Hunermend û derhênera dublajê Nahîd Şaşanî koça dawî kir
Hunermend û derhênera dublajê Nahîd Şaşanî koça dawî kir. Nahîd Şaşanî, bi dublaja karaktera Xaltîka Xanim a di xêzefîlma Cotgeha Hanna de û dayîka Hatch a di xêzefîlma Moza Hingivîn Hatchê de dihat nasîn.
Navenda Nûçeyan – Hunermend û derhênera dublajê Nahîd Şaşanî, duh di encama nexweşiyek de koça dawî kir.
Nahîd Şaşanî, di sala 1948’an de li Tehranê hate dinê û di sala 1969’an de dest bi kariyera xwe ya dublajê ya profesyonel kir. Nahîd Şaşanî, anîmasyonê Zohre û Zehra dublaj kir û zêdetirî 12 salan wekî derhênera dublajê ji bo rêzefîlma navdar Doktoran xebitî.
Nahîd Şaşanî, ji bilî gelek berhemên zarok û ciwanan ên wekî Spider-Man, Betmen û Woody Woodpecker, derhêneriya dublajê ya gelek bernameyên zarokan ên li ser platformên dîjîtal hatin weşandin, kir.
Hunermend her wiha bi dengê karaktera Xaltîka Xanim a di xêzefîlma Cotgeha Hanna de û dayîka Hatch a di xêzefîlma Moza Hingivîn Hatchê de zindî kir.