Ji mamosteya ku li Îranê hat binçavkirin agahî nayê girtin

Ji mamosteya dibistana seretayî Masture Nerîmanî ya di xwepêşandanên li Ehwazê de hat binçavkirin, tu agahî nayê girtin. Çavkaniyên mafên mirovan, balê dikişînin ser îhtîmala mehkûm kirina cezayek giran.

Navenda Nûçeyan – Li gorî çavkaniyên mafên mirovan, mamosteya dibistana seretayî Masture Nerîmanî, di 21’ê Çileyê de di xwepêşandanên li Ehwazê de hate binçavkirin û der barê wê de xeteriya mehkûmkirina cezayê giran heye.

Li gorî çavkaniyan, hêzên ewlehiyê avêtin ser mala Masture Nerîmanî û lêgerîn kirin, piştî ku telefona wê ya dest û amûrên wê yên elektronîkî desteser kirin Masture Nerîmanî binçav kirine û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan, diyar dikin ku mamoste bi sûcdariyên mîna "şandina dîmenan ji dezgehên medyayê ya derveyî welat re" tê sûcdarkirin û tê metirsî kirin ku der barê wê de cezayekî giran bê dayîn.

Tevî ku rojan li ser binçavkirina wê derbas bû jî, derbarê cih û rewşa tenduristiya Masture Nerîmanî de tu agahîyek fermî nehat parve kirin. Her wiha tê ragihandin ku malbata Mastura Nerîmanî ji bo ku mijarê belavî raya giştî nekin, di bin zextê de ye.