Ji Komeleya Jin a Heyat hevdîtina ‘Saetên Serkeftinê’
Komeleya Jin a Heyat, li Suweydayê bi armanca teşwîkkirina jinan a bi karkarina dem a bi bandor û zêdekirina pêşketina kesane, rûnîştek bi sernavê "Saetên Serkeftinê" li dar xist.
Suweyda – Komeleya Jin a Heyat, bi armanca baştir derbaskirina rojên mayî yên salê û bi amedakarî ketina ji sala 2026’an, rûniştek hişyarkirinê ya bi navê "Saetên Serkeftinê" ku armanc dike ji bo jin xwe ji nû ve kifş bikin alîkariya wan bike, hate li dar xistin.
Jinên ji temen û raboriyên cuda, îro 28’ê Cotmehê li Suweyayê li hevdîtina binavê "Saetên Serkeftinê" ya ji aliyê Komeleya Jin a Heyatê ve hat li dar xistin, kom bûn. Bi taybetî ji ber şert û mercên dijwar ên di demên dawî de, ji bo jinan qadekî ku bikaribin xwe îfade bikin, fêr bibin û xwebaweriya xwe ji nû ve bidest bixin, hate pêşkêş kirin. Hevdîtin bû platformek ku armanc dike piştgirîya jinan bike û rolên wan di civakê de xurt bike.
Perwerdekara navneteweyî Giya El-Zubbe ya hevdîtinê birêve bir, balkişand li ser girîngiya piştgiriya derûnî û xwest ku sala mayî mîna derfetek binirxînin û sala 2026 an bi enerjiyek nû dest pê bikin. Giya El-Zubbe, diyar kir ku piştgirî kirina jinan nayê wateya teşwîqkirina hevberdanê û berevajî alîkariya jinan dike ku xwe fam bikin û malbatên xwe bihêz bikin.
Beşdaran jî destnîşan kirin ku jin çavkaniya jiyanê ya civakê ne. Sekretera Giştî ya komeleyê Umm Jamul, da zanîn ji bo bihêzkirina jinan qurs û serdanên stargehan li dar dixin: "Em hewil didin ji jinan re hêz û hesta aîdiyetê bidin qezençkirin. Tiştên herî hêsan, mînak qutkirina por jî, di derûnî ya jinê de ferqek mezin avadike.”
Hemşîreya teqawidbûyî Cemîla Ebû Zeîd jî, qala rola komeleyê ya di piştgiriya jinan de kir û got: "Jin di hemû qadên jiyanê de piştgiriyê heq dikin. Divê em piştgiriyê bidin hev, ji ber ku civak hêj jî jinan paşguh dike.”
Endama komeleyê Hanadî Kamaleddin a ji bo alîkariya vekirina salona kuaforê spasiya xwe pêşkêş kir, amadebûna xwe ya ji bo xizmetkirina jinên koçber anî ziman û hevdîtinê mîna "hişyarbûnek" bi nav kir: "Dema ku min bi zarok û mala xwe mijûl dibûm, min ferq kir ku ez xwe paşguh dikim. Ez dizanim ku niha ji bo ji nû ve destpêkirinê deng mam.”