Ji bo tevlibûna mekanîzmayên biryarê ya jinan komîte hat avakirin
Ofîsa Jinan a MSD’ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, ji bo xurtkirina rola jinan di tevahî aliyên jiyanê de û berfirehkirina beşdariya wan di cihê biryardanê de, komîteyek ava kir.

Navenda Nûçeyan – Ofîsa Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi hevkariya Kombûna Jinan a Zenûbiya li avahiya MSD’ê ya li bajarê Reqayê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de, ji bo xurtkirina rola jinan di tevahî aliyên jiyanê de, berfirehkirina beşdariya wan di cihên biryardanê de û danîna nêrîneke hevbeş ji bo siberojeke geştir, komîteyek hat avakirin.
Di civînê de çalakger, atktevîstên kar û barên jinan amade bûn. Her wiha rewşa siyasî ji hêla rêvebera Ofîsa Jinan a MSD’ê Fatme Mihemed ve hat şîrovekirin. Fatme Mihemed wiha got: "MSD’ê li kêlek Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di bûyerên Sûriyeyê de, ji bo ku welat ber bi aloziyeke nû ve neçe û venegere toneleke tarî, roleke girîng dilîzin."
Fatme Mihemed wiha domand: "Ev dane MSD’ê ya ku xwedî projeya demokratîk a niştîmanî ye, neçar dike ku rola xwe ya siyasî, çandî û hiqûqî bilîze. Da ku pêvajoya demokratîbûna giştî ya tevahî saziyên dewleta Sûriyeyê pêk bîne. Ev rêveçûn gaveke bingehîn ber bi sazkirina destûra nû ye ku bingehên xurt ên avakirina Sûriyeyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî datîne, ye."
Piştre beşdaran nêrînên xwe yên der barê astengiyên li pêş jinên li Reqa û Tebqayê derdikevin de, rêbazên xurtkirina wan di aliyên siyasî, civakî û aborî de anîn ziman, her wiha beşdaran girîngî da avakirina mekanîzmeyên koordînayê yên aktîv di navbera saziyên jinan de ji bo piştgiriya dozên jinan û xurtkirina cihê wan di civakê de.
Di çarçoveya rêzehevdîtin û çalakiyên ku Ofîsa Jinan a MSD’ê û Kombûna Jinan a Zenûbiya li dar dixin de pêk hat.
Di dawiyê de komîteyek ku nûnertiya gava pratîkî ya ber bi pêkanîna beşdariya aktîv a jinan di cihê biryardanê de û pêkanûna siberojeke baştir ji jinên Sûriyeyê re bike, hat avakirin.