Heyva Sor a Kurd ji bo zarokên penceşêrî pêşangeh lidar dixe
Hevseroka Heyva Sor a Kurd ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Abdullah ragihand ku pêşengeha ji bo zarokên penceşêrî tê lidarxistin û got ku tiştên ku zarokên nexweş çêkirine, di pêşangehê de wek diyarî bên belavkirin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di nav pirsgirêkên tenduristî û aborî yên ku herêm dikşîne de, Heyva Sor a Kurd wekî yek ji rêxistinên mirovî yên herî girîng derdikeve pêş. Heyva Sor, berpirsyariyên xwe yên civakî bi giranî digire û hewldanên xwe yên ji bo piştgirî û lênêrîna zarokên bi nexweşiya penceşêrê ketine zêde dike. Ev înîsiyatîf beşek ji polîtîkayek mirovî ye ku armanc dike prensîbên hevgirtinê û berpirsyariya hevbeş xurt bike. Heyva Sor a Kurd ji bo Zarokên Penceşêrê û Talasemiyê wê roja 20’ê Mijdarê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê pêşengehek lidar bixe. Pêşengeh tenê dê rojek bidome.
Hevseroka Heyva Sor a Kurd ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Abdullah têkildarî pêşengeha ku wê ji bo zarokên penceşêrî bê lidarxistin, ji ajansa me re axivî.
Hediya Abdullah derbarê kar û xebatên Heyva Sor a Kurd de wiha got: “Heyva Sor a Kurd di sala 2012’an de hatiye avakirin û kar û xebatên xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşîne. Heyva Sor a Kurd herî zêde bi milê awarte ve mijûl dibe, wekî felaket, erdhej û şewatê. 60 ambûlansên me hene û li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûne. Navendên me yên awarte yên sabît hene, van karan dikin. Navendên me yên tenduristiyê li hemû kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene. Bi salan ji bo nexweşên peceşêrê tu navend tunebû ku xizmeta wan bike. Heyva Sor yekser dibe alîkar ji wan re.”
‘Nexweşxaneya Penceşêrê, Şewat û Talasemiyê vekir’
Hediya Abdullah diyar kir ku gelek tişt hene dibin sedem ku nexweşiya penceşêrê zêde bibe û wiha pê de çû: “Nexweşên penceşêrê yên herî zêde, li seranserê Sûriyeyê hene. Gelek tişt hene ku dibin sedem ku nexweşiya penceşêrê zêde bibe. Heyva Sor a Kurd Nexweşxaneya Penceşêrê, Şewat û Talasemiyê vekiriye. Nexweşxaneya Penceşêrê û Talasemiyê hat vekirin û bikaranîn, lê ya Şewatê hîn nehatiye bikaranîn. Nexweşên Talasemiyê mehê carek an du car li gorî rewşa kesên nexweş, xwînê didin laşên wan. Nexweşxana yekem a penceşêrê û talasemiyê ye ku her tiştê ku ji bo nexweşan pêwîst e, tê de heye û nexweş rihetiyek pir mezin tê de dibînin.”
‘Bi vê perwerdê hêza wan bilind bû’
Hediya Abdullah da zanîn ku gelek perwerde ji ciwanên neweş re pêşkêş kirine û axaftina xwe wiha domand: “Armanca Heyva Sor a Kurd ne tenê ew e ku xizmetek tenduristî pêşkêş bike. Xizmetek ku moralê nexweşan bilind bike, dide. Ji ber ku ev nexweşiyên herî giran in. Karmendên vê nexweşxanê xwediyên tecrûbeyên bi salan in. Nexweşên talasemiyê me xwest ku em zêdetir balê bikşînin ser zarok û ciwanan. Di despêkê de zarok derziyan ji destên xwe derdixistin, digiriyan û dayîkan pir zehmetî dikşandin. Me odeyek pêlîstokan ji zarokan re ava kir û dîwarên wê bi rengên ku moralê zarokan bilind bike û rihetiyek çêke, xemiland. Ji ber ev rihetî li ser zarokan pir bandor dike. Ciwanên ku bi vê nexweşiyê ketine, ji ber rewşa xwe ya tenduristî bi piranî ji dibistanan derketin. Me ji wan re perwerde lidar xistin. Perwerdeyên tenduristî, komputer, Zimanê Kurdî û zimanên biyanî dîtin. Bi van perwerdan, hêza wan bilind bû.”
‘Emê tiştên ku bi destên biçûk hatine çêkirin diyarî bidin’
Hediya Abdullah destnîşan kir ku wê pêşengehek ji bo zarokan lidar bixin û wiha got: “Beşa piştgiriya psîkolojîk li gel me heye, bi wan re mijûl dibe. Zarok tiştên ku bi destan tên çêkirin çêdikin. Em ji wan re dibêjin ev destên te yên biçûçik dikarin gelek tiştên xweşik çêkin. Me xwest em bi tiştên ku enerjiya wan bilind bike wextên wan dagirin. Ji ber ku me dît gelek tiştên xweş bi wan re çêdibin. Me xwest em pêşangehekî ji wan re lidarxin, tiştên ku di vê pêşangehê de werin pêşkêşkirin, bi piranî ji aliyê zarokên talasemiyî ve hatine çêkirine. Ev tiştên ku bi destên biçûk hatine çêkirin emê diyarî bikin. Di heman demê de kesek ku bixwaze alîkariyê bike Qutiya Bexşê, bi vî awayî ewê ji bo tedawiya wan bibe alîkar.”
‘Zarok dê ji dilê xwe yê paqij van tiştan diyarî bikin’
Hediya Abdullah anî ziman ku wê pêşangeh roja 20’ê Mijdarê bê lidarxistin û wiha got: “Ev cara yekem e ku peşengehek bi vî rengî hatiye lidarxistin. Ev pêşengeh tenê rojek vekirî ye. Roja 20’ê Mijdarê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê dê saet 5’ê êvarê destpê bike, heta saet 9’an vekirî be. Li gorî rewşên ku pêwîstî pê hebe belkî em piştî çend mehên din careke din pêşangehek lidar bixin. Di pêşangehê de emê despêkê behsa nexweşxanê bikin, wê bijîşk behsa van nexweşiyan bike û wekî hişyariyê bide. Di pêşangehê de wê wênexêzî, pêlîstok, gulin û gelek tiştên ku zarokan bi destên xwe çêkirine, werin pêşkêşkirin. Zarok dê ji dilê xwe yê paqij, van tiştan diyarî bikin.”