Hunermendên TEV-ÇAND’ê di eniyên berxwedanê de ne
TEV-ÇAND bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo seferberiyê îlan kir. Hunermend beşdarî qadên berxwedanê bûn û bi stran û enstrurmanên xwe moral dan eniyên parastinê.
Navenda Nûçeyan- Beşdariya li seferberiya giştî ya Rêveberiya Xweser aşkera kir, her ku diçe zêde dibe. Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), beşdarî seferberiyê bû û di qadên berxwedanê de cihê xwe girtin. Hunermendan bi lêdana ensturmanan û stranan moral û coş dan eniyên parastinê.
Di çalakiyan de hunermendan diyar kirin ku parçeyek ji berxwedanê ne, hilberandina çandê amûrek girîng a bi hêzkirina têkoşîna gelan e.