Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ji bo Rojava bang: Bêdeng nemînin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku ew ê li hember sûcên li dijî gel û jinên Kurd ên li Helebê hatine pêkanîn bêdeng nemînin û destnîşan kir ku ew ê hevgirtina xwe ya bi şoreşa Rojava re xurtir bikin.
Navenda Nûçeyan – Di civîna yekem a Meclîsa Jinan a sala 2026’an de, têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan, xizanî û înkarkirina mafan a 2025’an hate nîqaşkirin. Jinan, ragihandin ku wan li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk têkoşîna dema nû diyar kirine.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku pergala kapîtalîst a bi serdestiya mêr, hewl dide ku bi polîtîkayên şer krîzên xwe derbas bike. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hiqûqa navneteweyî û mafên jinan nayên berçavgirtin, ku ev yek xizanî, şîdet û îstismara jinan zêdetir dike. Hat gotin ku çareserî di têkoşîna hevpar a gel û jinan de ye.
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, anî ziman ku êrîşên li dijî jin û gelê Kurd a li Helebê êrîşek li dijî jiyana azad û wekhev a li Rojava hatiye avakirin e. Hat gotin ku ew ê hevgirtinê bi Şoreşa Rojava re xurtir bikin.
Meclîsa Jinan, her wiha serhildana bi pêşengiya jinan a li Îranê jî bi bîr xist û diyar kir ku ew ê piştgirî û hevgirtina xwe bidomînin.
Hat gotin ku têkoşîna li dijî polîtîkayên dijminê jinan li Tirkiyeyê dê berdewam bike û rêxistinbûna jinan dê ji kolanan heta hemû qadên jiyanê were xurt kirin.
Di dawiyê de, hate destnîşan kirin ku têkoşîna jinan têkoşîna aştiyê ye û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi pêşengiya jinan were xurt kirin.