Hêzên Piştgiriya Lezgîn 2 jê zarok 7 sivîlan qetil kir

Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku di encama êrîşa Hêzên Piştgiriya Lezgîn ê li dijî gundekî li Bakurê Kordofanê de 2 jê zarok 7 sivîl hatin qetilkirin û da zanîn ev êrîş berdewamiya komkujiyên bipergalî ya rêxistinê ya li dijî sivîlên Sûdanê ne.

Navenda Nûçeyan – Tora Bîjîşkên Sûdanî, daxuyaniyek da û ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RFS) li dijî li gundê El-Ghabshan El-Meramra ya girêdayî Bakurê kordofanê ya li Sûdanê êrîşekî hovanê pêkanî û di encama êrîşê de 2 jê zarok 7 sivîl hate qetilkirin û 7 kes jî birîndar bûn. Tora Bîjîşkên Sûdanê, vê êrîşê mîna trajediyek nû binavkir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn, milkê niştecihan talan kirine, pereyên sivîlan dizîne, çend xaniyan şewitandine, yekane navenda tenduristiyê ya gund hilweşandine û dermanan dizîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku ev sûc li herêmên di bin dagirkeriya Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewamiya komkujiyên bipergalî yên li dijî sivîlan e.

Tora Bîjîşkên Sûdanê, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê jî di nav de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo rawestina binpêkirinên li dijî sivîlên bêparastin zexta li ser Hêzên Piştgiriya Lezgîn zêdetir bikin.

Li Eyaletên Bakur, Rojava û Başurê Kordofanê, di demên dawî de di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de pevçûnên tund qewimîn. Ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve bi fermî ji îdîayan bersivên fermi nehat û der barê şêwaza pêkhatina êrîşan de tu hûrgilî nehatin parvekirin.

Ev bûyeran, perçeyek a pevçûnên ku ji Nîsana 2023’an vir ve di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dike ye û li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên xwecihî, di encama van pevçûnan de 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dan û nêzî 15 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûn.