‘Hemû Sûrî dixwazin di bin sîwana rêveberiyên xweser de bijîn’
Jinên ji pêkhateyên Ereb, gotin ku binpêkirinên xwepêşandanên aştiyane binpêkirinek eşkere ya mafê jin û mêrên Sûrî ye û ev berdewama siyaseta înkarkirin û neqebûlkirinê ye. Jinan gotin ku hemû Sûrî dixwazin di bin sîwana rêveberiyên xweser de bijîn.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di rojên dawî de, peravên Sûriyeyê rastî zêdebûna metirsîdar a şer hatine. Xwepêşandanên ku daxwazên sivîl tînin ziman, ji aliyê HTŞ’a cîhadîst ve tên çewsandin. Van bûyeran pêlek şermezarkirinê ji hêla jinan ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve derxistiye holê. Pêkhateyên jin ên Ereb, nerazîbûnên xwe yên li hember van bûyeran bi riya ajansa me nîşan dan.
Emîra Hemûd da zanîn ku HTŞ senaryoya Rejîma Baasê dubare dike û wiha got: “Tiştê ku em li Sûriyeyê bi giştî dibînin û pê re rû bi rû dimînin, îro Sûrî li meydanan daxwaza federalîzm û aştiyê dikin û ev mafê wan e, lê em dibînin ku HTŞ’a cîhadîst êrîşî wan kesan dike ku li meydanan daxwaza mafên xwe dikin. Îro, em Sûrî naxwazin senaryoya Rejîma Baasê dubare bibe. HTŞ bi van êrîşên li ser xwepêşandanên aştiyane, armanc dike ku nêrîn û daxwazên gelê herêmê red bike.”
‘Nenavendîkirin çareseriya qeyrana Sûriyeyê ye’
Emîra destnîşan kir ku gelê Sûriyê êdî desthilatdariyê qebûl nake û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelê Sûriyeyê bi salan e ji bo jiyaneke bi rûmet û azad têkoşiyaye û li ber xwe daye; ji ber vê yekê, em van êrîşan qebûl nakin. Divê hikûmet daxwazên gel bicîh bîne û rêzê li wan bigre da ku Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ava bike. Sûrîye êdî desthilatdariya navendî qebûl nake. Nenavendîkirin çareseriya qeyrana Sûriyeyê ye.”
‘Siyaseta înkarkirin û tunekirinê nayê qebûlkirin’
Suad Ebdullah tekez kir ku Sûriye di qonaxeke hesas re derbas dibe û binpêkirinên li Sûriyeyê diqewimin berdewamiya siyaseta tepeserkirinê, bêtehamuliya li hember nerînên nerazî û sepandina otorîterîzmê ne. Suad Ebdullah destnîşan kir ku êrîşên li ser sivîlên ku mafên xwe dixwazin, siyaseteke înkar û tunebûnê ye. Suad, da zanîn ku ev yek ji bo Sûriyeyê di sedsala 21 an a ku bi pêşengtiya jinan e, nayê qebûlkirin.
‘Her Sûriyek dixwaze di bin sîwana rêveberiyeke xweser de bijî’
Suad hêvî kir ku sala 2026’an bibe salek aştî û ewlehî li ser tevahî gelê Sûriyeyê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bihuşteke biçûk a di nav Sûriyê de ye. Hemû Sûrî hêz û berxwedana li dijî zilmê ji wan digirin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin parastina Hêzên Sûriya Demokratîk de, di nav aştî û yekîtiyê de dijîn. Ji ber vê yekê, hemû Sûrî daxwaz dikin ku di bin sîwana rêveberiyeke xweser de bijîn.”