Ji Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Rojava banga parastina xwendekaran

Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Rojava, bertek nîşanî biryarên dawî û bûyerên 16’ê Mijdarê yên bûn sedema birîndarbûna 25 xwendekaran da û daxwaza parastina mafên xwendekaran û xweseriya akademîk kir.

Qamişlo – Biryarên dawî yên der barê Zanîngeha Rojava û pêvajoya perwerdeyê de hatine girtin, bûn sedema nerazîbûna xwendekar û kesên di qada akademîk de. Gelek kes li hemberî van biryaran helwestên xwe nîşan didin û daxwazên xwe tînin ziman.

Di vê çarçoveyê de Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxuyaniyek da û helwesta xwe ya li ser biryarên dawî eşkere kir. Daxuyanî, ji aliyê Mehabad Serhan ve hate xwendin.

Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Rojava, di daxuyaniya xwe de bal kişand ser bûyerên ku di 16’ê Mijdara 2026’an de li hundirê kampûsa zanîngehe qewimîn û diyar kir ku ev bûyer binpêkirineke eşkere ya xweseriya zanîngehe û gefeke rasterast li ser ewlehî û tenduristiya xwendekaran bû. Meclîsê, destnîşan kir ku ji ber şopandina encamên bûyerê û mijûlbûna bi rewşa tenduristiya xwendekarên birîndar re, daxuyanî dereng ket.

Meclîsê, di daxuyaniya xwe de tekez kir ku çalakî û xwepêşandana xwendekaran derbirîna daxwaz û mafên wan ên rewa, parastina taybetmendî û xweseriya akademîk û îdarî ya zanîngehe bû û got: “Divê ev daxwaz ne bi bikaranîna hêz û tundiya li hemberî wan, bi rêya diyalogê û guhdana dengê xwendekaran bihata çareserkirin.

‘25 xwendekar birîndar bûn’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bikaranîna bombeyên gazê rondikrijê û avêtina qulewan a li kampûsê bûne sedema birîndarbûna 25 xwendekaran. Meclîsa xwendekaran, ev bûyer wekî dîmeneke xemgîn binav kir û tekez kir ku ew bi tu hincetekê neyê rewakirin.

Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Rojava, di berdewamiya daxuyaniya xwe de xalên sereke yên helwest û daxwazên xwe yên li hemberî bûyerên dawî wiha diyar kir:

*Em bi tundî bikaranîna hêza leşkerî, çekan, gazê rondikrijê û dûxanê ya li hundirê kampûsa zanîngehe şermezar dikin û vê yekê wekî êrîşeke li ser pîroziya saziya perwerdehiyê û rûmeta hemû xwendekaran dibînin.

*Em bi awayekî eşkere her biryar an tedbîrên ku armanca wan girtin an şopandina xwendekaran e, ji ber beşdarbûna wan di parastina mafên xwe û xwepêşandana aştiyane de red dikin. Em bawer dikin ku muameleya bi vî awayî dê tenê bibe sedema zêdebûna aloziyê û xirabtirbûna rewşa tengasiya li hundirê zanîngehe.

*Em daxwaz dikin ku mafên xwendekaran bên rêzgirtin, ewlehiya wan bê garantîkirin û tu kes rastî gefxwarin, zextkirin an jî rastî her cure muameleya nebaş ney.

*Em girêdana xwe bi mafê xwendekarên Zanîngeha Rojava re ji bo derbirîna aştiyane ya daxwazên xwe û parastina xweseriya zanîngehe û taybetmendiyên wê yên akademîk û îdarî nîşan didin. Her wiha, em ferzkirina her biryareke çarenûssaz bêyî diyalog û danûstandinê red dikin.

*Em bang li saziyên akademîk, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û rêxistinên ku mijarên xwendekaran dişopînin dikin ku li hemberî bûyerên qewimîn helwesteke berpirsiyar bigirin, piştgiriya xwendekaran bikin û ji bo dubare nebûna van binpêkariyan bixebitin.”

‘Mafên xwendekaran, ewlehiya wan û mafê xwendinê xetên sor in’

Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Rojava, di daxuyaniya xwe de tekez kir ku parastina mafên xwendekaran û berevaniya berjewendiyên wan berpirsiyariya wê ya bingehîn e. Meclîsê, destnîşan kir ku ew qebûl nake xwendekar rastî biryarên ku paşeroja wan a akademîk dixin xeteriyê bên.

Di daxuyaniyê de hate tekez kirin ku zanîngeh ne cihê tirsandin û zorê li dijî daxwazên aştiyane, cihê zanistê, diyalogê û avakirina nifşên nû ye. Meclîsê, bang kir ku dengê xwendekaran bê bihîstin. Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rûmet û ewlehiya xwendekaran û mafê wan ê xwendinê xetên sor in ku nayên derbas kirin.