heye. Nifşên niha tenê heyranokan jî bixwînin, ewê bibînin ku jinên me yên berê, van tiştên xweş nivîsîne û derfetên wan qet tunebûne. Niha derfet gelek in. Dikarin berhemên gelek xweş bidin. Dikarin xebatên gelek xweş bikin.”
‘Min xwest jinên Kurd ên modern binvîsim’
Krîstîn Ozbey di çîrokên xwe de ji hemû qadên jiyanê jinan tîne ba hev. Dibêje ku “Tenê jinantiya li gundan, tiştên folklorîk hatine nivîsandin. Min xwest ez vêya bişkînim. Min xwest jinên Kurd ên modern binvîsim. Ji ber ku jinên Kurd ên modern gelek in û êdî çîrokên din di asteke de bimînin, em vê demê binvîsin. Ji ber ku her nivîskar, şahidek dema xwe ye. Ez jinên şoreşger dinvîsim, ji ber ku şoreşek ewqas li ser milê jinan dimeşe, gerek şahidiya vî tiştî hebe. Gerek nivîsa vî tiştî hebe ku mayînde be. Ez jinên karker dinvîsim, jinek karmend e dinvîsim, dayîkan, dayîkek aştiyê dinvîsim. Dixwazim ku bi her awayî, jinên Kurd binvîsim.”