Hunermenda Efgan Zalala Haşimî 50 roj in winda ye
Ji hunermenda bi nav û deng a Efganistanê Zalala Haşimî 50 roj in agahî nayê girtin. Malbata Zalala Haşimî got ku Talîbanê lêpirsîn nedaye meşandin, zext li wan kiriye û xwestiye daxuyaniyê bidin bibêjin ‘ji malê reviyaye.’

Navenda Nûçeyan- Hunermenda bi nav û deng a Efganistanê Zalala Haşimî ku bi stranbêjiya peştuca tê nasîn nêzî 50 rojan e tu agahî jê nayê girtin. Malbata hunermeda ku herî dawî li nêzî paytext Kabulê hat dîtin, diyar kir ku tevî dema derbas bûye jî rêveberiya Talîbanê tu alîkarî nedaye.
Hevjînê Zalala Haşimî Seyyîd Muhsîn Haşimî di daxuyaniya di 13’ê Tîrmehê de da medyaya Efganistanê de, da zanîn ku Talîban gumanbar binçav nekirine û têkildarî lêpirsînê tu agahî nedane. Seyyîd Muhsîn Haşimî anî ziman ku Talîban zext li malbatê dike û zorê dike ku bibêjin Zalala Haşimî ‘ji malê reviyaye.’
Hevjînê Zalala Haşimê di peyama berê weşandibû de diyar kiribû ku Zalala hatiye revandin û ji wê dîrokê ve heta niha tu agahî jê negirtine.
Malbatê diyar kir ew bi fikar in û bang kirin ku divê raya giştî ya neteweyî û navneteweyî zextên li hemberî rêveberiya Talîbanê zêde bikin.