Ji Kobanê helwesta hevpar: Emê hebûna xwe ya di her warî de mîsoger bikin
Jinên li bajarê Kobanê li dijî înkarkirina hikûmeta demkî ji hebûna jinan re bi helwesteke hevpar gotin: “Mafê tu hêzê tuneye ku hebûna me înkar bike û bi guman tevbigere.”
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Bi pêşengiya rêxistina Kongra Star a bajarê Kobanê, di 17’ê Gulanê de 2 hezar jin ji bo diyarkirina helwesta xwe ya li dijî hişmendiya hikûmeta demkî ya înkarkirina hebûn, nasname û destkeftiyên jinan, hatin gel hev.
Hevdîtina jinan bi biryar û encamên gelek girîng pêk hat. Jinên ku beşdar bûn jî, îsrar û helwesta xwe bi ajansa me re parve kirin.
‘Hêza kesî têra înkarkirina hebûna me nake’
Necme Kenco ya ku tekez kir hêza wan a têkoşînê li gor her şert û mercan e, wiha got: “Kombûna bi hezaran jinan a ji bo heman helwest û biryarê, peyameke ji bo Sûriyê û hemû hêzên ku hewl didin vîna jinê biçewisînin. Salên dirêj e ku me di her şert û mercan de têkoşîna xwe domandiye. Ji ber vê yekê jî helwesta me domandina têkoşînê ya tacîdarkirina serkeftinê ye.”
Necme bi gotina “Hêza kesî têr nake ku hebûna me înkar bike” helwesta xwe ya şênber anî ziman û wiha pê de çû: “Keda ku jinan û ciwanên me daye, keçên me yên guliyên xwe li dijî her cure êrîş kirin mertal, wê ev destkeftî bi rengekî destûrî were garantîkirin. Hêza tu kesî jî têr nake ku hebûna me înkar bike, lewra jî emê gavan pêş ve navêjin û bi helwesteke hevpar vîna xwe bidin diyarkirin.”
‘Emê wek YPJ têkoşîna xwe bidomînin’
Şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Ekîn Şiyar, kêfxweşiya xwe ya li hember helwesta hevpar a jinên Kobanê, wiha anî ziman: “Kombûna hejmareke mezin ji jinan û bi yek vînê helwesta xwe nîşandan, weke şervanên YPJ’ê em coşeke mezin jê digriN. Em wek şervanên YPJ’ê, hêza xwe ya herî mezin ji piştgirî û sekna van jinan digrin ku ev ji bo me jî dibe hêza bilindkirina têkoşînê û xwe gihandina armanca xwe. Ji bo ku weke YPJ û bi giştî nasnameya jina azad di pêşeroja Sûriyeê de were miîsogerkirin, em di astên herî bilind de xwedî hewldan û biryar in ku em di vê mijarê de bi îsrar in.”
‘Yekîtiya nêrîn, hêz û vîna jinan mîsogeriya serkeftinê ye’
Xanim Hibo ya ku hêrsa xwe ya li hember hewldanên hikûmeta demkî anî ziman, wiha got: “Kombûna jinan ne tenê bûyereke ji rêzê ye, her wiha ji her pêkhate yekîtiya nêrîn, hêz û vîna jinan xwe dide der. Li dijî nepejirandina YPJ’ê ku ev hêz jî temsîla me dike, li hember înkarkirina hebûn û nasnameya me, em li vir bertekên xwe diyar dikin û dibêjin ku em xwedî hêz, edalet, raman û bîrdozî ne.”
Xanim Hibo destnîşan kir ku mafê kesî tune ye ku gumanan li hêza jina Kurd bike, wiha got: “Hêza me YPJ’ê dema ku ev civak bi zarok, jin û mêrên wê ve ji her cûre êrîş û qirkirin diparast, gelo hikûmeta demkî çi dikir? Lewra jî sînor û asta tu kesî nîn e ku gumanan li ser hêz û vîna şervanên me bike. Tu kes jî nikare rola me jinan ya di vê şoreşê de înkar bike û ji nedîtî ve bide naskirin. Weke jinên Kurd jî ji bo em xwe bighînin armanca xwe amede ne ku her rengê fedekariyê bikin ku berxwedana Kobanê û ya bendava Tişrînê jî mînakên wê ne.”