‘Hişkesalî êşa zarokên ku vedigerin Efganistanê zêde dike’

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ragihand ku zêdetirê 2.6 mîlyon Efganî li welatên cîran vegeriyane û zarokên vedigerin ji xizmetên bingehîn pir bêpar in û bandorên hişkesaliya dirêj êşa wan zêdetir dike.

Navenda Nûçeyan – Hişkesaliya li Efganistanê, li ser zarokan bandorên wêranker avadike û bandorên herî berbiçav jî bêparbûna xwegihandina ava paqij, zêdebûna kêmbûna xurekê û belavbûna nexweşiyên ku gef li jiyan û pêşkeftina wan dixwo ye.

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), di daxuyaniya 23’ê Kanûnê de ragihand ku 2.6 milyon Efganî ji welatên cîran vegeriyane û zarokên ku vegeriyane ji xizmetên bingehîn bêpar in û ji ber hîşkesaliya dem dirêj di bin şert û mercên dijwar de dijîn. UNICEF’ê diyar kir ku ew mîna bersîva pêdiviyên mirovî yên zêde, paketên tenduristiyê li malbatan belav dike û  destnîşan kir ku li gelek deveran çavkaniyên avê ziwabûne û beşek mezin a gel neçarî ava qirêj bûne.

UNICEF’ê destnîşan kir ku guherîna avhewayê, bi bûyerên mîna hişkesalî, lehiyên ji nişka ve û erdhej re, gefek rasterast li tenduristî, xurek û pêşkeftina beden û derûnî ya zarokên Efganî dixwo.

Di vê çarçoveyê de, Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO) jî, di meha Tîrmehê de ragihand ku hişkesalî ya tund a bi taybetî bandor li bakur, bakur-rojava û bakur û rojhilatê Efganistanê dike, li seranserê welat belav bûye û qeyrana mirovî kûrtir kiriye.