Kongreya TAJÊ bi hilbijartina koordînasyonê bi dawî bû
Kongreya 3’yemîn a TAJÊ ya bi dirûşmeya ‘Bi Jin Jiyan Azadî’ Ber Bi Jiyana Komînal Ve’ hate li dar xistin, bi hilbijartina 3 endamên kordînasyonê û axaftina girtinê bi dawî bû.
Şengal – Kongreya TAJÊ ya îro saet 10.00’ê sibehê destpêkir, bi rojevên girîng, biryar û hilbijartina koordînasyoneke nû ku ji sê kesan pêk tê bi dawî bû.
Di kongreyê de hevpeymana civakî jî ji nû ve hate destgirtin û pêşkeşî delegeyên kongreyê hate kirin. Her wiha al jî hate guhertin. Ala TAJÊ ya nû li ser zemîneke Spî, di nava rojê de jinek bi kezî û bi rengê kesk, du simbilên genim ên kesk, navê TAJÊ jî bi rengê spî û sor ku li gel Êzidiyan weke dezîka basimbar hatiye nivîsîn. Li derdora rojê jî xelekeke bi rengê kesk heye.
‘Koordînasyoneke nû’
Piştî ku dîwana kongreyê pêşniyara delegeyan ya ji bo endamên koordînasyonê girt, xiste dengdanê de. Ji nav kesên ku herî zêde deng girtin û ji bo Koordînasyona TAJÊ hatin hilbijatin Ferîde Şengalî, Ehram Îsmaîl, Rîham Hesen bûn. Ev koordînasyon wê di ber kar û barê 2 salan a TAJÊ, her wiha di ber kar û xebatên meclîsa TAJÊ de ku ji berdevkên komînên jinan pêk tê de berpirsyar be.
‘Em ê ji bo hemû jinan têbikoşin’
Berdevkên komînên jinan ên gundan jî bi hilbijartin hatibûn diyarkirin û tevlî kongreyê bûbûn. Piştî diyarbûna rêveberiya nû ya TAJÊ soz dan. Piştî sozê axaftian girtinê ji aliyê endama Kordînasyona TAJÊ Ferîde Şengalî ve hat ikirin. Ferîde Şengalî spasiya xwe pêşkêşî her kesê ku beşdarî Kongreyê bûye kir û tevahî cangoriyên meha Gulanê bi bîr anî. Ferîde Şengalî diyar kir, êşa hemû jinan yek e û ew ê ne tenê ji bo jinên Êzidî ji bo hemû jinan têbikoşin.
Kongre bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.