‘Heta niha der barê rewşa herdu rojnamevanan de agahî tune ye’
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm der barê rewşa herdu rojnamevanên ku li Reqayê hatin windakirin de got ku pêwist e çarenûsa wan were eşkerekirin û der barê rewşa wan de agahî werin dayî.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo – Di nava zêdebûna tundiya li Rojava û hedefgirtina hemû warên jiyanê de, rojnamevan jî bûn hedef. Di van êrîşên demên dawî de li Rojava du rojnamevan li Reqayê hatin windakirin. Vê bûyerê giraniya rewşê û asta zextên ku kesên di vî warî de dixebitin nîşan dide. Armancgirtina wan ne bûyereke tenê ye, beşek ji meyldariyeke berfirehtir e armanc dike ku karê ragihandinê sînordar bike û pêşî li ragihandina rastiyan bigre.
Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm der barê rewşa herdu rojnamevanên ku li Reqayê hatin windakirin de ji ajansa me nirxandin kir.
Ji 18’ê Çileyê ve winda ne
Evîn Îbrahîm da zanîn ku herdu rojnamevan Êva Mariya û Ehmed Polat li Reqayê dema ku karê xwe dikirin ji aliyê hêzên rêveberiya demkî ve hatine girtin û windakirin û wiha got: “18’ê Çileya Îsal, ji aliyê rêveberiya demkî ve, êrîş li ser Reqayê çêbû. Di wan êrîşan de du rojnamevanên bi navê Êva Mariya û Ehmed Polat ku li Reqayê kar û xebatên xwe yên ragihandinê dikirin hatin girtin û windakirin. Herdu rojnamevanan dema ku xwestin alozî û êrîşên ji aliyê rêveberiya demkî û eşîran ve li ser Reqayê çêdibûn pişopînin û rastiyê ragihînin bûn hedef. Li gorî agahiyên ku ketine destên me cara dawî di 18’ê Çileyê de, ji hinek kesên derdora xwe re, gotine ew di navendek de ne û çend malbat jî li gel wan in.”
Evîn Îbrahîm destnîşan kir ku der barê rewşa wan de heta niha tu agahî tune ye û wiha berdewam kir: “Tu agahî der barê wan û kesên ku bi wan re axivîbûn de tune ye. Gelek tişt hatin gotin der barê çarenûsa wan de. Tevî gelek lêgerînan jî tu encam nehat girtin. Gelek kesan gotin ku dibe çekdarên rêveberiya demkî ew revandibin û heta îro di girtîgehên wan de bin. Lê heta roja îro der barê rewşa wan de agahî tune ye.”
‘Ehmed Polat endamê Yekîtiya Ragihandina Azad bû’
Evîn Îbrahîm wiha pêde çû: “ Êva Mariya di sala 2022’yan de ji Elmanyayê hatibû û Ehmed Polat jî di sala 2016’an de ji Bakurê Kurdistanê hatibû. Wan rojnamegeriyê dikir. Dema me bihîst winda bûne em ketin nava lêgerînan. Ji ber ku bi taybetî Ehmed Polat endamê Yekîtiya Ragihandina Azad bû. Herduyan jî li vê derê karê rojnamegeriyê dikirin.”
‘Komîteya Parastina Rojnamevanan der barê windabûna wan de daxuyanî da’
Evîn Îbrahîm diyar kir ku Yekîtiya Ragihandina Azad dosya li ser kar û xebatên herdu rojnamegeran çêkiriye û wiha anî ziman: “Ji ber vê me weke dosya çêkir, hemû kar û xebatên ku herdu rojnamevanan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn. Hemû belgeyên girêdayî kar û xebatên wan me kom kirin, der barê mijarê de hinek rojnamevanên ku li Ewropayê ne jî bûn alîkar. Li gorî wê jî ji bo gelek aliyên pêwendîdar ên girêdayî rojnamevanan û rêxistinên girêdayî parastina mafên rojnamevanan me ji bo wan şandin. Komîteya Parastina Rojnamevanan daxuyanî da, der barê revandina herdu rojnamevanan de. Ji bo hemû rêxistinên parastina mafên rojnamevanan wekî Rêxistina Rojnemevanên Sînornenas (RSF) û her wekî din, ev dosya hatin Şandin. Tevî ku gelek mudaxele jî hatin kirin, heta îro çarenûsa wan nediyar e.”
‘Malbat jî dixwazin çarenûsa zarokên wan were diyarkirin’
Evîn Îbrahîm wiha bi dawî kir: “Malbat jî dixwazin çarenûsa zarokên wan were diyarkirin. Birayê Êva Mariya derket û got ku li gorî ku şopandine, rojnamevan ji aliyê çekdarên rêveberiya demkî ve hatine girtin. Her çendî bangewazî tên kirin jî heta îro tu agahî der barê rewşa wan de tune ye. Bêguman ew rojnamevan û sivîl in. Tenê xwestin rastiyê ragihînin. Girtin û windakirina wan cihê şermezariyê ye, em vê yekê şermezar dikin. Ger di dest rêveberiya demkî de bin divê demildest werin berdan an jî der barê rewşa wan de agahî werin dayîn. Ev nêzî 3 mehan e rewşa wan nediyar e. Ev metersiyek e li ser rojnamevanan çêdike. Pêwist e çarenûsa van were diyarkirin.”