Ji Şêx Meqsûd û Eşrefiye peyama jinan: Dem dema parastinê ye
Jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye bersiv dan banga seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kir û bi ruhê gelê şoreşgerî li kêleka hêzên parastina Şêx Meqsûd disekinin. Jinên ku di berxwedanê de cihê xwe digirin gotin: “Dema dema parastinê ye.”
Heleb – Rêveberiya Xweser li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Şehba-Efrînê û êrişên li ser herêmê, ji bo xweparastinê bang kir û seferberiya giştî îlan kir. Jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li ser seferberiyê anîn ziman ku piştgiriyê didin hêzên parastina Şêx Meqsûd û gotin: “Em li Şêx Meqsûd hev temam dikin.”
‘Berxwedan jiyan e’
Dayika bi navê Fatma Mistefa tekez kir ku hêza ji dayikan pişgiriyê bigre hêza herî xurt e û wiha axaftina xwe domand: “Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişî Şêx Meqsûd kirin lê bi berxwedana hêza parastina Şêx Meqsûd û berxwedana me nikarin bigihîjin armanca xwe. 5 roj in şer li ser me giran e çi ji me tê xwestin em dikin. Di aliyekî de em xwarinê ji şervanan re çêdikin û di aliyekî din de em parastina taxa xwe dikin. Rêveberiya Xweser ji bo parastinê banga seferberiyê kir em jî îro li ser banga Rêveberiya Xweser, li Şêx Meqsûd xwe birêxistin dikin û parastina taxa xwe dikin. Me xwe bi riya fikir û ramanên Rêber Apo kûr kiriye lewma kes nikare îradeya me bişkîne. Dema dema parastinê ye, dayikên Şêx Meqsûd bi temenê xwe yê 70 salî li kêleka zarokên xwe parastinê dikin. Şêx Meqsûd bi dayik, zarok, keç û xortên xwe tê parastin dê kes nikaribe bikevê. Em moral ji hev digrin, îro her kes ji bo parastinê çi kar tê xwestin dike. Gotina berxwedan jiyan e ne wisa ji ber xwe ve hatiye, berxwedan jiyana azad diafrîne. Bila her kes baş bizanibe hêza ku dayik li pişt be, ew hêz wê serkeftinên herî mezin pêk bîne.”
‘Şêx Meqsûd bi piştgiriya dayikan tê parastin’
Dayika bi navê Perîşan Reşîd da zanîn ku çawa cara yekem Şêx Meqsûd bi piştgiriya dayikên wê hat parastin dê careke din were parastin û wiha got: “Îro em di hundirê metbexê de xwarinê amade dikin, em piştgiriyê didin hêza parastina Şêx Meqsûd li vê derê em hev temam dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em moral, hêz û piştgiriyê bidin hêza xwe û Şêx Meqsûd biparêzin. Ev ne cara yekemîn e ku êriş li ser Şêx Meqsûd çêdibe, me wê demê piştgirî da şervanan û em gihîştin serkeftinê. Îro jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk êriş li ser me berdewam dike dixwazin gelê Kurd qir bikin. Lê jin di şoreşê de ked û têkoşînek mezin da meşandin heya gihîşt vê astê lewma em ranawestin û em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî asta têkoşînê bilindtir bikin û planên qirkirinê têk bibin. Heya ku ruhê wekhevî, alîkarî û hezkirinê di nava pêkhateyan de zindî nebe wê kes nikaribe zora me bibe ji ber ku bi vî ruhî em hev temam dikin û dibin îrade li hemberî êriş û planên qirkirinê.”