IPPNW Swîsreyê ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang kir

Nûnertiya Swîsreyê ya IPPNW ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girtiye, ji bo pêkanîna ‘Mafê Hêviyê’ bang kir ku zext li Tirkiyeyê bê kirin û işaret bi girîngiya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.

Navenda Nûçeyan – Ji Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerî (IPPNE) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirt; Serokê wê yê Nûnertiya Swîsreyê Dr. Beppe Savary-Biroli û ji nûnerên saziyê Marianne Kursteiner li ser ‘mafê hêviyê’ nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Swîsreyê Ignazio Cassis, endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û Nûnera Daîmî ya Konseya Ewropayê ya Swîsreyê Claude Wild re şand. 

Di nameyê de fikar hatin bilêvkirin, ji ber ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi cih nîne û işaret bi girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. 

Name bi vî rengî ye:

“Bi navê beşa Swîsreyê ya Yekîtiya Navneteweyî ya Doktorên Pêşîgirtina li Şerê Nukleerê (IPPNW) ku sala 1985’an Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtiye, em dixwazin ragihînin ku gelekî bi fikar in; ji ber ku Tirkiye têkildarî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bi taybetî jî yê di doza Abdullah Ocalan de, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bi israr bi cih nîne.

Dadgehê di sala 2014’an de hikumet dabû ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî eger ji derfeta jinûve nirxandinê bêpar be, ev yek binpêkirina xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Komîteya Wezîran di Îlona 2024’an de salek dem dabû Tirkiyeyê ku van biryaran bi cih bîne û guhertinên qanûnî yên pêwîst bike. Lê belê hikumeta Tirk di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand ku ew bicihanîna ‘Mafê Hêviyê’ red dike ku ev yek ji bo dewleteke endamê Konseya Ewropayê tê wateya binpêkirina sozên ku dane.

Her wiha em dixwazin destnîşan bikin ku Birêz Abdullah Ocalan beriya demeke kurt ji bo bidawîkirina şerê gerîla bangeke dîrokî kir, fesihkirina PKK’ê ragihand û pêşniyara aştiyê li Tirkiyeyê kir. Berdana wî dikare pêvajoyeke welê li Rojhilata Navîn bide destpêkirin ku dişibe dînamîka lihevkirinê û hêviyê ya weke berdana Nelson Mandela ya li Efrîkaya Başûr.

‘Divê Mafê Hêviyê bê pêkanîn’

Ji ber vê yekê em bang li Komîteya Wezîran dikin ku hemû tedbîrên pêwîst werbigire, ji bo Tirkiyeyê neçar bihêle ku biryaran bi cih bîne. Ev mesele ne tenê ji bo mafên mirovan ên mehkûman di heman demê de pêwendiya vê meseleyê bi yekparebûn û baweriya bi sazî û Konseya Ewropayê jî heye. 

Em bijîşk bi taybetî aliyê mirovî destnîşan dikin: Tecrîd û bêhêvîtiya bi dehan salan şêweyek kiryara li dijî mirovahiyê bû rehm e. Divê tavilê bê bidawîkirin. 

Ji ber vê yekê em bi rêzdarî ji we dixwazin; ji bo Tirkiye bi taybetî di bûyera Abdullah Ocalan de tavilê ‘Mafê Hêviyê’ bi cih bîne, rewşa wî ya girtîbûnê di ber çavan re derbas bike û şert û mercên berdana wî biafirîne, bi biryardarî tevbigerin.”