Ji Efrînê ber bi Şêx Meqsûdê, ji Şêx Meqsûdê ber bi Qamişlo şahidiya du koçberiyan
Di nav şer, dorpêç û koçberiyê bi darê zorê de, şahidiya jineke Kurd çîroka berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vedibêje. Rêwîtiya ji Efrînê ber bi Helebê, dû re jî ber bi Qamîşloyê ne tenê koçberiyek e; îfadeyek rûmeta kolektîf a li dijî teslîmbûnê ye.
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Hin rê hene ku li ser nexşeyan xuya nakin, lê di dil de hatine kolandin. Ev rê, ku ji Efrîn heta Şêx Meqsûd û dû re jî heta Qamîşlo dirêj dibe, yek ji wan rêyan e. Nîşanên bombeyan, giraniya dorpêçê û dengê berxwedanê li ser wê heye. Çîroka Emîne Mihemed ne tenê çîroka jiyana jinekê ye; ew şahidiyek zindî ya gelê Kurd û bi taybetî jinan e teslîmbûnê kirine.
Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, ev dîrok, ku her kes ji zarokan bigire heya kal û pîran, ji jinan bigire heya ciwanan, jê re dibêje "berxwedan", navê biryardariya gel e ji bo parastina ax, nasname û rûmeta xwe. Û her peyvek ku îro li Qamîşlo deng vedide, di rastiyê de, berdewamiya wê gava yekem e ku li kolanên Helebê, çiyayên Efrîn û taxên dorpêçkirî hatiye avêtin.
Şêniyên bajarê Efrînê, di sala 2018’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man koç bikin û hatin taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê. Berî ku Rejîma Baasê hilweşe, ew herdu taxên Kurdan di dorpêçê û qeyranek aborî de bûn. Piştî ketina Rejîma Baasê, çeteyên HTŞ’ê ku girêdayî dewleta Tirk in, hatin. Wan jî gelê Kurd ê ku di wan taxan de dijîn, dorpêç kir û her carê êrîşî gelê taxê dikirin. Di 6’ê Çileyê de çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê, bi hêz û çekên giran êrîşî herdu taxan kirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gel bi hev re biryar dan ku heta dawiyê şer bikin, ji ber ku teslîmiyetê qebûl nekirin.
Jina Kurd Emîne Mihemed a ku ji taxa Şêx meqsûd koçberî bajarê Qamişlo bûye, ji ajansa me re kêliyên berxwedaniya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê vegot. Emîne Mihemed ji ber metirsiya komkujiyê ku li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê jiyankirin û ji ber hê mirovên wê li taxê mane, nexwest rûyê xwe nîşan bide û jiyana wan bixe metirsiyê. Lê belê bi qasî berxwedana lehengên taxan û hêza bi biryar a gelê Şêx Meqsûd û Eşreiyê, qala hovîtiya ku çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk pêk tînin, kir.
‘Di her carê dorbêçê de qrîza aborî zêde dibû’
Emîne behsa zilm û zoriya Rejîma Baasê ya ku li van herdu taxan li ser gelê Kurd dimeşandin kir. Emîne ragihand ku di sala 2018’an de ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, koçberî Şêx Meqsûdê bûne û wiha got: “Di wê dem ê de Rejîma Baasê herdû tax kiribûn dorpêçê. Gel di taxê de qrîzeke aborî jiyan dikir. Rejîma Baasê zilmê li kesên ku ji herdû taxan derdiketin, dikir. Xortên Kurd yên ku di zanîngehan de dixwînin, dîl digirt. Dema ku em ji taxê derdiketin pirsa ‘Tu Kurd î?’ dikirin. Kî ku bigota ez Kurd im, davêtin zîndanê û ew îşkence dikirin. Piştî ku rejîma Baasê hilweşiya û çeteyên HTŞ’ê hatin ku Helebê bi rê ve bibin, dorpêç girantir bû. Êdî pêdiviyên jiyanê jî li ser gel qut kirin, elektrîk, av, xwarin û mazot jî qut kirin. Heta di nexweşxaneyan de dermanên tedawiyê jî nema.”
‘Vîna gel neşkest’
Emîne Mihemed bi serbilindî behsa berxwedaniya gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kir. Emîne got ku çeteyên HTŞ’ê tevî ku dorpêç dilê wan rihet nekir, êrîşî taxê kirine û wiha berdewam kir: “Lê her carê Hêzên Ewlekariyê Hundirîn bersiva wan êrîşan didan û nedihiştin ku êrîş dijwartir bibin. Lê vê paşê êrîşên pir giran li ser gel pêk anîn. Bi guleyên hawanê, tang û topan êrîş dikirin. Bi sedan çeteyên wan bûn, yên me tenê 200 lêşkerê me yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn. Tevî ku çekên wan giran bûn jî, nikaribûn hêzên me têk bibin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn bişev û roj bersîva êrîşê wan didan û sivîl diparastin. Wan dizanîbûn ku ji bilî mexweşxaneyê tu cih nema ku milet xwe tê de biparêze. Newxweşxane topbaran dikirin, lê dîsa jî vîna gel neşkest û gel li ber xwe da.”
‘Em daxwaza mafê xwe û axa xwe dikin’
Emîne Mihemed dawaz kir ku di Sûriyeyê de bi aramî bijîn û wiha bi dawî kir: “Dema ku êrîş kirin, mala me di xeta yekemîn a şer de bû. Min dît ku çawa şer dijwartir bû. Ez çûm hundirê taxê, mala bavê xwe, li wir em çend rojan bi cîh bûn. Di kolanê de dengê xwe bilind dikirin digotin heta sibehê ger yek ji we di taxê de bimîne, em ê we hemûyan bi hev re bişewitînin. Dema ku me wiha bihîst, ji ber zarok bi me re hebûn em derketin nava bajarê Helebê û me berê xwe da kantona Cizîrê, niha jî em li vir bi cîh bûne. Tu carî me dev ji taxên xwe bernedida, lê ji ber êrîş pir dijwartir bûn, em neçar man ku ji taxê derkevin. Êdî em gelê Kurd dixwazin bi aramî bijîn. Bila herkes dengê me bibhîze ku em daxwaza maf û axa xwe dikin, em dixwazin di Sûriyeyê de bi aramî bijîn.”