Hejmara Tebaxê ya Newaya Jin derket

Hejmara Tebaxê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Ew Çend Kêliyên Ku Herikîna Dîrokê Guherandin" eğımğo.

Navenda Nûçeyan – Hejmara Tebaxê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta "Ew Çend Kêliyên Ku Herikîna Dîrokê Guherandin" derket.

Rojnameyê cih da daxuyaniya dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku piştî 26 salan axaftina xwe ya yekemîn a bi dîmen kir. Rojnameyê ji pêngava xweparastinê ya 15'ê Tebaxê ku di avabûna hebûna Kurdan de xaleke veguherînê ya dîrokî ye û heta 11'ê Tîrmehê ku ji hêla Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve daxuyanî hate dayin û hate gotin, ''Em bi îradeya xwe ya azad çekên xwe tine dikin'' gelek geşedanên girîng anî rojevê. Rojnameyê her wiha bi wesîleya 3’yê Tebaxê salvegera Fermana 74’an a li dijî gelê Êzidî, di rûpelên xwe de cih da dengê jinan a ku ji Şengalê bilind dibe.

Di rûpela sêyemîn a rojnameyê de, nivîskara rojnameyê Rûşen Samsat di salvegera 41’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê de balê dikişîne ser veguherîna di têkoşîna Kurdan de û veguherîna ber bi platformek siyasî ya demokratîk.

Ji bûyîna xenîmetbûnê rizgarbûn

Pelşîn Tolhîldan, di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji bûyîna xenîmetbûnê rizgarbûn" de li ser girîngiya têgeha komînê ku bi banga Rêber Apo re hat rojevê sekinî û behsa girîngiya komînê û xweparastina jinan kir.

Haskar Kirmizigul di nivîsa xwe ya "11’ê Tîrmehê Ji Bo Her Kesî Destpêkek Bû" de bandora dîrokî ya îlankirina bêçekbûnê û rola jinan di vê pêvajoyê de dinirxîne.

Roza Metina di rûpela 12’emîn a rojeva Kurdan de nêrînên Sebahat Tuncel ê li ser pêşketinên piştî banga Rêber Apo parve dike.

Fermana 3’yê Tebaxê

Di salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li dijî gelê Êzidî hat kirin, Avend Gabar di rûpela 9’an de bi zimanê Kurdî berxwedana jinên Şengalê bi çavên Dayê Xemsê vedibêje.

Şer, Aştî û Têkoşîna Jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê

Nivîsa Zîlan Vejîn a bi sernavê "Şer, Aştî û Têkoşîna Jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê" ku di rûpela 12’emîn de ye, li ser bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê piştî şerê Îsraîl-Îranê, cih digire.

Di rûpela ekolojiyê de, Sultan Gulsun di nivîsa xwe ya bi sernavê "Ji mîkropîsker heta penceşêrên jineolojîk" de li ser têkiliya jinan bi kîmyewiyan û bandorên wan ên li ser tenduristiyê vedibêje.

Rûpela cîhanê hevpeyvînek bi Sara Ceballos re li ser têkoşîna jinan ji bo aştiyê li Kolombiyayê cih digire. Sara Ceballos; ji bajarê Manizales ê Kolombiyayê, endamê Komîteya Piştgiriya Kurdistanê ya li Manîzalesê ye û di saziyên cuda yên têkildarî hawirdorû û mafên jinan de jî cih digire.

Jinkujî

Di rûpelên potreyan de, bi Kurdî, Berjîn Têkoşer jiyana Qethe, jineke Kurd a ji Hewramanê, vedibêje. Di rûpela Tirkî de jî, Fîdan Yildirim behsa Diana Russell, femînîsta ku peyva "jinkujî" derxist holê, dike.

Di rûpela dawî de, Nûrhak Rojevin li ser jiyan û helwesta şoreşger a gerîlaya jin a enternasyonalîst Tijda Zagros nivîsand.

Di rûpela Tenduristiyê, Dr. Eylem Ozturk bi nivîsa "Penceşêra Pêsîran: Hêza Hişyarî û Teşhîsa Zû di Tenduristiya Jinan de" balê dikişîne ser penceşêra pêsîran. Ev rûpel nûçeyên cûrbecûr ên rojane dihewîne.