Li Mexrîbê torên dijîtal zarokan teşwîqê zewacê dikin
Li Mexrîbê rêxistinên maf ên têkoşînê li dijî zewacên zarokan dikin, bertek nîşanî naverokên ku li ser tora dijîtal tên parvekirin û zarokên keç teşwîqî zewacê dikin dan.
Navenda Nûçeyan – Li Mexrîbê Koalîsyona Rêxistina Maf a li dijî zecawa zarokan di xebite, fikarên xwe yên derbarê naverokên ku zarokên keç teşwîqî zewacê dikin û li ser platformên tora dijîtal tên parvekirin anîn ziman.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Koalîsyona Dinyayê ya ji bo Pêşîgirtina Bukên Zarok hatî weşandin de, diyar kirin ku dîmen û parvekirinên tên parvekirin vegotinek ku destavêtina zarokan normal dike. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku zewacên zarokan, gefê li hewldana têkoşîna li dijî tundiya xwe dispêre zayenda civakê dixwe.
Koalîsyonê da zanîn ku, zewaca zarokan, wê wek pêkanînek ji rêzê ya civakê ne nirxînin, mijar rasterast girêdayî mafê mirovane. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ev cûrên zewacan, li ser mafê perwerdeya zarokên keç, tenduristî, ewlehî û mafê civakî-psîkolojîk bandorên nerênî ava dike.
Divê mekanîzmayên kontrolê werin bihêzkirin
Rêxistina maf bang li meqamên Mexrîbê kir ku li dijî naverokên ku teşwîqî destavêtina zarokan dike û zewacên zarokan rewa dike gavên pêwîst ên hiqûqî bi avêjin. Îşaret wê yekê hate kirin ku di platformên dijîtal de mekanîzmayên kontrolkirinê bi hêz bikin û girîngiya hişyarkirina civakê di vê mijarê de bê kirin.
Divê zagon guncaw bin
Koalîsyonê, destnîşan kir ku divê zagonên ku destûrê dide zewacên zarokan disa li ber çavan were derbaskirin. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku ji bo parastina mafê zarokan, divê zagonên Mexrîbê li gorî erkên mafê mirovan ê navneteweyî yê li welat be.
Her wiha bang li saziyên medyayê, rêxistinên civaka sivîl û saziyên fermî hate kirin ku divê di mijara belavkirina çanda civakî ku wekhevî, rûmeta mirovî û mafê zarokan bingeh digre berpirsyartiyê bigre.
Li Mexrîbê mijara zewacên zarokan, li gel nîqaşên di reformên ku di hiqûqa malbatê de dihat plankirin, dîsa bû rojeva welat. Rêxistinên mafê mirovan daxwaza bi hêzkirina parastina hiqûqa zarokan û zarokên keç kir.