IFJ: Di sala 2024’an de 122 rojnamevan hatin qetilkirin
Di rapora sala 2024'an a IFJ'ê de hate ragihandin 122 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) têkildarî binpêkirina mafên mirovan a rojnavanan a sala 2024'an raporek eşkere kir. Di raporê de hate ragihandin ku 122 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin 14 ji wan jin bûn. Di raporê de hate xwestin, ‘Peymana navneteweyî ya têkildarî parastina rojnamevanan’ ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê qebûlkirin.
Di raporê de hate ragihandin ku li Rojhilata Navîn û welatên Ereb 77 rojnamevan hatin qetilikirin. Her wiha hate gotin, di êrîşên Îsraîlê ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve hejmara rojnamevanên Fîlîstînî yên hatin qetilkirin giha 147 kesan.
Rojnamevanên ji alıyê dewleta Tırk ve hatin qetilkirin
Di raporê de rojnamevanên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, hate bibîrxistin û hate gotin, li Herêma Kurdistanê ya Federe Gulistan Tara û Hêro Bahadîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hatin qetilkirin. Di raporê de hate ragihandin ku li Iraqê bi giştî 3 rojnamevan, li Sûriyeyê jî di 4'ê Kanûnê de wênekêşek hate qetilkirin.
Rewşa li welatên din
Li gorî raporê li herêma Asya-Pasîfîkê; li Pakistanê 7, Bangladeş 5, Hindistan 3, Kamboçya 1, Fîlîpîn 1, Endonezya 1, Kazakistan 1 rojnamevan hatinqetilkirin.
Hate ragihandin ku li Myanmarê 3 rojnamevan ji aliyê rejîma leşkerî ve hatin qetilkirin.
Her wiha hate gotin, li Efrîkayê 10, parzemîna Emerîka 9 rojnamevan, li Ewropayê jî 4 rojnamevan hatin qetilkirin.
Li gorî rapora IFJ'ê heta 31'ê Kanûna 2024’an 516 rojnamevan girtî ne.