Ji bo azadiyê 34 sal meşa bê rawestan: Evîn Goyî

Çalakvana siyasî Sara Reza got ku komkujiya duyem a Parîsê, berdewamiya komkujiyên din bûye û da zanîn ku dê jin bi xebat û têkoşîna xwe bersiv bidin kesên ku van komkujiyan dikin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Piştî komkujiya yekem a Parîsê, komkujiya duyem a Parîsê di 23’ê Kanûna 2022’an de çêbû, pêşenga Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî, welatparêz Abdurehman Kizil û hunermend Mîr Perwer hatin qetilkirin. Îro sê sal di ser komkujiya duyem a Parîsê re derbas dibe, gelê Kurd bû şahidê bi dehan komkujiyên tunekirina Kurdan. Lê belê tu caran bêdeng nebû, rol û nasnameya xwe parast. Gelê Kurd dengê xwe zêdetir bilind kir. Bi hezaran ciwanan dan ser riya Sakîne Cansiz, Evîn Goyî û hevalên wan.

‘Armanca wê hişyarkirina civak û kesan bû’

Çalakvana siyasî Sara Reza di destpêka axaftina xwe de pakrewanên komkujiya Parîsê bi bîr anî û wiha got: “Îro sê sal di ser komkujiya duyem a Parîsê, şehîdkirina hevala Evîn Goyî û hevalên wê re derbas dibe. Şehîd Evîn Goyî (Emîne Kara) di sala 1974’an de li gundê Hîlal ê girêdayî navçeya Qilebana Şirnexê ji dayîk bûye. Di temenek biçûk de, piştî hîskirina azadiya gelê xwe û şewitandina gundên wan di sala 1988’an de, berê xwe daye çiyayên azad ên Kurdistanê. Li çar parçeyên Kurdistanê xebatê dide meşandin û ji bo hişyarkirina gelê Kurd dixebite. Armanca wê hişyarkirina civakê û kesan bû.”

‘Desthilatdarî her dem ji jinên pêşeng ditirse’

Sara Reza da zanîn ku Evîn Goyî di sala 2014’an de beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bûye, di şerê bi DAIŞ’ê re birîndar dibe, ji bo tedawiyê berê xwe dide Ewropayê û wiha got: “Lê belê dewleta dagirker a Tirk di demek ku ji bo salvegera komkujiya yekem a Parîs û bîranîna Sakîne Cansiz û hevalên wê amadekarî dihatin kirin de li Parîsê komkujiya duyem pêk anî û hevala Evîn Goyî şehîd kir. Li cihê ku bi nasîna mafên mirovan behsa wê tê kirin, hat qetilkirin lê belê dijmin li welatekî ku mafên mirovan tê de serwer e jinek qetil kir. Ev teror nîşan dide ku kesên azadîxwaz li ku derê bin dijmin ji wê derê ditirsin û hewl didin wan bikujn. Feraseta paşverû ya mêr, dewletên dagirker û îslama siyasî, jinên pêşeng dikin hedef. Desthilatdar û civaka mêrsalar ji jinên pêşeng ditirsin, ev jî sedema zêdebûna qetilkirina jinên pêşeng e.”

‘Em ê her dem li ser riya jinên pêşeng bin’

Sara Reza destnîşan kir ku niha jinên pêşeng li ser rêbaza Evîn Goyî, Sakîne Cansiz û hevalên wan xebatên xwe didomînin û wiha domand: “Ew destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi saya wan jinên pêşeng e. Feraseta dagirker bi salan e li dijî jinên azadîxwaz e. Weke mînak beriya çend rojan li siyasetmedara Kurd Leyla Zana heqaret hat kirin. Heta niha ji jinên pêşeng ditirsin. Ji ber wê her dem em ê li ser riya jinên pêşeng bin.”

‘Em ê bi xebat û têkoşîna jinan bersiva komkujiyan bidin’

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Şehîd Sakîne Cansiz, yekem jina ku di Kongreya yekem a Partiya Karkerên Kurdistanê de cih girtiye, niha jî bi hezaran jinên enternasyonal di nava rêxistinê de xebat û têkoşînê dimeşînin. Helbet dewleta dagirker a Tirk di sala 1992’an de komployê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk anî, berdewamiya vê komployê şehdîkirina Sakîne Cansiz, hevalên wê bû. Piştre komkujiya duyem a Parîsê çêbû. Ev nîşan dide ku destên dijmin digihîje her derê ku azadîxwaz lê hene. Lê belê em ê bi xebat û têkoşîna xwe bersiva van komkujiyan bidin. Her şehîdek hêzê dide xebatên me. Em ê rê û rêbazên hevalên xwe bidomînin. Dirûşma ‘Şehîd Namirin’ ne tenê peyvek, em di riya şehîdan de dixebitin. Niha pêvajoya aştiyê heye û tê dîtin ku jin ji vê pêvajoyê re pêşengiyê dikin.”